Li Brîghtonê Resepsiyona Newrozê
Navenda Civaka Kurd a Sussexê, di 31'ê Adarê de li bajarê Brîghton&Hove yê Îngilîstanê ji bo Newrozê resepsiyona duyemîn da.
Navenda Civaka Kurd a Sussexê, di 31'ê Adarê de li bajarê Brîghton&Hove yê Îngilîstanê ji bo Newrozê resepsiyona duyemîn da.
Navenda Civaka Kurd a Sussexê, di 31'ê Adarê de li bajarê Brîghton&Hove yê Îngilîstanê ji bo Newrozê resepsiyona duyemîn da. Di resepiyona ku bûye kevneşopiyek Navenda Civaka Kurd, bi beşdariya nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl pêk hat. Resepsiyonê li Koleja BHASVIC a li navenda bajêr saet di 18:30 de destpê kir û Şaredarê Brîghton&Hove Brîan Fîtch û hevsera wî Norah Fîtch, Alîkara Şaredar Denîse Cobb, endamên şaredariyê yên ji Partiya Keskan, Partiya Karker û Partiya Mûxafazakar (Conservative Party) di nava beşdaran de amade bûn.
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Sussexê koordînatorê navendê Dr. Salîma Taşdemîr axaftina vekirinê ya resepsiyonê kir û der heqê xebatên navendê û civaka Kurd de agahî da.
Dr. Taşdemîr diyar kir ku komkujiyên tên serê Kurdan di roja îro de jî li pêş çavê cîhanê li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava û Başûrê Kurdistanê ewam dikin û destnîşan kir ku tevî van hemûyan gelê Kurd ê ji aliyê ziman, bawerî, kevneşopî, dîrok û çandê ve gelekî dewlemend e, bi rêzdarî nêzî hemû çand, nasname û baweriyê cuda bûye û di nava aştiyê de bi wan re jiya ye. Taşdemîr xwest newroz hem li Kurdistanê hem jî li tevahiya cîhanê bibe wesîleya aştî û aramiyê.
Endamê Navenda Civaka Kurd a Sussexê Hîkmet Tabak jî di axaftina xwe ya li vir de der heqê têkoşîna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê de agahî da.
Tabak dema behsa têkoşîna Rojava bi taybetî jî berxwedana Kobanê kir, şervanê YPG'ê yê Îngilîz Konstandinos Erik Scurfield ê li Rojava jiyana xwe ji dest da bibîr anî.
Mêvanê resepisyonê Şaredarê Brîghton&Hove Brîan Fîtch jî di axaftina xwe ya kurt de Newroz pîroz kir. Fîtch diyar kir ku gelê Kurd bi çand, çalakî û xebatên xwe re tevkariyeke giranbuha li rengîniya çand û civakên cuda yên bajarê Brîghton&Hove dike û destnîşan kir ku ev yek gelekî girîng e. Dûre hevsera Şaredar Norah Fîtch peyivî û ragihand ku rewşa jinê ya di nava civaka Kurd de û veguherîna di vî warî de gelekî bi bandor e û anî ziman ku têkoşîna wekheviyê ya jin dimeşîne, bandoreke mezin li wê dike.
Di resepsiyonê de solîsta Koma Roje Sûna Alan jî bi stranên xwe yên ji zaravayên Kurmancî, Zazakî û Soranî yên Kurdî hunera xwe pêşkêşî beşdaran kir. Di resepsiyonê de xwarina Kurdan ji mêvanan re hat dayîn û li ser çand, ziman û dîroka Kurdan sohbet hat kirin.