AKP’ê çav berdaye meaşê astengdaran

Hikûmeta AKP’ê ji bo ku ji diravdaniya sergirtî re budçeyê veqetîne, çav berda meaşa mîlyonek û 730 hezar astengdar, kesên hewcedariya wan bi lênerînê heye û bêkesan.

Hikûmeta AKP’ê ji bo ku ji diravdaniya sergirtî re butçeyê veqetîne, çav berda meaşê mîlyonek û 730 hezar astengdar, kesên hewcedariya wan bi lênerînê heye û bêkesan. Hikûmetê ji bo girtina van meaşan ‘testa dahatê’ ferz kir û astengdaran nerazîbûn nîşanî vê dan.

Heta niha ji bo kesên ku 65 salê xwe tijî kiribûn, astengdaran, her  wiha xizmên astengdar û kesên hewcedariya wan bi lênerînê heye, re meaşê mehane dihat dayîn.

Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî giştînameyek weşandin û hat gotin ku diravdaniyînên ji aliyê Midrûriyeta Giştî ya Xizmetên Extiyar û Astengdar dihat kirin, wê ji serê salê şûn ve êdî ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Alîkariya Civakî bê kirin.  Bi testa dahatê re, dahata mehane ya malbatê ji 1-3’ê heqdestê asgarî, ji bo kesên ku lênerîna kesên hewcedar dike ji ji 2/3’an yek zêde be wê mehaneyên astengdaran bê birîn.

Mehaneyên di çarçoveya qanûna hejmar 2022’an de dihat dayîn, wê bi testa dahatê  bê nirxandin.

RÛMETA MIROVAN DIŞIKÎNE

Serokê Federasyona Hemû Astengdaran (TUM.ENG.FED) Ahmet Gultekîn ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku kesên neçar dimînin vî meaşî bigirin neçar dimînin biçin muxtar û ‘testa dahatê’ bigirin û ev jî rûmeta mirovan dişikîne. Gultekîn bi lêv kir ku pereyên tê girtin wek sedeqeyê ye û got: “Pereyê ku astengdar digirin, divê di asta heqdestê asgarî de be. Ger di rapora astengdaran de astengdariya giran bê nivîsin divê teqez heqdestê lênerînê bê girtin.  Divê wekê din li ti taybetiyê nenêrin. Dema astengdar bi tena serê xwe diçin cihekî mirov ji jiyana wan bi fikarin.”

Gultekîn wiha berdewam kir: “Çi tê serê me em nizanin. Em nizanin em ê li ku bikevin. Ji bo vê rewşê nikarin weke ku li ser piyane yan na, biryarê bidin. Ger qanûneke der barê astengdariya giran de hebe neçarin vê pêk bînin. Di vê mijarê gelek gilî tên kirin. Gelek hevalên me yên ku bi hinceta dikarin lênerîna xwe bikin heqdestê wan yê lênerînê hatiye birîn.  Di rojên buhrî de hevalê me Şukru Taşan neqla kezeba reş kir. Carinan ji bo hewayê bigire derdikeve derve. Rayedar vê dibînin û dibêjin ti karî hewcedariya xwe bikî û  heqdestê lênerîna wê tê birîn. Ger ji bo me ev rapor hatibin, hikûmet nikare der barê me de biryarê bide.

TÊKILDARÎ DEMOKRASIYÊ

Gultekîn di berdewamiya axaftina xwe de got ku divê propagandaya ‘em meaş didin astengdaran’ nekin û  got: “Meaşên tên dayîn wek sedeqê ne. Ez nikarim biçim muxtar û bêjim ‘Hewcedariya min bi pere heye, belgeyê bide min’. Muxtar nikare biryara vê bide. Ji malbata min kesek bi sîgorte yan jî teqawît be, divê ev li pêşiya min ji bo girtina meaş ne asteng be. Gelo ez ê ligel malbatê nejîm, wê li ku bijîm? Qîmetê ji bo astendaran tê dayîn têkildarî demokrasiyê ye. Li welatê ku demorkasî tine, lêgerîna mafên astendariyê çiqas rast e nizanim.  Gelo li welatekî demokratîk dayîna sedeqê ya ji bo astendaran nêzîkatiyek rast e?

DEWLET ME WEK BAR DIBÎNE

Midûra Tum.Eng.Fedê Melîke Ari jî diyar kir ku testa dahatê bê wate ye û got: “Ji bo meaşên astengdariyê heta nifşê 3. yê xizman wan wê bê lêkolînkirin .Ari got: “Astengdarê ku bi hevsera xwe re dijî, dikare li testa hatina hevser bê nêrîn; lê divê li rewşa dahata bavê hevser neyê mêzekirin. Ev bê wate ye.  Jixwe ji bo astengdarekî testa dahatê, balkêş e.  Her wiha ger di malbata kesekî astengdar de kesekî bi sîgorte hebe, meaş tê birîn. Dewlet me wek bar dibîne ku van qanûnan derdixe.”

 WIJDAN VÊ QEBÛL NAKIN

Serokê Komeleya Alîkariya Nabîneyan a Îzmîrê Rasîm Tolkan got ku bi vê qanûna derketiye re  girtina rapora astengdariyê jî zehmet bûye û got: “Maaşên kesên di nava nivînê de jî hatin birîn. Dahata xizmên wan ên di asta 3. hebe jî meaşê wan tên birîn. Ji ber ku 5 zarokên wê hebûn meaşê cîrana min birîn. Ev kîjan feraseta dewletê ye. Di rojên buhrî de li Konakê çalakî hat kirin. Birîna van meaşan ne li gor wijdanê ye.

Kesê bi navê Adnan Kirtay ku du lingê wî jî tinebû da zanîn ku dewletê çav berdaye 870 lîrayê ku sê mehan carê ji bo astengdariyê wek sedeqe tê dayîn û hikûmeta AKP’ê di hilbijartinan de kursiyên bi tekerlek didin astengdaran û bi vî awayî dixwazin wan bixapînin.