Ji nûnerên ESU Rhawî: Bi Kurdan re em jiyaneke azad û wekhev ava dikin

Ji nûnerên Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê (ESU) Shleymûn Rhawî destnîşan kir ku bi Modela Rojava re yekemcar Kurd û Suryanî bi awayekî wekhev li hev civiyane û jiyaneke hevpar ava kirine.

Ji nûnerên Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê (ESU) Shleymûn Rhawî destnîşan kir ku bi Modela Rojava re yekemcar Kurd û Suryanî bi awayekî wekhev li hev civiyane û jiyaneke hevpar ava kirine. Rhawî, di 100. salvegera komkujiya Suryaniyan de ji Tirkiye û hemû hêzên navneteweyî xwest ku komkujiyê qebûl bikin û got, "Dewleta Tirk ji bo xwe ji vê êşê rizgar bike, divê li komkujiyên Ermenî, Pontûs û Suryaniyan mukur bê û ji gelê me lêborînê bixwaze.

Ji nûnerên Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê (ESU) Shleymûn Rhawî, mijarên komkujiya li hemberî Suryaniyan, êrîşên dawî yên DAIŞ'ê yên li dijî mirovahiyê, Modela Rojava û gelek mijarên din ji ANF'ê re nirxand.

'DÎROKA ME BI KOMKUJIYAN RE DAGIRTÎ YE'

Suryanî îro jî ji ber DAIŞ'ê bi komkujiyeke nû re rû bi rû ne. Di vê mijarê de hun dixwazin çi bêjin?

Suryanî, di salvgera 100. a komkujiya hov a li dijî xwe de, bi komkujiyeke nû re rû bi rû ne. Bêguman divê em vê yekê jî ji aliyê dîrokî ve binirxînin. Komkujiyên heta roja îro rû dane, di rêbaza jiyanê ya gelê Asûrî-Suryanî de roleke mezin lîstine. Serpêhatiyeke li xaka Mezopotamyayê heye. Ji dema qewîmên Sumer, Akad, Babîl, Asûr û Aramiyan destpê dike û heta roja îro li vê xakê bi gelên cuda re şaristaniyeke mezin hat afirandin. Dûre dagirkeriya Persiyan li Babîlê rû da. Ji wê rojê û vir ve em weke gel di bin zordariyê de ne. Bi sedan salan e li ser xaka xwe ji ber polîtîkayên parçe bike û birêve bibe ya desthilatdaran, em gelek caran li komkujî û qirkirinan rast hatin. Bi van komkujiyan re, jiyana li Mezopotamyayê li aliyekî li ser piyan mayîn jî ji bo vî gelî zehmet bû. Piştî sedsala 19'an komkujiyên mezin hatin serê me. Di encama oplîtîkayên li hemberî olên cuda de em hatin qetilkirin. Komkujiyên 1915'an û komkujiyên piştî wê serê her 10 salan rû dan, gelê me anî wê astê ku li ser xaka xwe nemîne.

'HEWL DAN EM JI KUJERÊ XWE HEZ BIKIN'

Hun dixwazin bêjin heman zîhniyet nav guhertiye û komkujiyên xwe yên li hemberî we dewam dike?

Eger em pêwendiya vê bi rewşa em îro dijîn re deynin, hingî xuya dibe ku terora DAIŞ'ê encama pêvajoyeke ji sala 1990'î destpê kiriye û hatiye heta roja îro. Bi destwerdana li Iraqê re rewşeke bi heman rengî hat serê me. Ji sedî 30-40 ê gelê me ji cih û warên xwe hat derxistin. Bi taybetî Tirkiyeyê komkujiyên spî li hemberî gelê me meşand û hewl da em ji kujerê xwe hez bikin. Ji ber ku em gelekî bê zerar in, her tim hatin îstîsmarkirin û di komkujiyan re hatin derbaskirin. Tevî zextên Saddam jî heta wê rojê 2.5 mîlyon ji gelê me hebûn. Piştî Saddam hejmara mirovên me yên li wê xakê daket 400-500 hezarî. Bi bihara Ereb re her gelî daxwaza mafê xwe kir. Daxwaza gelan a jiyana di nava sîstema federal û konfederal de, hin hêz aciz kir. Di serî de Tirkiye ku bi salane ji wê xakê sûdê werdigire, rejîmên dîktator ên Iraq û Sûriyeyê nexwest destûrê bidin rêveberiya xwe bi xwe ya gelan. Piştî ku nakokiyên di navbera hêzên li Iraqê de nehatin çareserkirin, rewşeke kaosê derket holê û di vê rewşa kaosê de di çarçoveya berjewendiyên hin derdoran de terora DAIŞ'ê xwe da der. Bi DAIŞ'ê re êrîşên li hemberî gelê me careke din rû dan. Piştî êrîşên li Nînova yên li hemberî gelê me, Suryanî ji wê xakê hatin derxistin. Ne tenê em Êzidî jî li Şengalê hatin qetilkirin û rastî heman aqûbetê hatin.

'BI PÊŞENGIYA KURDAN GEL GIHAŞTIN MODELA ROJAVA'

Di vê rewşa kaosê de gelan berê xwe dan modela Rojava?

Piştî rewşa kaosê ya li Sûriyeyê, Kurdan parastina xwe ya cewherî kirin û berê xwe dan sîstema kantonal. Li gel vê yekê, Suryanî jî di nav de gelên li herêmê ev rewş nirxandin û ketin nava hewldanên avakirina mercên jiyaneke wekhev a bi hev re. Û di encama nîqaşên hatin kirin de bi pêşengiya Kurdan di bin sîstema Rojava de rêyên jiyana wekhev hatin avakirin. Di destpêkê de her kes bi gumanbarî nêzî vê sîstemê bû, ku di nava rastiya Rojhilata Navîn de hat avakirin. Û li hemberî vê daxwaza jiyana bi hev re ya gelan, êrîşan destpê kirin. Em weke Suryaniyên ku bi salan e li ser xaka xwe rastî komkujiyan tên, em ev sîstem weke yekane garantiya jiyana bi hev re û wekhev a gelan dît û dibînin. Eger li Rojhilata Navîn wê çareseriyek peyda bibe, wê li ser bingeha vê sîstemê pêk were. Bi avakirina vê sîstemê re ji her gel û baweriyê mirov bi awayekî wekhev di nava biratiyê de jiyan.

'ÊRÎŞ JI BO TINEKIRINA YEKÎTIYA GELAN E'

Bi avakirina Modela Rojava re êrîş zêde bûn. Hun vê rewşê çawa dinirxînin?

Sedema zêdebûna êrîşan, qebûlnekirina vê sîstemê ye. Yên dixwazin Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe rêk û pêk bikin, li hemberî êrîşên DAIŞ'ê yên li Mûsil û Şengalê bêdeng man. Û di vê demê de me baş dît ku kî li pişt DAIŞ'ê ye. Û me fêm kir ku eger gelên li herêmê çarenûsa xwe bi xwe diyar nekin, wê mehkûmî tinebûnê bin. Bi taybetî bûyerên li Nînova û Şengalê bi serê me de hatin, bûn sedem ku em li cem sîstema Rojava cih bigirin. DAIŞ û hevalbendên wê xwestin bi têkbirina Şengalê re şoreşa Rojava bifetisînin. Piştî êrîşê PKK û YPG'ê yekser xwe gihandin herêmê, korîdor vekirin û gelê me yê Êzidî ji komkujiyeke mezin rizgar kirin. Di heman demê de planên li ser Rojava dihatin lîstin, pûç kirin.

'EGER KOBANÊ TÊK BIÇÛYA, WÊ HEMÛ GELÊN LI HERÊMÊ BIHATIBÛNA QETILKIRIN'

DAIŞ a ku xwest nekarî li Şengalê bike, bi hêza ji destekdarên xwe girt re êrîşî Kobanê kir û hemû hêza xwe li wir civand. Erdogan û artêşa dînozoran ku bi awayekî vekirî ragihand ku ew destekdarê DAIŞ'ê ne, bi berxwedana YPG û YPJ'ê re hatin têkbirin. Eger Kobanê têk biçûya, wê hemû kanton têk biçûna û hemû gelên li wir bihatibûna qetilkirin. Piştî ku hat fêmkirin Kobanê nikare were têkbirin, hêzên Koalîsyonê yên heta hingî bêdeng bûn, li hemberî DAIŞ'ê helwest nîşan dan. DAIŞ a ku heta wê rojê pêşî lê nedihat girtin, yekemcar li Kobanê hat rawestandin û piştî berxwedaneke bêhempa hat têkbirin. Eger Kobanê biketibûya wê hemûg elên li herêmê tine bibûna. Gelên li herêmê, hebûna xwe ya îro deyndarê berxwedêrên YPG û YPJ'ê ne.

'SURYANÎ YEKEMCAR BI ZANEBÛN RADIHÊJIN ÇEKÊ'

Suryaniyan yekemcar di nava sîstema Rojava de yekîneya xwe ya leşkerî ava kirin?

DAIŞ a ku li Kobanê bi xurtî têk çû, dest bi êrîşên li hemberî gundên Suryaniyan ên li herêma Xabûrê yên Hesekê kirin. Di encama van êrîşan de bi qasî 300 kes hatin revandin. Li vir YPJ, YPG, Meclîsa Leşkerî ya Asûrî-Suryanî (MFS) berxwedaneke mezin nîşan dan. Di vê berxwedanê de 6 hevalên me yên endamê MFS û hevalên me yên YPJ û YPG'yî şehîd ketin. Û berxwedan hînê dewam dike. Di dîrokê de yekemcar em bi zanebûn radihêjin çekê û parastina gelê xwe dikin. Û yekemcar di encama têkoşîna xwe ya bi zanebûn de, em şehîdan didin.

Eger bi awayekî zelal were gotin, eger YPG û YPJ nebûya me nekarîbû li hemberî DAIŞ'ê şer bikira. Weke Suryanî em bi mejiyê 'bila hinekî din bimire, hinekî din şehîd bikeve' tevnegeriyan. Eger em li vê xakê di heman mercên wekhev de dijîn, divê em li eniyê jî şer bikin. Eger em dixwazin bi awayekî azad û wekhev li vir bimînin, divê em ji bo avakirina vê sîstemê bixebitin û ji bo parastina wê şer bikin. Bi vê armancê me yekîneyên xwe yê leşkerî ava kirin.

TÊKOŞÎNA KURD Û SÛRYANIYAN  GIRÎNGE

Kurd û Sûryanî li eniya hevpar şer dikin ne wisa?

Di dîrokê de yekemcar Asurî-Suryanî û Kurd evqas ji nêz ve di şertên wekhev de dibin yek. Berê di dema Mele Mistefa Barzanî de peşmergeyên me hebûn lê ev bihevrebûn ji têkiliya axa-kul, xwe xwedî dikir. Lê bi modela Rojava re gelê me mafê xwe yê xwe bi xwe rêve bibe bidest xist. Di vê sîstemê de her gel bi rengê xwe di nava sîstemê de heye û tevî vê hem sîstemê ava dikin û hem bi rêve dibin.  Niha hêzên Sûryanî û hêzên YPG û YPJ’ê di eniya hevpar de şer dikin û ev ji bo me gelek bi wate ye. Her du gelên ku bi salan xwestin li hemberî hev bên rakirin, îro li gel hev şer dikin. Ev rewşek dîrokî ye. Berxwedana hevpar a li vir tê dayîn ji bo zarokên me hêviyek mezin û şert û mercên jiyanek hevbeş ava dike.

BANG Û PERSPEKTÎFÊN OCALAN RÊ DA BER ME

Gelo ev yekîtî bi pêk hat?

Bê guman di yekîtiya van her du gelan de para berxwedana 35 salan a PKK’ê heye. Ji bo her du alî bi hev re bijîn bi salane têkoşîn dihat dayîn û niha em berhemên vê werdigirin.  Rêxistinbûyîna me ya 25 salan heye. Ev ji rastî berxwedane PKK’ê tê.  Bi pêngava PKK’ê ya 84’an re wek hemû gelên bindest me jî hêzek mezin girt. Ji aliyê nifûsê ve em kêm bin jî wek gelê Asurî-Sûryanî pêvajoyek rêxistibûnî û siyasîbûnê hat jiyîn. Bi taybet bang, perspektîfên Ocalan rê dan ber me.  Nameyeke Ocalan a ji bo gelê me hebû, ev ji bo me bû moreleke mezin. 15-20 sal berê dema em beşdarî çalakiyên Kurdan dibûn, gel dikarîbû nerazîbûnê nîşanî me bide.  Kesên wê rojê em rexne dikirin, îro me baş fêm dikin, hewl didin em di nava yekîtiyê de bin. Em dizanin ku hêzên dixwazin vê yekîtiya me xera bikin hene. Divê em ji her tiştî re amade bin.

DAXWAZA ME YA HERÎ MEZIN NASKIRINA ROJAVA YE

Li dijî DAIŞ’ê hun li Ewropayê dîplomasiyekê dimeşînin, di hevdîtinan de daxwazên we çi ne?

Em, rûyê qirêj ê DAIŞ’ê û komkujiyên ku wan pêk anîne di çalakiyan de protesto dikin û tevî vê em di hevdîtinên xwe yên dîplomasiyê de jî tînin rojevê. Li Iraqê daxwazên me yên herêma otonom bi salan hebûn, em vê di hevdîtinan de tînin ziman. Dîsa têkildarî nasandina sîstema Kantonên Rojava hene. Li Neteweyên Yekbûyî li ser gelên Êzîdî-Sûryanî  civîn pêk hatin.  Li vir hemû kom ji bo Kantona Cizîrê û hemû herêmên din gihiştin mutabakatê.  Di encama dîplomasiya me de ji bo gelê me yê bi rojan li Deşta Nînova û Herêma Xabûrê herêma bi ewle bê avakirin, biryar hat girtin.  Lê di nava daxwazên me yên herî mezin de naskirina sîstema Rojava hebû.

DIVÊ TIRKIYE LÊBORÎNÊ BIXWAZE

Bi munasebeta sedsaliya komkujiya Sûryaniyan hun dixwazin çi bêjin?

Komkujiya 100 sal berê pêk hat travmayên mezin li gelê me kirin. Komkujiya wê demê bi destê pergalê hat kirin. Şaş e ku em tenê Kurdan berpirsyar bibînin. Komkujî bi destê sîstemê hat kirin û hinek eşîrên Kurdan jî kirine tevkarî kirin. Siyasetmedarê bi nirx ê Kurd Ahmet Turk lêborîn xwest. Gelê me êdî ev hesta nefretê ya ku kiribûn navbera wan ji zûde ji holê rakirine.  Îro bi hev re têdikoşin. Dewleta Tirk ji bo ku xwe ji vê êşê xilas bike divê ji gelê me lêborînê bixwaze.

Herî dawî tiştekî dixwazî bêje heye?

Em Yekîtiya Sûryaniyên Ewropayê berxwedana hevpar a Rojava silav dikin. Vê berxwedanê derfetên jiyana wekhev afirand. Me îsal Newroz û cejna Akîto ji ber êrîşan pîroz nekir. Hêviya me ew e ku em ji vir pê ve 21’ê Adarê Newroz û 1’ê Nîsanê Cejna Akîto bikin yek û 12 rojan cejna xwe pîroz bikin.