Komeleya Mor Avgîn: Dengê me ji HDP'ê re ye

Serokê Komeleya Mor Avgîn a li Swêdê Îskender Gabrîelsson bang li hemû Asûrî-Suryaniyên li Tirkiye û derveyî welat kir, ku di hilbijartinên giştî yên meha Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê.

Serokê Komeleya Mor Avgîn a li Swêdê Îskender Gabrîelsson bang li hemû Asûrî-Suryaniyên li Tirkiye û derveyî welat kir, ku di hilbijartinên giştî yên meha Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê.

Gabrîelsson diyar kir ku ji bo pêşî li otorîterbûyîna li Tirkiyeyê were girtin divê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP bendê derbas bike û got, "Ji bo demokratîkbûyîna welêt, ji bo dawîanîna li cihêkariyê, pêwîste HDP li parlamentê were temsîlkirin."

Gabrîelsson destnîşan kir ku HDP, berevajî partiYên din ên sîstemê, hem ji bo Kurdan hem jî ji bo hemû hindekahî û baweriyên din mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, pêşvebirina çandan, wekheviya navbera zayendan û biratiya gelan diparêze û ji Suryaniyan xwest, ku ne tenê dengê xwe bidin her wiha ji bo serketina HDP'ê bi awayekî aktîf bixebitin.

Gabrîelsson ragihand ku di rewşeke AKP, MHP, CHP û partiyên din ên sîstemê qirkirina 1915'an înkar dike de HDP ji bo naskirina Seyfo ketiye nava tevgerê û got, "Partiya ku qirkirin qebûl kiriye, xistiye bernameya xwe û aniye rojevê HDP ye. Ji bo em tevkariyê li pêçandina birînan û pêkanîna aştiya civakî bikin, divê em destekê bidin HDP'ê."

 

...