Li Hambûrgê, di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Ocalan de bi dirûşma "Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2' konferansek tê lidarxistin. Konferansa îro destpê dike wê heta 5'ê Nîsanê dewam bike. Ji 20 welatên cîhanê wê gelek zanyar û akademîsyen beşdarî konferansê bibin. Ji organîzatorên konferansê Havîn Guneşer da xuyakirin ku eleqeyeke mezin ji konferansê re tê nîşandan.
Konferans ji aliyê "Network for an Alternative Quest" (Tora Lêgerîna Alternatîf) a ku Însiyatîfa 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî' jî di nav de ji gelek saziyên Kurd û Elman pêk tê ve, tê organîzekirin. Serenavê konferansê "Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2: Teşrîhkirina Modernîteya Kapîtalîst - Avakirina Modernîteya Demokratîk" e.
Konferansa ku wê di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser mijarên ekolojî, azadiya jinê, modernîteya kapîtalîst, parastina cewherî û lêgerîna jiyana alternatîf cara duyemîn tê organîzekirin, wê îsal di 3-5'ê Nîsanê de li Zanîngeha Hambûrgê li salona Audimax a ji 1200 kesî pêk were.
Di konferansa "Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2: Teşhîrkirina Modernîteya Kapîtalîst - Avakirina Modernîteya Demokratîk" de, tevî krîtîka li ser modernîteya kapîtalîst, wê çawaniya avakirina jiyana alternatîf jî bê nirxandin. Di konferansê de her wiha wê mijarên aboriya nû, ekolojî û azadiya jinê jî werin nirxandin.
Konferansê sê rojan dewam bike û wê serenavên "Teşrîhkirina Modernîteya Kapîtalîst", "Li hemberî Modernîteya Kapîtalîst Modernîteya Demokratîk", "Li hemberî Endustriyalîzmê Endustiya Ekolojîk û Ekonomiya Komunal", "Ji holê rakirina Astengiyên Teoriya Şoreşgerî", "Dersên ji Pratîkên Alternatîf werin derxistin" werin nirxandin.
Mîna Prof. John Holloway, Prof. David Harvey, Prof. David Graeber, Hevseroka PYD'ê Asya Abdûllah, Prof. Elmar Altvater, Janet Biehl, David Graeber, Dr. Radha D'Souza, Dr. Muriel Gonzales Athenas, Dr. Sabine Rollberg wê ji 20 welatan akademîsyen, lêkolîner û pispor beşdarî konferansê bibin. Her wiha ezmûnên Şoreşa Rojava jî wê weke serenavekî taybet ê nîqaşkirin. Konferans, Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Elmanî jî di nav de wê bi 6 zimanan li ser înternetê bi awayekî zindî were weşandin. Li konferansê wê pirtûkên Ocalan ên bi gelek zimanan hatine wergerandin, werin pêşkêşkirin.
'BIRYARA LIDARKETINA KONFEARNSÊ JI MECBÛRIYETÊ DERKET HOLÊ'
Ji organîzatorên konferansê Havîn Guneşer diyar kir ku ji ber mecbûriyetekê ew konferanseke bi vî rengî lidar dixin û anî ziman ku ji Amerîka Latîn heta Afrîkayê, ji Asya heta Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê mirovahî bi êrîşeke cidî re rû bi rû ne. Guneşer da xuyakirin ku êrîşa mijara gotinê êrîşa fîzîkî nîne û got, "Ji aliyê çandî, exlaqî û polîtîk ve êrîşek heye. Yek ji navendên bingehîn ên vê êrîşê Rojhilata Navîn e. Kurd jî yek ji gelên rastî êrîşan tê ye. Lê belê bi saya paradîgmaya Birêz Ocalan li ber xwe didin û têdikoş in. Bi vê konferansê re wê mirovên têkoşînên mîna hev li deverên cuda yên cîhanê meşandine li hev bicivin, ji hev hîn bibin, hev du xurt bikin û hay ji hev hebin."
Guneşer bibîr xist ku wan konferansa destpêkê di sala 2012'an de pêk anîne û got, "Teoriyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser kapîtalîzm û jiyana nû ji aliyê gelek derdoran ve bi baldarî tê şopandin. Bi taybetî parêznameyên wî yên bi gelek zimanan hatine tercûmekirin, rastî eleqeyê tên. Nêrîna lidarxistina vê konferansê, di encama zexta vê eleqeyê de derket holê. Bi konferansê re wê gelek mijar bê nîqaşkirin. Ji Rojava, Bakurê Kurdistanê û gelek welatên cîhanê wê bi dehan akademîsyen beşdar bibin. Heta niha 600 kesî serî li konferansê dane. Ev eleqe hîn bêhtir ji xwendekarên zanîngehan û tevgerên alternatîf tê. Ji welatên mîna Spanya, Îtalya, Elmanya û Fînlandiyayê eleqe zêde ye."
BERNAMEYA KONFERANSÊ
DIJDEKETINA LI MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST II
TEŞRÎHKIRINA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST - AVAKIRINA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK
3 Nîsan 2015 – În 12:00-13:00 Axaftina bi xêr hatinê û peyam
Axaftina bi xêr hatinê | Prof. Norman Paech
Destpêk | Prof. Elmar Altvater
Axaftina vekirinê | Reimar Heider
Peyamên silavdayînê | Prof. Silvia Federici, Abdullah Ocalan û yên din
13:00-15:00 Rûniştin 1
Teşrîhkirina Modernîteya Kapîtalîst
Moderator: N. N.
1. Zanyarî — Ji nû ve mêtîngehkriina mejî | Dr. Muriel Gonzales Athenas
2. Kapîtalîzm—Nirx an jî berhevbûyîna hêz? | Kenan Ayaz
3. Netewe Dewlet — Xwedayê li ser rûyê erdê? | Prof. David Harvey
4. Pîşesaziyî—Hiqûq, zanistî û emperyalîzm | Dr. Radha D'Souza
5. Olîtî û Laîktî —Ol û Dewlet | N. N.
6. Hegemonya Çandî —Gramscî û Ocalan | Banga pêşkêşiyê*
15:00-16:30 Nîqaş
16:30-18:00 Navbera êvarê
18:00-20:00 Rûniştina 2
Mondernîteya Demokratîk
Moderator: Eirik Eiglad
1. Têgehên Nû—Konfederalîzma Demokratîk & Xweseriya Demokratîk | Havîn Guneşer
2. Azadkirina Jiyanê: Civaka Polîtîk û Exlaqî | Emîne Ayna
3. Neteweya Demokratîk —Çareya Neteweperestiyê ye? | Asya Abdûllah
4. Hêz û Heqîqet—Foucault û Ocalan | Banga pêşkêşiyê*
5. Konfederalîzma Demokratîk—Pratîka Ekolojiya Civakî? | Banga pêşkêşiyê*
20:00-21:30 Nîqaş
*) Ji nava nivîskarên bersiv dane banga pêşkêşiyê wê were hilbijartin.
4 Nîsan 2015 – Şemî
10:00-12:00 Rûniştin 3
Pîşesaziya Ekolojîk û Ekonomiğya Komunal
Moderator: Thomas Konicz
1. Ekonomiya Komunal: Parastina Malên Civakî | Silke Helfrich
2. Koorperatîfên li Katalonya û welatê Baskê | N. N.
3. Ekonomiyên Însanî | Prof. David Graeber
4. Li ser Ekonomî û Kapîtalîzmê Braudel, Wallerstein û Öcalan | Banga pêşkêşiyê*
12:00-13:30 Nîqaş
13:30-15:00 Navbera nîvro
15:00-16:30 Rûniştin 4
Ji holê rakirina astengiyên li pêşiya teoriyên şoreşgerî
Moderator: N. N.
1. Ji nû ve hilberîna kapîtalîzmê: Birandin û Tebîet | Ahmet Pelda
2. Pênaseyên Nû ên parastina cewherî | Fîdan Yildirim
3. Navendîparêziya Azadiya Jinê | Sara Aktaş
4. Estetîk, Çand, Huner û Bedewî | N. N.
5. Têkiliyên Hêzê: Dewlet û Malbat | Doç. Dr. Nazan Ustundag
6. Femînîzm û Kurd | Banga pêşkêşiyê*
16:30-18:00 Nîqaş
18:00-19:00 Navbera êvarê
19:00-21:00 Konser
Rotînda, Zelal Gokçe, Meral Tekçî, Mehmet Akbaş
5 Nîsan 2015, Yekşem
10:00-12:30 Rûniştin 5a
Dersên ji pratîkên alternatîf werin derxistin
Moderator: Anja Flach
1. Enternasyonalîzm—Têgeheke bi pêş dikeve | N. N. (YXK)
2. Montreal: Meclîs û Dewlet | Dimitrios Roussopoulos
3. Başûrê Afrîkayê: Li welatekî kapîtalîst siyaseteke pêşverû? | Alex Mohubetswane Mashilo
4. Brezîlya: Tevgera Karkerên bê ax | N. N. Li Kurdistanê Konfederalîzma Demokratîk—Pêşketina di nava kar de
5. Rojava: Kanton—Berxwedan û Avakirin | Dr. Ahmad Yousef
6. Başûr: Tengaviya di navbera Azadî û Dewletê de | Şîlan Şakir
12:30-14:00 Nîqaş
4:00-15:00 Navbera nîvro
15:00-17:00 Rûniştin 5b
Dersên ji pratîkên alternaîf werin derxistin (dewam)
Moderator: Prof. Sabine Rollberg
1. Rojhilat: Modela KODAR | Shirzad Kamangar
2. Bakur: Ji dewletê ber bi demokrasiyê ve | Selma Irmak
3. Şerê Çaremîn ê Cîhanê, Çawaniya qezençkirinê - Silava li Kurdan û Zapatîstayan | Prof. John Holloway
4. Bolîvya: Dewleta ji pir neteweyan | Marcelo Elío Chávez
5. Îngilîstana Nû & Rojava: Demokrasiyên Meclîsê | Janet Biehl
6. Fîlîpîn: Avakirina Rêxistinên Civakî yên Sivîl û Tevlîkirina Civatan | N. N.
17:00-18:00 Nîqaş
18:00-18:25 Axaftina Girtinê
Asoyên Nû: Ji nû ve avakirina azadiyê| Gonul Kaya
Agahiyên berfireh ên li ser konferansê ji vê navnîşanê dikarin bên peydakirin:
http://networkaq.net/
PÊKHATEYÊN TORA LÊGERÎNA ALTERNATÎF
"Network for an Alternative Quest" (Tora Lêgerîna Alternatîf a konferansê lidar dixe, ji van saziyan pêk tê: "Însiyatîfa 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî - ji Kurdistanê re Aştî', KURD-AKAD – Tora Akademîsyenên Kurd, YXK- Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, Kovara Kurdistan Report, ISKU- Informationsstelle Kurdistan e.V., Cenî- Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd, Civaka Azad- Kurdisches Zentrum für Öffentlichkeitsarbeit, SAMER -Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (Amed) û Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê (Qamışlo)."