808 nivîskar, helbestvan, akademîsyen û hunermendên ku di Hilbijartinên Giştî yên 7'ê Hezîranê de dibêjin 'dengê me ji HDP'ê re ye', desteka xwe ya ji bo HDP'ê bi daxuyaniyekê re aşkera kirin. Nivîskar Oya Baydar di dema dayîna daxuyaniyê de destnîşan kir ku yekane partiya biratî û hêviyên aştiyê li vî welatî şîn bike, HDP ye.
808 nivîskar, akademîsyen, helbestvan û hunermendên bi şiyara "Ji bo aştî û pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê dengê me ji HDP'ê re ye" kampanya îmzeyan dan destpêkirin, desteka xwe ya ji bo HDP'ê li avahiya Hewldaan 78'an bi civîneke çapameniyê re aşkera kirin.
Di civîna ku helbestvan-nivîskar Onder Bîrol Biyik, helbestvan Fatoş Salman, nivîskar Samet Aydin, hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê Mervan Tan û helbestvan-nivîskar Fadil Ozturk lê amade bûn de, axaftina destpêkê ji aliyê nivîskar Oya Baydar ve hat kirin.
BAYDAR: JI BO JI HOLÊ RAKIRINA BÊHÊVÎTIYÊ EM DIBÊJIN HDP
Baydar diyar kir ku Tirkiye ji rojên xetere re derbas dibe û hewcehiya civakê bi hêviyê heye. Baydar anî ziman ku ev hêvî, hêviya aştiyê, biratiyê û demokrasiyê ye û got: "Ji ber ku em bawer dikin ku HDP wê vê hêviyê bide jiyîn em dibêjin HDP." Baydar anî ziman ku bi desthilatdariya AKP'ê ve Tirkiye ji wesayeta leşkerî ber bi wesayeta dîktatoriya sivîl ve diçe û li herêmê jî pêvajoyekî bi xwîn tê jiyîn.
Baydar da zanîn ku di pêvajoyekî wisa de hilbijartina pêk tê gelek girîng e û wiha got: "Em li Tirkiyeyê hilbijartineke gelek girîng lidar dixin. Ji bo piştgiriyê bidin HDP'ê ne pêwîst e mirov HDP'î be. Lê ji bo hikûmeta heyî qels bikin, aştî, çareserî û demokrasiyê pêk bê, ji bo dawî li bêhêvîtiyê bê anîn û hêviya cîhaneke bi hêvî li gel me hemûyan şîn bibe, divê hemû kes dengê xwe bide HDP'ê."
BANGA TEVLÎBÛNA LI XEBATÊN HILBIJARTINÊ
Helbestvan nivîskar Onder Bîrol Biyik jî diyar kir ku kampanya îmzeyan nîşan dide ku rewşenbîrên li Tirkiyeyê çiqasî der heqê pêşeroja welêt de hesas in û got, "Li ser navê aştî û pêşeroja demokrasiyê, di vê demê de rewşenbîr hene." Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Ayşe Erdem jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Bi vê kampanya îmzeyan re 60 roj beriya hilbijartinan we hêz dan me."
Erdem bang li her kesên îmzeya xwe avêtine kampanyayê kir ku tevlî xebatên hilbijartinê yên li Stenbolê bibin û got, "Eger em li Stenbolê bendê derbas bikin, em ê li gelemperiya Tirkiyeyê derbas bikin."
Piştre metna 808 rewşenbîran îmze kir bi Tirkî Helbestvan Fatoş Salman û bi kurdî jî Muzîkjen Mervan Tan xwend.
Tan diyar kir hikûmetê ji bo civakê dizayan bike "Paketa Ewlekariya Hundir" derxistin û got: "Ew ê ku heta duh rexneyên xwe li têgihîna 'endezyariya civakî' dikirin, îro bi terzê xwe yê 'endezyariya nû" dikin dixwazin civakê dorpêç bikin."
Tan anî ziman ku ji Roboskî heta Soma, ji Geziye heta Berkînan, ji qutiyên solan ên tijî dolar heta qetlîamên nezîk ên jinan, di hemû mijaran de dema gotin, 'Qral tazî ye' darizandinan destpê kir û wiha got: "Bi kurtasî ji her aliyê jiyanê ve êrîş û rûxandin hene. Bi salane di bin navê 'pêvajoya çareseriyê' de hewil dan pirsgirêka kurd çareser nekin. Ligel vê yêkê bi zagonên derxistin muxalefeta civakî xwestin bêdeng bikin. Hikûmet di mijarên hesabê wê bide diavêje ser rêxistina paralel a ku heya duh bi wan re tevdigeriyan. Em wek nivîskar, helbestvan, rojnamevan, akademisyen û hûnermend ên ku îmzeyên wan di metne de hene ji ber bi zimaneke ji şîdetê dûr wekhevî û aştiyê diparêze, ji bo ku li hember qedexeyan dibêjin azadî, ji bo demokrasiya ku bi salane gelên me jê hatine mahkumkirin û bi dûrxistin bikeve meriyete û ji bo cîvakeke ku hêmanên hiquqî lê derbas dibin û bi teminata heqê welatîbûna wekhev bi hev ve girêdayî. Em difîkirin ku ew partiya siyasî ya ku hemû renga di nav xwe de dide jiyîn HDP'ê yê ji ber vê jî em dibêjin ku di helbijartinê 7 Hezîranê de dengê me ji HDP'ê re ye û di vê demê de em ê bi dildarî bikevin nav xebatên hilbijartine de."