Zarokên otîstîk li Amedê meşiyan

Li Amedê bi munasebeta 2’ê Nîsanê Roja Balkişandina ser Otîzm a Cîhanê meş pêk hat.

Li Amedê bi munasebeta 2’ê Nîsanê Roja Balkişandina ser Otîzm a Cîhanê meş pêk hat. Serokê DOM-DER’ê Adnan Aydin da zanîn yekane şêweyê dermankirina Otîzmê ya li cîhanê perwerde ye û daxwaz kir ku divê navendên perwerdeyê bên vekirin.

Li Amedê bi munasebeta  2’ê Nîsanê Roja Balkişandina ser Otîzm a Cîhanê bi armanca balê bikişînin ser pirsgirêkên zarokên otîstîk û cudabûnê biafirînin daxuyaniyek û meşek pêk hat.  Xebatkarên Midûriyeta Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin, Komeleya Têkoşîna bi Otîzmê ya Amedê (DOM-DER), Navenda Otîzm a Diyar, zarokên otîstîk û malbatên wan beşdarî daxuyaniya li  Cadeya Ekîncîler hat dayîn bûn.

Pankarta ‘Otîzm ne nexweşiye, cudabûneke’ hat vekirin û tîşortên ku heman nivîs li ser bûn hatin li xwe kirin.  Di daxuyaniyê de hinek zarokan bi gotina ‘Em ne nexweşin qîriyan.’ Serokê DOM-DER’ê Adnan Aydin di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser pirsgirêkên zarokên otîzm û pisgirêkên kesên mezin ên di aliyê perwerde, tenduristî û civakî û got ku ew dixwazin bi her kesî re cudabûnê ava bikin.

650 ZAROKÊN OTÎSTÎK

Aydin diyar kir ku divê ne tenê rojekê her roj zarokên otîzmê bên bibîranîn û got: “Li gorî  pîvanên DSM-IV, sala buhrî îstatîstikên DYA’yê  nîşan dide ku ji 80 zarokî yek di bin bandora otîzmê de mane. Ev îstatîstîk jî nîşan didin ku di sala 1995’an de ji her 10 hezar zarokî yek otîzme û ji wê demê heta niha çiqas mezin bûye. Li bajarê me li gorî hejmarê fermî  650 û li gorî yên ne fermî jî nêzî 100 zarok otîzmin.”

Aydin bi lêv kir ku yekane dermankirina nexweşiya otîzm ku li cîhanê tê qebûlkirin, perwerde ye û da xuyakirin ku divê navendên perwerdeyê bên zêdekirin. Piştî daxuyaniyê girse bi çepikan heta Herêma Jiyana Hevbeş a Sumerparkê meşiyan.