Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di roniya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi dirûşma, ‘Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re 2’ ku konferansek pêk tê, bi rûniştina bi serenava, "Teşrîhkirina Modernîteya Kapîtalîst’ berdewam kir. Prof. David Harvey, diyar kir ku pirsgirêka Kurd di nav pergala kapîtalîst de nayê çareserkirin û got, "Divê Rojavayeke ku bandora pereyan lê nîne bê avakirin. Wê demê em ê karibin behsa herêmeke otonom bikin.”
Konferansa bi serenavên “Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re 2: Teşrîhkirina Modernîteya Kapîtalîst- Avakirina Modernîteya” li salona Audî Max a Zanîngeha Hambûrg bi tevlîbûna bi sedan kesan didome.
Di rûniştina "Teşrîhkirina Modernîteya Kapîtalîst” de Dr. Thomas Jeffrey Miley moderatorî kir.
HARVEY: DIVÊ HERÊMEKE OTONOM A JI PEREYAN SERBIXWE HEBE
Prof. Davîd Harvey di axaftina xwe de diyar kir ku pirsgirêka Kurd di nav dînamîkên kapîtalîzmê de nayê çareserkirin û got, "Newekheviya civakî, bêedaletî, şerên etnîkî û bêhevsengiyên d inav herêman de vê nîşan dide. Lewma pêwîst e têkoşîna jiyana alternatîf bê meşandin. Di vê çarçoveyê de Rojava mînakeke di cih de ye. Eger em li vir behsa otonomiyekê bikin divê hêza pereyan nîn be. Wê demê wê bibe pergaleke serbixwe. Ji ber ku di roja me de tevayî pergalên demokrasiyê yên li cîhanê di bin bandora pereyan de ne. Li DYA û Ewropa ev heye. Demokrasî û azadî hene lê di bin hêza pereyan de ne. Ev jî ne demokrasiya ku Ocalan behs dike. Ocalan behsa pergaleke hê cuda dike, demokrasiyeke tam serbixwe.”
D'SOUZA: ŞOREŞA ROJAVA JI BO CIWAN Û XWENDEKARAN ÇAVKANIYEKE MEZİN A ÎLHAMÊ YE
Dr. D'Souza de jî der barê "Sanayivanî-Hiqûq, Zanist û Emperyalîzm” de axivî. D'Souza ê ji Hîndîstanê hat got ku şoreşa Rojava ji bo ciwan û xwendekarên li Hîndîstanê çavkaniyeke îlhamê û hêviyeke mezin e.
ATHENAS: JIN TI CARÎ DI NIVÎSANDINA DÎROKÊ DE CIH NEGIRT
Dr. Muriel Gonzáles Athenas jî di axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta li hember jinê û cudatiya di navbera cinsan de û got, "Jinan ti carî di nivîsandina dîrokê de cih negirtin. Zîhniyeta serwer a zilam timî dîrok li gor çêkir.”
AYAZ: KAPÎTALÎZM NE ABORÎ YE
Kenan Ayaz jî behsa dîroka kapîtalîzmê kir, bal kişand ser hegemonyaya DYA û Îngîltere kir û got, "Kapîtalîzm ne aborî ye, pergal û desthilatdariyeke. Di navbera mirovan de kendalan ava dike û şeran pêk tîne. Lewma divê mirov li hember vê şer bike."
Fadîle Yildirim jî bal kişand ser şerên olî yên li Rojhilata Navîn. Yildirim got ku ev ji aliyê pergalan ve bi zanebûn tê kirin û pêwîst e li hember vê demokrasî û azadî bên pêşxistin.