ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dêrsimî ji mîtîngê re amade ne
Dêrsimî bi coşeke mezin li benda mîtînga îro ya HDP'ê ne. -
Serketina HDP'ê serketina projeya Rêber Apo ye-Cemîl Bayik
"AKP’î di rojên dawî de bêhtir ketine nava panîkê. Tevî ku bi hevkariyên hundir û derve yên kirêt xwe kirin desthilatdar û desthilatdariya xwe domandin; anîna gel hev a hemû xizan û bindestan a HDP’ê mîna hevkarî û têkiliyeke kirêt nîşan dide." -
Heyeta YNK'ê ya ji bo hilbijartinê hat Kişanak ziyaret kir
Heyeta Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) a ji bo xebatên hilbijartinê ji Başûrê Kurdistanê hat, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ziyaret kir. -
Li Erzîromê tevî êrîşa faşîstan jî gel diherike qada mîtîngê
Li Erzîromê, beriya mîtînga bi beşdariya Hevserokê Giştî Demîrtaş, faşîstan êrîş kirin. Piştî faşîstan polîsan jî êrîşî gel kirin. Lê tevî van hemû êrîşan gel ber bi qada mîtîngê ve diherike. -
Rêxistina HDP'ê ya Amedê bang li hilbijêr û çavdêran kir
Rêxistina HDP'ê ya Amedê banga dengdayîn û xwedîderketina li sindoqan kir û gel vexwend mîtînga 5'ê Hezîranê. -
Binçavkirinên dema hilbijartinê bê navber dewam dikin
Piştî Şirnexê li Colemêrg û Mûşê jî li hemberî hilbijêrên HDP'ê operasyon hat lidarxistin. Li navçeya Colemêrg Geverê û li gundê Ejmanukê yê Mûşê di encama serdagirtina malan de jê 2 zarok 13 kes hatin binçavkirin. -
Xwestin wesayîta namzetê HDP'ê bişewitînin
Komeke faşîst xwest, wesayîta namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Mêrdînê Alî Aslan bişewitîne. -
Dildarên Samsûnê heta niha 50 hezar mal ziyaret kirine
Ji dildarên HDP'ê yên Samsûnê Şalci Işik, Vûral û Beyazit diyar kirin ku li Samsûnê wan bi qasî 50 hezar mal ziyaret kirine û heta niha li nêzîkatiyeke nebaş rast nehatine. -
Li Erzîromê bi desteka polîsan faşîstan êrîşî HDP’iyan kirin-HAT NÛKIRIN
Li Erzîromê bi hezaran HDP'yiyan xwestin bi dirûşman bimeşin qada mîtîngê, lê faşîstan bi desteka polîsan êrîşî gel kirin. -
Balûken: Erdogan gefên xwe bicih tîne
Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken der barê êrîşa duh a li Kanîreşê de got, "Gefên Erdogan li qada mîtîngê nemane. Ji bo bicihanîna van gefan, ferman hatiye dayîn." -
Li wezîrê ku dibêje' HDP wek Jîtemê dixebite’ binêrin!
M. Selîm Ensarîoglu yê di navbera salên 1991-2002’an de parlamenteriya Amedê kiriye, di her kabîneyê de wezîrtî kiriye û tenê di hilbijartinan de Amedê bibîr tîne. Ev kes niha HDP’ê bi JÎTEM’ê sûcdar dike. -
KCK: Bersiva herî baş a li êrîşan xwedîderketina li HDP'ê ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku cînayeta li Çewlikê karê kontrayên JÎTEM'ê ye û destnîşan kir ku li pişt hemû êrîşên li hemberî HDP'ê, hikûmeta AKP'ê heye. -
‘Amed sekna Kurdên azad e’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Savaş Amed diyar kir ku eger Amed xwe wek keleha Kurdan, paytexta Kurdan bibîne, divê peywirên xwe yên dîrokî bîne cih. -
Li Xîzan û Şêrwanê wezîfedarên AKP'ê yên li ser sindoqan cerdevan in
Li navçeyên Sêrt Xîzan û Şêrwanê, ku li dijî HDP'ê û Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Xîzanê Abdûlkerîm Gultekîn êrîş hatin kirin, AKP'ê cerdevan kir wezîfedarên xwe yên li ser sindoqan. -
Li Çewlikê li hember wesayîta HDP’ê êrîş, kesekî jiyana xwe ji dest da
Di navbera gundên Aşagiçir û Serpmekaya yên girêdayî navçeya Kanîreşê yên Çewlikê li hember wesayîta hilbijartinê ya HDP’ê êrîş pêk hat. Ajokarê wesayîtê Hamdullah Oge 50 metre dûrî wesayîtê bi awayekî mirî hat dîtin. -
Şaredarê Bûkardî û gundê Daban tevlî HDP’ê bûn
Li bajaroka Bûkardî ya navçeya Aricak a Elezîzê hezar û 200 kes û li gundê Daban ê girêdayî Kayapinar a Amedê 300 hilbijêr tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê bûn. -
Tempoya xebatên HDP’ê zêde bû
Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber berdewam dikin. Namzetên HDP'ê her cihê diçinê rastî eleqeyeke mezin tên û gelek kes tevlî banga jiyana nû dibin. -
Girtiya nexweş Tokmak hat emeliyatkirin
Girtiya nexweş Fatma Tokmak, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Dr. Sadî Konuk ji dilê xwe emeliyat bû. -
Li Mêrdînê bi hezaran herikîn mîtîngê
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di mîtînga Mêrdînê de axivî û wiha got: "Çavên Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ê ku ji bo aştiya vî welatî kedekî mezin dide li me ye." -
Polîsan girt ser rojnameya Polîtîka
Polîsên sîvîl girtin ser buroya hilbijartinê ya rojnameya Polîtîka. Polîsan di serdegirtinê de çek li yek ji nivîskarên rojnameyê Boran kişandin. -
Polîsan li Stenbolê bi ser gelek navnîşanan de girtin
Li 8 navçeyên Stenbolê, di serdegirtina polîsan de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin. -
Li Kurdistanê karê kontra zêde bû
Tevî ku ji hilbijartinan re 5 roj maye jî li Kurdistanên xebatên kontra her diçin zêde dibin -
Piştî hilbijartinan yekem rojeva HDP’ê TIR’ên MÎT’ê ne
Parlamenterên HDP’ê Pervîn Buldan, Altan Tan û namzetê HDP’ê Celal Dogan diyar kirin ku bi aşkerabûna cebilxaneyên di TIR'ên MÎT'ê de, sûcê hikûmeta AKP'ê îspat bûye. -
Li PE wê yekemcar konferansa Îran û Rojhilat bê lidarxistin
Li PE wê di 4'ê Hezîranê de konferansek bi serenavê "Krîza Rojhilata Navîn, Îran û Kurd" were lidarxistin. Konferans ji aliyê Koma PE ya Dostaniya Kurdan ve tê lidarxistin û Komîteya Rojhilatê Kurdistanê ya KNK'ê jî destekê dide. -
Li hember peykerê Berkîn êrîş
Peykerê bi navê “Nanvan li Berkîn digere” yê li Parka Mehmet Ayvalitaş ji bo Berkîn Elvan hat danîn, ji cihê xwe hat rakirin û parçekirin.