ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li qada mîtîngê ya Amedê teqin pêk hat: 20 birîndar -HAT NÛKIRIN
Li qada mîtînge ya Îstasyonê ya Amedê ku bi sed hezaran kes beşdar bûye teqîn pêk hat. Di mîtînga ku bi sed hezaran kes beşdar bû, du teqînên sedema wan nayê zanîn pêk hat. -
Bi sed hezaran li ser piyan e
Gelê Amedê ji çar aliyan bi slogana "Em biçin meclîsê" di mîtînga HDP'ê ya li Qada Îstasyonê de hat cem hev. -
Zêdetirî sed HDP’yî ji bo dengan ji Stenbolê hatin Mêrdînê
Koma HDP’yî ya ji 150 kesan bi şîara, “Ji bo derbaskirina bendê em dibin dilopek” ji bo dengên xwe bikar bînin ji Stenbolê hatin Kerboran a Mêrdînê. -
Namzetên HDP’ê: Em bihêz bersiv bidin
Ji hilbijartina 7'ê Hezîranê re 2 roj ma. HDP li aliyekî xebatên hilbijartinê didomîne li aliyê din li dijî hîleyên hilbijartinê muşahîdan hişyar dike. -
Êrîşên ku AKP’ê rêxistin kirin hatin şermezarkirin
Li Mersîn, Îzmîr, Agirî, Wan û Îdîrê êrîşên li dijî HDP'ê û herî dawî qetilkirina Hamdullah Oge li Kanîreşê bi daxuyanî û meşan hat şermezarkirin. -
AKP heman derewan careke din li Amedê dike
Beşeke mezin a projeyên Erdogan di 1'ê Hezîrana 2011'an de ji bo Amedê aşkera kir, bicih nehat anîn. Vê carê jî Serokwezîr Davûtoglû qala heman projeyan dike û bi vî rengî hewl tê dayîn gel were xapandin. -
Demîrtaş û Yuksekdag 41250 km rê çûne
HDP’ê di çarçoveya xebatên xwe yên Hilbijartina Giştî ya 7’ê Hezîranê de, daneyên têkildarî xebatên Hevserokên Giştî yên HDP’ê, aşkera kir. -
Li Çorûmê heta hilbijartinê navber dan xwendinê!
Ji bo projeya jiyana nû ya HDP'ê ji gelê Çorûmê re vebêjin, 11 ciwanên li Zanîngeha Hîtîtê dixwînin navber dan xwendina xwe û tevlî xebatên hilbijartinê bûn. -
Namzetê AKP'yî fermana 'dijwar bin' da wezîfedarên xwe yên li ser sindoqan!
Hat ragihandin ku namzetê AKP'ê yê parlamenteriyê yê Êlihê Zîver Ozdemîr fermana 'dijwar bin' daye midûrên dibistanê. -
Ji HDP’ê têkildarî êrîşa Erziromê de daxuyanî
Hevserokatiya HDP’ê ya Erziromê têkildarî êrîşa faşîstan a di mîtînga Erziromê de, daxuyaniyek da û got kesên êrîş pêk anîne ne xwediyên esas ên Erziromê ne. -
Wan hatiye dorpêçkirin!
Du roj beriya hilbijartinan bajarê Wanê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Tîmên Tevgera Taybet ên bi çekan li nava kolanan digerin, gel dixe nava fikaran. -
Serhedê provokasyon pûç kir, dor hat hilweşandina bendê!
Ararat: Divê em li dijî hîleyan hişyar bin. Pêwîstî pê hebe divê em extiyarên xwe hilgirin û bibin ser sindoqan. Girîng e em têkoşîna ji bo hilweşandina bendê, li Serhedê xurttir bikin. -
Her kes dipeyive, AKP dike: Ji girtîgehan 103 darbest derketin!
Hevserokê TAYD-DER Şaxê Îzmîrê Karbadag û Seroka ÎHD'ê Şaxê Îzmîrê Parêzer Ûçar nerazîbûn nîşanî xemsariya desthilatdariya AKP'ê ya li ser mijara girtiyên nexweş dan û destnîşan kirin ku ji mirinên li girtîgehan AKP berpirsyar e. -
"Em êrîşên li dijî HDP'ê bi tundî şermezar dikin"
Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li dijî HDP'ê da û bal kişand ser rola AKP'ê ya di van êrîşan de. -
Hîleyên gengaz ên hilbijartinê û tedbîrên dikarin werin girtin
HDP'ê, beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê li ser hîleyên gengaz ên li ser sindoqan û tedbîrên dikarin werin girtin, xebatek amade kir. Li gorî vê yekê, hîleyên hilbijartinê ji sê pêvajoyên bingehîn pêk tê. -
Rewşenbîran destek dan Can Dundar
Desteka ji bo Derhênerê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar, ku piştî dîmenên cebilxane û çekan ên hikûmeta AKP’ê bi TIR’ên MÎT’ê dişand ji DAIŞ’ê re weşand rastî gefên Recep Tayyîp Erdogan hat, didome. -
Namzetên HDP’ê xebatên xwe didomînin
Xebatên HDP'ê yên hilbijartinê, bi ziyaret, şahî, mîtîngan berdewam dikin. -
Demîrtaş: Ji bo hesabpirsîna ji AKP’ê divê em deng bidin HDP’ê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, di mîtînga HDP'ê ya li Dêrsimê de axivi û diyar kir ku ji bo serketinê û hesab ji AKP'ê bipirsin pêwîst e teqez dengê xwe bidin HDP'ê. -
Ji ÎHD’ê têkildarî xebatên şopandina hilbijartinê civîna perwerdeyê
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, di çarçoveya xebatên şopandinê yên hilbijartina 7’ê Hezîranê de civîneke perwerdeyê li dar xist. -
Xebatên HDP’ê bênavber didomin
Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber berdewam dikin. -
Yuksekdag: Em kesê destê wî di xwîna me de heye nakin serok
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mîtînga Şirnexê de axivî û got ku bila şehîdên Botanê şad bin vaye qada azadî û serketinê tijî bûye. Yuksekdag bi gotina "Em kesê destê wî di xwîna me de heye nakin serok." -
Faşîstan li Erziromê bi polîsan re êrîşî gel kirin
Piştî mîtînga HDP'ê ya Erziromê, polîs û nîjadperestan bi çekan êrîşî girseya ku vegeriya malên xwe kir. Faşistan bi kevir û çekan û polîsan jî bi bombeyên gazê û ava şid êrişî girsê kir. -
Demîrtaş: Bi sedema pîrozbahiyan sindoqan terk nekin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di mitînga Eziromê de axivî bang li hemû kesî kir ku heta encam neyê aşkerakirin divê ti kes ji ser sindoqan neçe. -
Baydemîr: AKP'ê dema bi nanê me lîst cihêkarî nekir
Namzetên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan li navçeya Xelfetiyê bi keyayan re rûniştin. -
HDP li Trabzonê pêşhikum û bendan hildiweşîne
Dîlaver û Şîrîn: Gelê Trabzonê eleqeyeke mezin nîşanî HDP'ê dide. Li vî bajarê ku pêşhikum lê hatine şikandin, em li nêzîkatiyên gelekî erênî rast tên. Em ê dengê xwe yê li vir bi sê qatan zêde bikin.