‘Amed sekna Kurdên azad e’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Savaş Amed diyar kir ku eger Amed xwe wek keleha Kurdan, paytexta Kurdan bibîne, divê peywirên xwe yên dîrokî bîne cih.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Savaş Amed, diyar kir ku ger Amed xwe wek keleha Kurdan, paytexta Kurdan bibîne, divê peywirên xwe yên dîrokî bîne, cih.

Amed da zanîn ku bajarê Amedê di pozîsyoneke ku dikare bandorê li hemû qadan bike û ji ber vê pêşengtî, peywira wê ye û wiha pê de çû: “Paytextbûna Amedê, temsîlkirina wê ya Kurdên azad di pêvajoya pêş de wê xwe nîşan bide.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Savaş Amed, sazbûna civakî û dîroka Amedê analîz kir û Amed di 7’ê Hezîranê de dengê xwe dide kê, nirxand.

Amed bal kişand ser dîrok û erdnîgariya Amedê û wiha berdewam kir: “Amed wek dilê Kurdistanê tê binavkirin. Di aliyê erdnîgariyê de li Bakurê Mezopotamyayê cih digire, lê ji ber têkoşîna ku gelê Kurd lê jiyaye, di aliyê dîrokî û geşedanên îro, mîsyonek li Amedê hatiye barkirin û ev jî Amedê wek navend bi nav dike. Ev binavkirin rastiyekê jî îfade dike. Di aliyê dîrokî de, di aliyê roja me ya îro de jî rastiyek wisa îfade dike. Amed ji aliyê Kurdan ve wek navenda siyasî bê bi navkirin jî, ev di aliyê dîrokê de jî wisa ye. Di lêkolînên arkeolojiyê de  wek navenda mirovahiyê, civakîbûnê, wek Hîlala Zêrîn hatiye binavkirin.

Di vî alî de navenda erdnîgariya ku me bi nav kiriye ya Hîlala Zêrîn e. Li gorî daneyên li Gobeklî Tepe (Xerabreşk) hatine dîtin, dikare wek pêngaveke pêşdeçûyî bê nirxandin. Di lêkolînan de derketiye hole ku perestgeha yekem a mirovahiyê  li vir derketiye holê. Dîsa Çemê Kotê Ber a li Erganiyê, Newala Çorî ya li Êlihê daneyên girînd derdixe holê.”

Amed da xuyakirin ku di vî alî de Amed herêma ku tiştên yekem ava dike û wiha berdewam kir: “Civakîbûna yekem li vir pêş ketiye. Xurek li vir hatiye dîtin. Xanî li vir hatine çêkirin. Hêza wateya yekem li vir ava bûye. Derdora Amedê ji bajar wêdetir, wek herêm bi navkirin rastir e. Erdnîgariya ku Amed lê ye, herêma yekem mirovahî lê pêş ketiye.

Di aliyê avabûna civakîbûn, nirxên civakîbûn, hest û pêşeroja mirovahiyê de, xwedî roleke wiha ye. Ev di aliyê Kurdan û mirovahiyê de gelek girîng e. Amedê di encama lêkolînan de nîşan daye ku ev navenda Hîlala Zêrîn ev erdnîgarî ye û ev bêguman ji bo gelê me jî gelek girîng e.

Bêguman ev nayê vê wateyê ku her tişt Kurdan afirandiye. Em behsa rewşa pêşketina civakîbûn û mirovahiyê dikin. Daneyên arkeolojîk û lêkolîn, îfade dikin ku navenda Hîlala Zêrîn Amed û derdora wê ye. Pêvajoya belavbûna mirovahiyê ji vê herêmê derketiye. Qezencên hatine bidestxistin, şoreşa çandiniya gund, terza jiyanê, zîhniyeta pêş ketiye, çand, cil û berg ji van deran derketiye holê.

Amed da xuyakirin ku Ameda li Mezopotamyayê ye, di aliyê herêma derbasbûnê de rastiyek wê heye. Yanî xeta derbaskirina nirxên ku li wir hatiye afirandin, derbasî Anatolyayê, Balkanan û Ewropayê kiriye. Hem di aliyê pêşketina mirovahiyê de, hem di aliyê avhewaya xwe de, di hem aliyê dewlemendiyên xwe de û avabûna nirx û çanda xwe de, wek dergûşa mirovahiyê binavkiririn, di cih de ye. Bêguman dîsa navenda Huriyan, Mîtaniyan, Amed û derdora wê ye. Yanî Amed, Riha û Mêrdîn ku em wek erdnîgariya Kurdan bi nav dikin,  hema hema hemû warên Hurî û Mîtaniyan e.

Li gorî lêkolîna ku Brad Waîn li Çemê Kotê Ber kiriye wiha dibêje; Di dîrokê de cihê herî watedar ê jiyanê ev der e. Ev nêrîna Brad Waîn çima derketiye hole? Bi rastî jî di alî pêşketina mirovahiyê de ev der xwedî wateyek mezin e. Brad Waîn bi xwe ji Ewropayê ye. Ji aliyê kesekî Ewropayî ve tiştek wisa gotin, gelek bi wate ye.

Li vir xaniyên yekem hatine çêkirin, pirsgirêkên xwarin û starbûnê hatine çareserkirin. Li Amed û derdora wê mirovahî derbasî civakîbûnê  bûye, çandiniya yekem kiriye û qafik û kase çêkiriye.  Jiyana exlaqî û polîtîk ava kirine û di rastiyê de civaka demokratîk afirandine û pêş xistine. Ev jiyanên ku parçe bûne îro bi saya PKK’ê di bin banekî de tên cem hev.

Bi Rêber Apo û rastiya PKK’ê re kesê azad, civaka azad û jiyana azad  ji nû ve li ser van xakan şîn dibe. Mîsyona ku Amed temsîl dikeli dijî lîstina roleke wisa, pêngavên dîrokî avêtiye û ji vê re pêşengî kiriye.”

Amed di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Amed niha hem di aliyê Kurdan de û hem jî di aliyê gelên herêmî û giştî, di aliyê nêrîna Kurdan a li Kurdan, de rastiyek wisa îfade dike û wiha pê de çû: “Paytexta Kurdan, Navenda Siyasî ya Kurdan û Keleha Kurdan. Yanî bi kurtasî Navenda Kurdbûnê ye. Bêguman ev tenê ji derve wiha nayê dîtin. Mîsyoneke wiha ya Amedê ya di aliyê dîrokê de heye. Îro jî di aliyê têkoşînê de wiha ye. Di aliyê pêşketinên dîrokî de jî Amedê her tim rolek wiha lîstiye. 

Dema Kurd tê gotin, destpêkê Amed tê hişê mirovan. Di aliyê meşandina têkoşîna azadiyê de Kurdbûn, tê wateya Amedê. Amed bi qasî ku bajarekî, nasnameya gelekî ye jî. Yanî di vî alî de Amed nasnameya Kurdan îfade dike. Lê Kurdên Azad îfade dike.

Di 1071’ê de li dijî Bîzansiyan Kurd û Tirkan tifaqa avakirine û  di vê pêvajoyê de jî Merwanî ava bûne. Farqîn wê demê paytexta herêmê bû.  Împaratoriya Bîzansê wê demê êrîşê Kurdistanê dike.  Wê demê Kurd bi Tirkan re tifaqê dikin. Ev tifaqekeke ku li dijî hêzên hegemonic xwe biparêzin, hatiye avakirinê.  Di vî alî de heta roja meya îro di vî alî de tifaqên wisa hatine dîtin. Hîmê tifaqa di navbra Kurd û Tirkan de di 1071’ê de pêk hatiye.

Dîsa di demên cuda de Amed li dijî mêtingeriyan her tim li ber xwe daye û serî hildaye, qirkirin qebûl nekiriye. Di dema rizgariya Komara Tirk de hêza ku Mustafa Kemal pêre tifaq kiriye dîsa Kurd bûne. Ew bi xwe jî li Amedê maye. Ev heta avabûna destûra bingehîn a 1924’an berdewam kiriye. Lê ji 1924’an û şûn ve polîtîkayên tinekirin, înkarkirin û dagirkirinê destpê kiriye. Yek ji cihên ku serî hildaye jî Amede.

Serhildana bi pêşengiya Şêx Seîd a di 1925’an de pêk ketiye, berteka li dijî vê polîtîkaya înkarê û neqebûlkirinê bû. Rastiya di serhildana Şêx Seîd de derket hole rastiya wê ev e; avakirina Kurdan, tinekirina Kurdan, qirkirina Kurdan bûn. Ev serhildaneke li dijî vê bû. Ji ber vê jî şerê parastina azadî û hebûna xwe bû. Lê pêkhatina serhildana Şêx Seîd a li ser van xakan, mîsyona dîrokî ya Amedê careke din daniye hole.

Dîsa bi pêşengiya Rêber Apo di 1978’an de PKK li Licê ya Amedê ava bûye. Beriya vê hebe jî, civê avabûna wê ya fermî Amed e. Amed di eastiyê de herêma têkoşînê ye. Avabûna PKK’ê ya li vê herêmê bêguman girîng e.

Dîsa li dijî darbeya leşkerî ya 1980’ê de li zindanên Amedê berxwedaneke ku pêş ketiye hebû. Bi pêşengiya Mazluman, Kemalan, Hayriyan berxwedana zindanan pêş ket. Berxwedana li zindanên Amedê pêş ket, têkoşîna ji bo hebûna Kurdan bê qebûlkirinê bû.  Li Amedê di nava çar dîwaren de îradeya jiyana azad ya koletiyê red dike nîşan dide. Belê Amed xwedî ruhê têkoşîneke bi vî rengî ye. Di şert û mercên herî bê derfet de, li zindanên Amedê, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin hebûna Kurd, azadî û jiyan îspat kiriye.  Di derketina PKK’ê û demên têkoşîna dîrokî de xakên Amedê her tim malovanî kiriye.”

Amed bal kişand ser rastiya Newrozê ya ku bi Amedê re bûye yek û bi lêv kir ku ev rastiya Newrozê ya bi PKK’ê re derketiye hole. Amed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newroza Amedê êdî bûye festival azadiyê. Beşdarbûna Newroza Amedê, ji bo mirovan rewşa rumetê îfade dike.  Beşdarbûna Newroza Amedê ji bo mirovan rewşek girîng teşkîl dike. Ya ku Newroza Amedê afirandiye, berxwedana li zindanên Amedê û nirxên ku bi hezaran şehîdên me afirandiye. Gelê Amedê di ferqa vê mîsyona dîrokî de ye.”

KURDÊN AZAD

Amed di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku sekn, nêzîkarî û qehremaniya gelê Amedê di esasê de vê temsîl dike. Amed wiha pê de çû: “Amed, jiyana Azade.  Ji bo azadiyê ji hemû bedelan re amadeye, raziye.  Kedek mezin e.  Keda şehîdênme ji bo me çavkaniya herî xurt a mezine. Ji ber vê Amed her tim xwedî li şehîdên xwe derketine û mîsyona xwe ya dîrokî aniye cih.”

HELWESTA AMEDÊ YA DI HILBIJARTINAN DE

Çawa ku ji bo gel beşdarbûna Newrozê rûmetê îfade dike, têkoşîn û hestiyariya di vê pêvajoyê de jî gelekg irînge.  Lê bi taybet di pêvajoya hilbijartinê de peywir û berpirsyariyên gelê Amedê hene. Hilbijartin êdî ketiye  pozîsyona referandumê. Ji bo serkeftinê divê em bikevin hemû malan, kolanan.  Encameke serkeftî girêdayê helwesta Amedê ye.  Ji ber vê peywirên girîng li ber Amedê ne. Ger Amed Keleh be, paytext be û xwedî mîsyoneke wisa be dive peywirên xwe yên dîrokî bîne cih. Ji ber vê jî dive gelê Amedê  aktîf beşdarî vê pêvajoyê bibe.  Dive pêşengiyê bike.  Cavê hemû kesî lê ye. Ev hilbijartin navbera jiyana demokratîk û hegemonyaya AKP’ê de derbas dibe.  Bêguman xwedîderketian li çanda berxwedana dîrokî  girînge. Divê Amed bi vê hişmendî û berpirsyariyê tevbigere.Divê hegemonyaya AKP’ê bê şikandin. 

Peywira dikeve ser milê Amedê eve ku wek Colemêrgê ji sedî sed serketinê bi dest bixe. Hilbijêr divê li gorî vê mîsyonê tevbigerin. Şikandina hegemonyaya AKP’ê bi îrdeya demokratîk a hilbijêran wê derkeve hole. Demokratîkbûna Tirkiyeyê di Amedê de derbas dibe. Dive em vê bizanin.”