ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

ROJEV

*Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.

*Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

*Endamên KNK'ê biryara PKK'ê ya rawestandina têkoşîna çekdarî û banga Rêber Apo nirxandin û gotin: “Pêşketinên li Rojhilata Navîn rê li ber hewcedariya yekîtiya gelê Kurd û perspektîfa çareseriya demokratîk vekir.”

*Li Amedê meşa jinan a bi şiyara “Ji bo Aştiyeke Civakî û Çareseriyeke Demokratîk Jin Dimeşin” wê were şopandin.

*Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren anî ziman ku aliyê Kurdan pêngavên ku pêşiya Tirkiyeyê vekin, avêtin û got: “Ger Tirkiye jî dixwaze pirsgirêkên xwe çareser bike û di nava hevsengiya Rojhilata Navîn de cih bigire divê têkildarî van yekan pêngavên şênber biavêje.”

*Çalakiyên xizmên girtî û windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê bên şopandin.

*Dr. Nîsan Alici  diyar kir ku li pêşiya dabînkirina edaleta serdema derbasbûnê ti astengî tine ne û bêyî lihevkirineke aşitiyê jî dikare ev mekanîzma werin avakirin.

*Gerîlayê wêrek Rûstem Hemdem bi cesaret û fedekariyekî mezin li hemberî hemû êrîşên dijmin di zindanê de li ber xwe dide û dibe dengê azadiyê. Êdî xeta Mazlûm û Kemalan di şexsê xwe de pêkan dike.