Piştî hilbijartinan yekem rojeva HDP’ê TIR’ên MÎT’ê ne

Parlamenterên HDP’ê Pervîn Buldan, Altan Tan û namzetê HDP’ê Celal Dogan diyar kirin ku bi aşkerabûna cebilxaneyên di TIR'ên MÎT'ê de, sûcê hikûmeta AKP'ê îspat bûye.

Di rojnameya Cumhuriyetê de bi dîmenan hat tespîtkirin ku TIR’ê aydê MÎT’ê ya ku hikûmeta AKP’ê jê re pêşengî kir û ji Edeneyê derbasî Sûriyeyê dibûn de, ne derman, muhîmat hebûye.  Parlametnerê HDP’ê Pervîn Buldan, Altan Tan û namzet Celal Dogan ji ANF’ê re axivîn û gotin bi van belgeyan sûcên AKP’ê hatiye tespîtkirin. Tan got: “Ew reîsê Cumhur be jî di alî hiqûqê de mekanîzmaya bê şixulandin di destura bingehîn de heye.” Buldan jî got piştî van hilbijartinan rojeva herî girîng ya HDP’ê alîkariya lojîkstîk a dewletê ya ji bo DAIŞ’ê ye.  Celal Dogan jî got li dijî van sûcan ji niha de serlêdanên şexsî yên ji Lahey hatine kirin.

EV BELGE TESPÎTA SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE

Buldan bi lêv kir ku wan wek HDP ji serî de anîne ziman ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê, lê hikûmetê di her carê de ev înkar kir û got: “Bi van belgeyên nû re, piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê careke din derket holê. Bi vî awayî bi belgeyan derket holê ku dewlet sûcê mirovahiyê dike.  Tevî van alîkarî û zextan, gelê Kobanê destê hev girt û bi ser ketin. Divê dewlet ji vê serkeftinê şerm bike. Divê dewlet demildest dawî li vê alîkariya xwe bîne. Divê ji gelên Tirkiyeyê û şehîdên Kobanê lêborînê bixwaze. Piştî hilbijartinan rojeva herî girîng ya HDP’ê, piştgiriya ku Tirkiye dide DAIŞ’ê ye. Wê hem di alî hiqûqî û hem jî di alî siyasî de bê deşîfrekirin. Emê ji rayagiştî ya Tirkiyeyê re ragihînin.”

WÊ RÊYA DARAZÊ VEBE

Tan bi lêv kir ku bi van belgeyan derket holê ku AKP’ê çawa benzîn li agir dike û got: “Ev sewqiyat li gorî hiqûqa hundir û navneteweyî sûce. Di vê rewşê de ew Reîsê Cumhur be, kî dibe bila bibe, mekanîzmaya darizandinê di destura bingehîn de heye. Lê wek mînaka 4 wezîrên nelêrêtî kirin, astengiya herî mezin a li pêş darizandinê, zêdebûna AKP’ê ya li Meclîsê ye. Yekane rêya ku AKP hesabê van sûcan bide, arîtmetîka hilbijartinê ye.  Piraniya partiyên din wê rêya darazê vebike.

ALÎKARIYA AKP’Ê HER KES DIZANE

Namzetê HDP’ê yê Dîlokê Celal Dogan jî  diyar kir ku ji li aliyê her kesî ve tê zanîn ku desthilatdariya siyasî di mijara Sûriyeyê de çiqas şaşiyan dike û  got: “Ev di esasê de tiştên tên zanîn û yên hatine deşîfrekirinê ne.  Ev derketina holê ya tiştên veşarîne.  Her kes dizane ku hikûmet piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Barack Obama jî dizane, Suriye jî dizane.” Dogan bi lêv kir ku ew wek şexs wê têkildarî vî sûcî de serî li Lahey bide.

...