ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kesên temenê wan nagire deng bikar anîn
Li Konyayê kesên tevî temenê wan nagire deng bikar anîn hatin girtin. -
Hîleyên di sindoqan de didomin
Li Dibistana ÎBB Barbaros Hayrettin a Stenbolê di sindoqa hejmar 1383 de li şûna 3’yan 4 û li şûna reş mora sor derket. Di vê navberê de serokê sindoqê li dibistana Ulus a Bûrsa xwest morê û pisûlaya deng derxe derve. -
Wezîfedaran nexwestin hilbijêrê HDP'yî yê astengdar deng bikar bîne
Li Îzmîrê wezîfedarên li ber sindoqê hewl dan ku hilbijêrekî çavê xwe nabîne, dengê xwe bikar neyne. -
Li Frankfûrt çalakî: Amed ne bi tenê ye
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê hat şermezarkirin. Hat diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê ji êrîşê berpirsyar e û derbaskirina bendê wê bersiva herî baş be. -
Li Amedê zext û hewldanên hîleyê zêde dibin
Li Kurdistanê dengdayîn dewam dike. Lê di heman demê de zext û hewldanên hîleyê jî zêde dibin. -
Hemû rayedarên dewletê yên li Kurdistanê ji AKP'ê re dixebitin
Li Wanê, zexta li hilbijêrên HDP'yî tên kirin û hîleyên di dengdayînê de dewam dikin. -
Baydemîr: Yên di dengdayînê de hîleyan bikin wê hesap bidin
Namzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr da xuyakirin ku li hemberî kesên bi komî dengan bikar tînin, nahêlin çavdêr wezîfeya xwe bikin, wê li qada hiqûqê têkoşîna pêwîste were meşandin. -
Pîra 115 salî ji bo HDP'ê rabû ser xwe
Pîra 115 salî got 'ji bo aştî û azadiyê HDP' û ji nava nivînan rabû ser xwe û dengê xwe bikar anî. -
Bûldan: Wê rojeke nû li Tirkiyeyê hilê
Li Stenbolê, hilbijêr eleqeyeke mezin nîşanî hilbijartinan didin. Ji namzetên HDP'ê yên Stenbolê Pervîn Bûldan got, "Piştî saet 21:00 ê vê êvarê, li Tirkiyeyê wê rojeke nû hilê. Biratiya gelan wê bi ser bikeve, bindest wê bi ser bikevin." -
AKP'yî bi israr bi awayekî vekirî deng bikar tînin
Li Gemlîkê, kurê endamê Meclîsa Şaredariyê yê AKP'yî Suleyman Katûr ku dubare deng bikar anî, bi girtename û raporê re ev hîleya wî hat tespîtkirin. -
Li Amedê hilbijêrek hat binçavkirin
Li Amedê, hilbijêreke dixwest dengê xwe bikar bîne, hat binçavkirin. -
Kesekî ji Sûriyeyê dema dengê sexte bikar dianî hat girtin
Li Dibistana Seretayî ya Ramazan Savaş a Mûratpaşa ya Antalyayê, kesekî Sûriyeyî dema deng bikar dianî hat girtin. -
Polîs li Êlihê çavdêran asteng dikin
Li Êlihê, Baro, ÎHD û Platforma Hilbijartinê ya Serbixwe, tevî erka çavdêriyê ya ji Desteya Hilbijartinê ya Bilind wergirtî, polîs bi îdîaya "destûra we hat betalkirin" wan asteng dikin. -
Li Kurdistanê AKP'yî zextê li gel dikin
Li Kurdistanê AKP'yî bi desteka hêzên dewleta Tirk re zextê li gel dikin. -
Serokê AKP'yî gef li wezîfedarên sindoqê xwar
Li Lîseya Pîşeyî ya Keçan a Koçhîsarê ya Mêrdînê, Serokê AKP'ê yê Navçeyê gef li wezîfedarên sindoqê xwar. -
Li Karşiyakayê pisûlayên dengan ên AKP lê hatiye morkirin hatin zevtkirin
Li Dibistana Seretayî ya Cemîl Akyuz a navçeya Îzmîr Karşiyakayê, kesên ku pisûlayên dengan ên mor li binê amblema AKP'ê hatibû xistin, hatin zevtkirin. -
Pisûlayên dengan ên li Stenbolê rê li ber tevlîheviyê vekirin
Pisûlayên dengan ên ji bo hilbijêrên Stenbolê hatin çapkirin rê li ber tevliheviyê vekir. Ji ber ku amblemên namzetên serbixwe li bin amblemên partiyan hatine bicihkirin hat gotin ku hin hilbijêr dengên xwe şaş bi kar anîne. -
Nelirêtiyên li ser sindoqan
Hikûmeta AKP'ê a ku bi rojane hewl dide pêvajoya hilbijartinê provoke bike, serî li hîleyên hilbijartinê dide. -
Li dijî HDP'ê 3 jê bombeyî 112 êrîş hatin kirin
Ji roja destpêkirina pêvajoya hilbijartinên îro û vir ve HDP 112 caran li êrîşê rast hat. Li avahiyên HDP'ê yên Edene û Mersînê bombe hatin teqandin. Ya herî bi xwîn jî di 5'ê Hezîranê de di mîtînga li Amedê de rû da. -
Selahattîn Demîrtaş dengê xwe bikar anî
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Dibistana Navîn a Mevlana ya li Sûltanbeyliyê dengê xwe bikar anî. -
Li Kurdistanê binpêkirinên hilbijartinê
Li gelemperiya Tirkiyeyê dengdayînê ji saet 08:00 û pê ve destpê kir. Li Kurdistanê binpêkirinên hilbijartinê rû didin. -
AKP'yî zextê dikin ji bo deng bi awayekî vekirî werin bikaranîn
Bi destpêkirina dengdayînê re hîleyên AKP'ê jî destpê kirin. Li gundên Sêweregê, AKP'yî zextê li gel dikin ku bi awayekî vekirî dengê xwe bikar bînin. -
Yuksekdag: Heta encam zelal bibin bila kes ji ber sindoqan neçe
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag dengê xwe li Wanê bikar anî. Piştî dengdayînê Yuksekdag daxuyaniyek da û got, "Îro ji van sindoqan wê baweriya bi demokrasiya Tirkiyeyê û jiyana nû derkeve." -
Li dijî buroya hilbijartinê ya HDP'ê êrîş
Li navçeya Edene Ceyhanê, faşîstan bi çekan êrîşî buroya hilbijartinê ya HDP'ê kirin. -
Li Êlihê kontra li dû provokasyonan e!
Li Êlihê, kontra belavokên pornogratîf ên li dijî HDP'ê belav dike.