Polîsan li Stenbolê bi ser gelek navnîşanan de girtin
Li 8 navçeyên Stenbolê, di serdegirtina polîsan de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin.
Li 8 navçeyên Stenbolê, di serdegirtina polîsan de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Stenbolê Sûltangazî, Kuçukçekmece, Başakşehîr, Bagcilar, Bahçelîevler, Esenyûrt, Ataşehîr û Bakirkoyê, tevî buroya teknîkê ya Kovara Yuruyuş û Weşangeriya Ozan, polîsan avêtin ser gelek navnîşanan.
Di serdegirtinan de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin. Binçavkirî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekî hatin kontrolkirin û dûre ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li kolana Vatan.