Yek ji êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî HDP'ê, îro li Erzîromê bi destê faşîstan hat kirin. Beriya mîtînga bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, faşîstan êrîş kirin. Piştî faşîstan polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin.
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê Seher Akçinar Bayar der barê rewşa aloz a li bajêr de agahî da û got, "Hem ji ber êrîşa nîjadperestan, hem jî ji ber êrîşa polîsan hevalên me birîndar bûn. Lê belê birîndarên rewşa wan giran nîne."
Bayar da xuyakirin ku ji bo serbestberdana mirovên ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin hewldanên wan dewam dikin û got, "Agahî ji me re tên ku mirovên ji gundan hatine, nahêlin bikevin nava bajêr. Em hewl didin dest li vê astengiyê jî werdin."
Bayar diyar kir ku tevî hemû astengî û êrîşan jî gel qada mîtîngê dagirtiye û got, "Hînê gelê me diherike qada mîtîngê. Em ê mîtînga xwe bi coşeke mezin û girseyî pêk bînin."
Di vê navberê de, veguhastina leşkerî ber bi navenda bajêr ve hat kirin.