Li navçeyên Sêrt Xîzan û Şêrwanê, ku li dijî HDP'ê û Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Xîzanê Abdûlkerîm Gultekîn êrîş hatin kirin, AKP'ê cerdevan kir wezîfedarên xwe yên li ser sindoqan. Xebatkarê li navçeya Xîzanê û şêniyê herêma Saginli yê navçeyê Alî Yildiz ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku AKP bi taybetî li Xîzan û Şêrwanê amadekariya provokasyoneke mezin dike. Yildiz diyar kir ku Fermandarê Qereqola Jendermeyan a Saginliyê Berbaz Hasan Bagcş, Sercerdevan Ayhan Ozdemîr û Ayhan Ozcan, li navçeya Xîzanê 650 cerdevan weke wezîfedarên li ser sindoqan nivîsandine.
'JI BO PEREYAN LI GUNDAN DIGERIN Û GEFÊ LI GEL DIXWIN'
Çend roj beriya hilbijartinan, derket holê ku AKP li Kurdistanê amadekariya provokasyoneke mezin dike. Hat ragihandin ku li Saginli ya Xîzanê û û navçeya Şêrwanê yên Sêrtê, wê li ser sindoqan cerdevan û leşker werin bicihkirin. Şêniyê Saginli Alî Yildiz da zanîn ku li Xîzanê 650 cerdevan di berdêla pereyan de bûne wezîfedarên li ser sindoqan. Yildiz anî ziman ku ev rêxistinbûyîn bi pêşengiya Fermandarê Jendermeyan ê Saginli Berbaz Hasan Bagci û sercerdevan Ayhan Ozdemîr û Ayhan Ozcan ve tê kirin. Yildiz da xuyakirin ku cerdevan li gundên Saginliyê digerin, ji bo dengê xwe nedin HDP'ê gefê li gundiyan dixwin.
Yildiz diyar kir ku tirs û aloziya li Saginli gihaştiye asta herî bilind, gundî ditirsin û bibîr xist ku xebatên rêxistina HDP'ê ya navçeyê ji aliyê cerdevanan ve tê astengkirin. Yildiz diyar kir ku cerdevanan gef li HDP'yiyên xebatên hilbijartinê dimeşînin xwarine û ji wan re gotin "Em ê piştî hilbijartinê we bibînin."
LI NAVÇEYA ŞÊRWANÊ HEMAN SENARYO
Li navçeya Sêrt Şêrwanê jî ku çend roj berê Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Xîzanê Abdulkerîm Gultekîn lê li êrîşê rast hat, rewş bi heman rengî ye. Yildiz da xuyakirin ku AKP li vir jî cerdevanan li ser sindoqan wezîfedar dike û anî ziman ku rêxistinbûyîna li vê derê jî ji aliyê sercerdevanên gundê Oya û axa Kazim Ensarlioglû û Saît Ensarlioglû yên êrîşî Gultekîn kiribûn, tê meşandin.
Yildiz destnîşan kir ku ti gef nikare wan ji têkoşîna wan vegerîne û got, "Berdêla wê mirin be jî em ê heta dawiyê xwedî li sindoqan derkevin."