KCK: Bersiva herî baş a li êrîşan xwedîderketina li HDP'ê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku cînayeta li Çewlikê karê kontrayên JÎTEM'ê ye û destnîşan kir ku li pişt hemû êrîşên li hemberî HDP'ê, hikûmeta AKP'ê heye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku cînayeta li Çewlikê karê kontrayên JÎTEM'ê ye û destnîşan kir ku li pişt hemû êrîşên li hemberî HDP'ê, hikûmeta AKP'ê heye. KCK'ê got, "Li Çewlikê jî, li Amedê jî, li Mûşê jî li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê bersiva herî baş a li êrîşan were dayîn ew e ku hîn bêhtir deng ji HDP'ê re were dayîn. Em bang li tevahiya gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî van êrîşan xwedî li HDP'ê derkevin; li dora HDP'ê tifaqa demokrasiyê û benda hêzên demokratîk ava bikin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku di rojên dawî de êrîşên li dijî xebatên hilbijartinê yên HDP'ê zêde bûne. KCK'ê da xuyakirin ku li Tirkiyeyê faşîstên bi rêveberiya dewletê, li Kurdistanê jî kontrayên dewletê êrîşî HDP'ê dikin û destnîşan kir ku li Kurdistanê JÎTEM ji nû ve li ser kar e."

'CÎNAYETA KONTRAYÊN JÎTEM'Ê YE'

KCK'ê da zanîn ku kontrayên li Farqînê, li Liceyê êrîş kirin, li Çewlikê jî êrîşî otobusa hilbijartinê ya HDP'ê kirin û ajokarê otobusê qetil kirin û got, "Li gelek cihên Kurdistan û Tirkiyeyê, êrîş li avahiyên hilbijartinê û xebatkarên HDP'ê tên kirin. Cînayeta li Çewlikê cînayeta kontrayên JÎTEM'ê ye. Em ji malbata HDP'yiyên hatine qetilkirin û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên şehîdên xwe bi Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana azad re tacîdar bikin."

'ERDOGAN Û AKP'Ê HER TIM HDP HEDEF NÎŞAN DAN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Çewlikê qetilkirina ajokarê otobusa hilbijartinê ya HDP'ê, heman piştî zimanê êrîşkar ê Tayyîp Erdogan ê li axaftina li Çewlikê rû da, ku di vê axaftina xwe de HDP hedef nîşan da." Hevserokatiyê got, "Tayyîp Erdogan û rayedarên AKP'ê di her axaftina xwe de HDP'ê hedef nîşan didin. Ev axaftin ji bo hêzên kûr û kontrayên di bin kontrola AKP'ê de ne, ferman in. Li cihekî ku ji bo mîtînga Erdogan tedbîrên ewlekariyê yên awarte hatin girtin de qetilkirina HDP'yiyekî, nîşan dide ku yên cînayet kirine di bin ewlekariya dewletê de ne.

Ji devê Erdogan û Davûtoglû her roj, her saet jehr û sixêf diherikin. Ti hilbijartin ewçend nehatibû şidandin, nehatibû alozkirin. Ne hilbijartin mîna şer tê kirin e. Diyar e ku desthilatdariyeke bi vî rengî ti xêrê ji Tirkiyeyê re nîne. Êrîşkariyeke ewçend dijwar û dûrxistina ji hev, di demeke ku demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyeteke de, ji bo Tirkiyeyê rewşeke gelekî xetere ye. Tê fêmkirin ku AKP li hundir û derve polîtîkaya rageşî û şer dimeşîne."

'LI PIŞT ÊRÎŞAN HIKÛMETA AKP'Ê HEYE'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev xal destnîşan kir:

"Li welatekî ku di pêvajoya hilbijartinê de her roj êrîşên kujeriyê li dijî partiyekê tê kirin, hikûmeta wî welatî rewabûna xwe winda kiriye. Hikûmeteke ku êrîşkarên dema hilbijartinê nagire, mafê xwe yê ji nû ve hikûmetbûyînê winda kiriye. Ji xwe dema AKP'yî fêm dikin winda dikin, hîn bêhtir êrîşkar dibin. Ji bo bi belaşî 70 parlamenteran bi dest bixe, divê HDP'ê di binê bendê de bihêle. Ev êrîş hemû ji bo vê tên kirin. Li pişt wan hikûmeta AKP'ê heye.

'BERSIVA HERÎ BAŞ A LI ÊRÎŞAN EW E KU HÎN BÊHTIR DENG JI HDP'Ê RE WERE DAYÎN'

Pêwîste hemû Kurd, demokrat û mirovên xwedî wijdan vê rastiyê bibînin, hîn bêhtir xwedî li HDP'ê derkevin û vê polîtîkaya êrîşkar a AKP'ê ceza bikin. Li Çewlikê jî, li Amedê jî, li Mûşê jî li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê bersiva herî baş a li êrîşan were dayîn ew e ku hîn bêhtir deng ji HDP'ê re were dayîn. Em bang li tevahiya gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî van êrîşan xwedî li HDP'ê derkevin; li dora HDP'ê tifaqa demokrasiyê û benda hêzên demokratîk ava bikin."