ROJANE
Hemû Nûçe
-
ÎHD'ê banga ‘Hefteya zarokan’ li namzetan kir
ÎHD’ê bang li namzetên parlamenteriyê kir ku “Manîfestoya Mafên Zarokan” îmze bikin. Namzetên HDP’yî yên tevlî civînê bûn soz dan ku wê şopdarê mafên zarokan bin. -
Li Tarsûsê 2 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Tarsûsê yek jê rêvebera HDP'ê ya navçeyê 2 kes hatin binçavkirin. -
Polîs bi hinceta 'hewl da bireve' gule berda Serkan Unal
Polîs, bi hinceta 'hewl da bireve' gule berda Serkan Unal ê biribû nexweşxaneyê û ew bi giranî birîndar kir. -
Li Îzmîrê lêpirsîna 1'ê Gulanê
Li Îzmîrê, ji ber lêpirsîna li ser pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bang li 22 kesan hat kirin ku îfadeyê bidin. -
DTCF heta hilbijartinan navber da perwerdeyê
Rêveberiya Fakulteya Ziman Dîrok û Cografya ya Zanîngeha Enqereyê heta 8’ê Hezîranê navber da perwerdeyê. -
FGD: Dewlet dixwaze hêzên me parçe bike
Federasyona Gelan a Demokratîk (FGD) têkildarî êrîşa binçavkirinê ya li dijî FGD û rojanmeya Halkin Gunluğu ya navenda wan li Stenbolê ye, pêk hat de daxuyaniyek nivîskî da. -
Polîsan girt ser SDP û Rojnameya Gelecek
Polîsan girt ser avahiya ku Rêxistina SDP’ê ya Kadikoy û Rojnameya Gelecek têde ye. Polîsên di avahiyê de lêgerîn kirin 7 endamên partiyê û rojnamevanan di bin çavan de digirin. -
Ji xizmên windahiyan çalakiya bi findan
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê û xizmên windahiyan, di çarçoveya Hefteya Windahiyan a 17-31'ê Gulanê de bi findan çalakiya rûniştinê lidar xistin. Di çalakiyê de hat xwestin ku windahî bên dîtin, kiryar bên darizandin û cezakirin. -
Edalet nehat Geziyê
Ji bo şehîdên Geziyê Mehmet, Abdullah, Îrfan, Ethem, Alî Îsmaîl, Medenî, Ahmet, Hasan Ferît, Berkîn û Mehmet hîna edalet pêk nehatiye. -
Li Geverê derabeyên dikanan girtî ne -HAT NÛKIRIN
Ji ber merasîma vekirina balafirgehê, ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû wê beşdar bibin, esnafên Geverê îro dikanên xwe venekirin. -
Çeteyê sîxurê MÎT'ê ji aliyê pêşmergeyan ve dîl hat girtin
Tê gotin çeteyekî DAIŞ'ê yê ji Erzîromê, ku sîxurê MÎT'ê ye, ji aliyê pêşmergeyan ve dîl hatiye girtin. -
Turanciyên îşkence li du ciwanên Kurd kirin hatin berdan
Endamên Platforma Tevgera Turanciyan a li navenda Kadikoyê du ciwanên Kurd bi darê zorê kirin jêrzemîna Komeleya Mala Çandê ya Atsiz, dest û lingên wan girêdan û îşkence li wan kirin beyî ji bo girtinê bên sewqkirin hatin berdan. -
Ciwanên Kurd li Kadikoyê rastî îşkenceyê hatin
Li Kadikoyê du xwendekarên Kurd rastî îşkenceya hov a komeke nîjadperest a bi navê Platforma Tevgera Turanci' hatin. -
Li Konyayê li 5 hunermendên ku stranên bi Kurdî gotin lêpirsîn hat vekirin
Li Konyayê li 4 hunermendên ku bi hinceta di 8’ê Adarê de stran gotine û hunermendekî ku sîstema deng a muzîkê bi kirê dabû wan, lêpirsîn hat vekirin. -
Li Parîsê çalakiya sala 2. a berxwedana Gezî
Di çalakiya sala 2. a berxwedana Gezî ya li Parîsê de, Kardeş Turkuler û Sevînç Kirmizigul bi muzîka xwe re derketin pêşberî beşdaran. Bavê Berkîn Elvan Samî Elvan jî li Parîsê bi Kurdistanî û Tirkiyeyiyan re civiya. -
Li Bazîdê 10 ciwanên din hatin girtin
Li Bazîdê ji ciwanên hatin binçavkirin 10 kesên din hatin girtin û bi vî rengî hejmara girtiyan bû 14 kes. -
MUB: Em hêzên berxwedanê yên Xabûr silav dikin
MUB, daxuyaniyeke nivîskî weşand û serketina hêzên berxwedanê yên Xabûr silav kir. -
Ji bo YPG’yiyên li Rojava jiyana xwe ji dest dan li Parîsê bîranîn
Şervanên YPG’ê yên li Rojava di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan li Parîsê hatin bîranîn. -
Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
Serkonsolosê berê yê Stenbolê yê Swedî Karlsson, diyar kir ku Erdogan mudaxeleyî terzê jiyana gel dike û wek ‘Sultanê Osmaniyan’ xwe xwediyê dewletê dihesibîne. -
Ahmet Şik: Yekane hêza pêşî li AKP’ê bigire HDP ye
Rojnameger-nivîskar Ahmet Şik, di panela ku li Parlamentoya Swêdê pêk hat a têkildarî azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê de axivî. -
Onder: AKP’ê wek ‘tedbîr’ tecrîd li ser Birêz Ocalan pêk anî!
Namzetê HDP’ê yê Enqereyê û berdevkê heyeta Îmraliyê Sirri Sureya Onder tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û planên AKP’ê ji ANF’ê re nirxand. -
Kesê bombe danî avahiya HDP’ê ya Mêrsînê hat teşhîskirin
Kesê ku bombe danî avahiya HDP’ê ya Mêrsînê ji aliyê şahidên bûyerê yên gazî emniyetê kirin ve ji dîmen û wêneyan hate teşhîskirin. -
Serdozgeriya Komarê Mersîn 'herêma xetere' îlan kir!
Girtiyê siyasî Hasan Gulbahar ê li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê tê ragirtin, ji ber wefata xwişka xwe xwest 3 rojan destûra binçavî jê re were dayîn. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê Mersîn weke 'herêma xetere' îlan kir û destûr neda. -
2 xwendekarên Kurd li êrîşa çekdarî rast hatin
2 xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Karabukê dixwînin, duh bi şev li êrîşa çekdarî rast hatin. -
Sedema binçavkirina 11 kesan: Twîtta 'Li ber xwe bide Tofaş, Renaûlt'
Li Bûrsayê, tevî endamên Yekîtiya Karkerên Metal û Midûrê Karên Nivîsê yê Kizil Bayrak Tayfûn Altintaş 11 kes hatin binçavkirin. Derket holê ku polîsan ji bo binçavkirinê bi tenê twîtta 'Li ber xwe bide Tofaş, li ber xwe bide Renaûlt' nîşan dane.