Tempoya xebatên HDP’ê zêde bû
Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber berdewam dikin. Namzetên HDP'ê her cihê diçinê rastî eleqeyeke mezin tên û gelek kes tevlî banga jiyana nû dibin.
Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber berdewam dikin. Namzetên HDP'ê her cihê diçinê rastî eleqeyeke mezin tên û gelek kes tevlî banga jiyana nû dibin.
Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber berdewam dikin. Namzetên HDP'ê her cihê diçinê rastî eleqeyeke mezin tên û gelek kes tevlî banga jiyana nû dibin.
MÊRSÎN
Namzetên HDP'ê yên Mêrsînê Nazim Aslan, Mahmut Karabulut, Alî Tanriverdî, Nursel Demîr û Çîlem Oz li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê Kompleksa Gel a Mêrdînê ziyaret kirin. Pişt re bi karker û esnafên halê re hatin cem hev. Namzetan Komeleya Komîsyoncuyên Fêkî, Sebeze (MER-SEM KOM) ziyaret kirin û bi rêveberên komeleyê re sohbet kirin. Serokê MER-SEM KOM'ê Munîr Şen, diyar kir ku gelek tiştên bêjin hene lê dê wan piştî 8'ê hezîranê de bînin ziman.
Namzeta HDP'ê Çîlem Oz jî diyar kir ku bi pêvajoya çareseriyê hikûmeta AKP'ê çek bêdeng nekirin û wiha got: "Dibe ku AKP'ê li Tirkiyeyê şer nekir lê bi piştgiriya daye çeteyên DAIŞ'ê êrîş li gelê Rojava kir."
Rêxistina HDP'ê ya Mezîtlî jî bi heman armancê meş li dar xistin.
ÊLIH
Namzetên HDP'ê yên Êlihê Alî Atalan, Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran û Hasan Yagiz têkildarî mitînga duh li dar xistin de li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endamê Meclîsa HDP'ê Osman Ergîn û gelek kesên din tevlî civînê bûn.
Endamê Meclîsa HDP'ê Osman Ergîn di civînê de axivî û spasî li gelê Êlihê kir. Namzetên HDP'ê jî spasî li gel kirin. Namzetê HDP'ê Hasan Yagiz diyar kir ku gelê Êlihê bi awayekî vekirî biryara xwe da û dê bê navber xebatên xwe bidomînin.
Li aliyê din tevlîbûnên ji HDP'ê re berdewam dikin. Malbatên Ertugrul, Şîmşek, Dînçer, Ogutçu, Onel, Çoban, Altunay, Altunal, Ersoz, Şen, Kizilçinar û Kurtbaş ên hilbijartinên borî de piştgirî didan AKP'ê biryar piştgiriyê bidin HDP'ê girtin. Malbat li Kolana Diyarbakir hatin cem hev û heya lokala HDP'ê meşiyan. Li ber lokalê welatiyan malbat pêşwazîkirin.
Li ser navê malbatên ereb Abdullah Altunal axivî û diyar kir ku ew ji bo azadî û biratiyê hatin.
ÇEWLÎK
Namzetên HDP'ê yên Çewlîkê Hîşyar Ozsoy, Serhat Gumuş û Sevgî Oruç ji hilbijartinê re ligel nameyan dişînin yek bi yêk jî hevdîtinan dikin. Ligel vê yêkê xebatên taxan berdewam dikin.
SEMSÛR
Rêxistina HDP'ê ya Semsûrê têkildarî xebatên hilbijartinê de civîna çapemeniyê li dar xist. Namzetên HDP'ê yên Semsûrê Mehmet Alî Alataş, Fahriye Akbaba û Endamê Meclîsa HDP'ê Mehmet Doymaz tevlî civînê bûn. Mehmet Doymaz, têkildarî xebatên li bajar meşandin de agahî dan û wiha got: "HDP di nava şertên newekhevî de xebatên hilbijartinê didomîne. Em hem partiyekî nû ne hem jî em rastî pirsgirêkên aborî tên. Ji bo hatina welatiyên derveyî bajar pirsgirêkên madî hene."
Hevserokê HDP'ê Mehmet Alî Alataş jî diyar kir ku ji bo welatiyên derveyî bajar bên dengên xwe bikarbînin amadeiyarên wan berdewam dikin.
KOCAELÎ
Rêxistina HDP'ê ya Kocaeliyê jî li taxa Yahya Kaptan şahiya gel li dar xist. Namzetên HDP'ê yên Kocaeliyê Alî Haydar Konca, Ayfer Koçak, Guner Kîzîr, Îbrahîm Ergîn, Sînan Odabaş û Sevda Ozer tevlî şahiyê bûn. Namzetê HDP'ê Alî Haydar Konca, di şahiyê de axivî û diyar kir ku Tirkiye di rewşeke rageşî de dikev hilbijartinê û piştî daxuyaniyên Erdogan û hikûmetê ev yêk zêde bûye.
Ayfer Koçak jî balkişand ser çekên MÎT'ê yên ji Suriyeyê re şandin.
WAN
Namzetê HDP'ê yê Wanê Adem Ozcaner û gelek kesên din saziyên fermî yên li Artêmantê ziyaretê kirin. Ozcaner û heyeta pê re ewil Muftutiya navçeyê ziyaret kirin. Muftiyê navçeyê Seyfullah Aruk û personelan Ozcaner û heyeta pê re pêşwazî kirin. Pişt re saziyê din ziyaret kirin.
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Qelqeliyên gund û taxên navçeyê ziyaret kirin. Li navçeya Bêgiriyê jî pêşengên civakê ziyaret kirin. Li navenda Wanê jî ji bo mitînga 6'ê hezîranê belavok belav kirin.
MÛŞ
Li navçeya Milazgirê ya Mûşê jî Malbata Huseyîn Çakan ê ku ji AKP'ê îfafa kir û tevlî DBP'ê bû li buroya hilbijartinê bi merasîmekê tevlî HDP'ê bû. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Mûşê Elîf Çetînbaş diyar kir ku 7'ê hezîranê dê pêşeroja gelan diyar bike.
ERZIROM
Rêxistina HDP'ê ya Erziromê têkildarî mîtînga wê li Qada Îstasyonê ya navçeya Yakutiyê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş pêk bên civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Erziromê Yasemîn Îba diyar kir ku hemû xebatên wan ên hilbijartinê ber bi dawîbûnê ve diçin. Îba, anî ziman ku mîtîng wê seat di 11.00'an de destpê bike.