Li Erzîromê bi desteka polîsan faşîstan êrîşî HDP’iyan kirin-HAT NÛKIRIN
Li Erzîromê bi hezaran HDP'yiyan xwestin bi dirûşman bimeşin qada mîtîngê, lê faşîstan bi desteka polîsan êrîşî gel kirin.
Li Erzîromê bi hezaran HDP'yiyan xwestin bi dirûşman bimeşin qada mîtîngê, lê faşîstan bi desteka polîsan êrîşî gel kirin.
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de HDP îro li Erzîromê mîtîngê li dar dixe.
Bi hezaran HDP'yiyan xwestin bi dirûşman bimeşin qada mîtîngê, lê faşîstan bi desteka polîsan êrîşî gel kirin.
Tevî hewldanên provakasyona faşîstan bi hezaran kesî qada mîtîngê dagirtin.
Beriya mîtînga HDP’ê ya li Erziromê koma faşîst xwest provakasyonê bike. Bi ketina gel a qada mîtîngê re, komên faşîzan li nuqteyên lêgerînê hatin cem hev û dirûşmeyên dij HDP’ê berz kirin.
Nîjadperestan li cem benda palêsan heqeret li gel kir û bi keviran êrîşên kesên beşdarî mîtîngê bûn, kirin.
HDP’iyên beşdarî mîtîngê bûn jî bersiv dan û alozî derket.
Tehrîkên faşîstan demekê berdewam kir.
Hatina gel a qadê didome. Hatina polês û leşkeran a qada mîtîngê didome û her wiha tehrîkên komên faşîzan jî dewam dikin.