Piştî Şirnexê li Colemêrg û Mûşê jî li hemberî hilbijêrên HDP'ê operasyon hat lidarxistin. Li navçeya Colemêrg Geverê û li gundê Ejmanukê yê Mûşê di encama serdagirtina malan de jê 2 zarok 13 kes hatin binçavkirin.
Zext û zordariyên polîs û leşkeran ên li ser hilbijartan her diçe zêde dibe. Li navçeya Colemêrg Geverê şevê din polîsan li taxên Esentepe, Gungor û Orman û gundê Bajêrge bi ser gelek malan de girt. Di serdagirtina malan de 6 kes hatin binçavkirin.
Welatiyên bi navê Kamuran Dundar, Mahkum Ozdemîr, Mahîr Ozdemir, Cihan Demîr, Vedat Canan û Zerevan Subaşi yên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a navçeyê. Hate zanîn ku polîsan di dema serdagirtina malan de deriyên malan şikandin û zarok û jin dirêjî erdê kirin û çek dirêjî serê wan. Hate hînbûn ku ciwanên hatin binçavkirin jî hatin darpkirin.
Li aliyê din ciwanê bi navê Firat Aydemîr jî li nuqteya lêgerînê ya Yenîkopruyê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin. Aydemîr piştî kontrola tendûrîstiyê anîn Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.
LI MÛŞÊ 2 JÊ ZAROK 6 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li gundê Ejmanuk ê navçeya Mûşê jî şevê din tîmên taybet û leşkeran bi ser malan de girt û jê 2 zarok 6 kes binçavkirin. Operasyona gelek tîmên taybet û wesayîtên zirxî tevlîbûn heya serê sibê berdewam kir. Di serdagirtinan de M. Şîrîn Akbaş (26) û hevsera wî Semra Aktaş (25), Nazîre Aktaş (45), Aynur Aktaş (22) û zarokên wan D.A. (15) û B.A.(16) hatin binçavkirin. Sedema binçavkirin nehate zanîn û welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê. Hat zanîn ku destûrê nadin parêzer bi kesên hatin binçavkirin re hevdîtinê bike.
Li Erzînganê jî xwendekarek hat binçavkirin
Li Erzînganê jî di serdagirtina yurdê de Xwendekarê Zanîngeha Erzînganê yê bi navê Halîl Îbrahîm Çelîk hat binçavkirin. Hate hînbûn ku Çelîk di pêvajoya hilbijartinê de bi dildarî ji bo HDP'ê dixebite. Çelîk birin Midûriyeta Polîsan a Erzînganê.