BI DÎMEN

15’emîn Mihrîcana Çandê ya Dersimê dest pê kir

15’emîn Mihrîcana Çanda Dersimê bi banga berxwedana li dijî asîmîlasyonê û parastina bîra çandê dest pê kir.

15’emîn Mihrîcana Çanda Dersimê ya Ewropayê bi dirûşma “Ma ne Xorasan, ma ne Tunceli! Ma Dersim me! (Em ne ji Xorasanê me û ne jî ji Tunceliyê me, ez ji Dersimê me) li Rebstockpark a Frankfurt a Elmanya dest pê kir.

Mihrîcan îsal ji bo li dijî asîmîlasyonê derkevin, nirxên çandî zindî bihêlin, bîra dîrokî zindî bihêlin û hevgirtina civakî xurt bikin hat lidarxistin.

PANELA VEKIRINÊ: QIRKIRINA ZIMAN, ÇAND Û BAWERIYÊ

Mihrîcan bi panela "Qirkirina Ziman, Çand û Baweriyê, Rojhilata Navîn, Kurd û Elewî" dest pê kir. Panel ji hêla Hulya Yer ve hat birêvebirin; Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, endamê MYK’ê yê SMF’ê Huseyîn Şîmşek û lêkolîner û Nivîskar Selîm Temo beşdar bûn.

Qada mihrîcanê bi wêneyên Seyîd Riza û kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hat xemilandin.

GULISTAN KILIÇ KOÇYÎGÎT: DERSİM ÊDÎ BÊDENG NABE

Gulistan Kiliç Koçyîgît axaftina ewil kir û got: "Hatina vir ji bo min rûmeteke." Gulistan Kiliç Koçyîgît Komkujiya Dersimê ya 1938’an bi bîr anî û diyar kir ku bi salan e behsa van êşan nehatiye kirin, lê niha gel bi heqîqeta xwe re hevrûyî hev tê û wiha domand: "Ev ne pêvajoyek hêsan lê bi rûmet e."

Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser guhertinên li Rojhilata Navîn rawestiya û anî ziman ku gelê Kurd di vê guhertinê de aktorekî girîng e. Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya berê li Tirkiyeyê hatibû destpêkirin û wiha pêde çû: "Ji bo aştiyê atmosferek baweriyê pir girîng e. Divê ev bawerî divê gav bi gav were avakirin."

ŞÎMŞEK: ELEWÎTIYA DERSIMÊ JI BO XWE XWESER E

Huseyiîn Şîmşek destnîşan kir ku nasnameya Dersimê nikare bi Xorasanê yan jî Tunceliyê were ravekirin û got ku Elewîtiya Dersimê ji Şîmşek li Îranê û Elewîtiya Ereb cûda ye.

Şîmşek bal kişand ser zilma ji serdema Osmaniyan heta serdema komarê û anî ziman ku Komkujiya 1938’an ji aliyê hemû pêkhateyên siyasî ve bi hev re hatiye kirin. Şîmşek bi bîr xist ku piştî komkujiyê, gel çanda xwe parastiye lê jiyanek dûrî dewletê jiyaye.

TEMO: KURDÊN XORASANÊ HER TIM DI HIŞÊ GEL DE HEYE

Lêkolîner û nivîskar Selîm Temo diyar kir ku lêkolîna wî ya li ser Kurdên Xorasanê ne agahîyeke nû ye, lê belgekirina akademîk a rastiyekê ye ku raya giştî jixwe dizane. Temo beşên têkildar ji berhema Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ku bi qasî 330 sal berê nivîsandiye xwend, û bi bîr xist ku behsa avaniya eşîrên Kurd, civaka Kurd û eşîrên Kurd ên Xorasanê dike. Temo anî ziman ku bi rêya belgeyên dîrokî, helbest û çavkaniyên cûrbecûr delîlên girîng ên hebûna Kurdan li Xorasanê hene û ev agahî bi demê re hem di bîra gelê de û hem jî di çavkaniyên nivîskî de cihê xwe girtiye.

Piştî panelê, Kivrem Erdal Timurlenk derket ser dikê. Li qada mihrîcanê standên nivîskaran, xwarinên herêmî, pêşangehên çandî û berhemên destçêkirî hatin pêşkêşkirin.

BERNAMEYA ROJA DUYEM A MIHRÎCAN

Roja duyemîn a mihrîcanê wê saet 11:00’an de dest pê bike. Elîf Kaya, Zeynep Hayir û Nûray Atmaca wê di panela "Di Pirsgirêkên Jinan de Hilweşandina Zayend û Baweriyê" de biaxivin. Moderatoriya panelê wê ji hêla Songul Morsumbul ve were kirin.

Bernameya saet 13:00’an wê bi merasîma gulbang a Pîr Zeynel Kete destpê bike. Di tevahiya rojê de, performansên muzîkê, pêşangeh, atolyeyên zarokan û lîstikên herêmî wê bên pêşkêşkirin.

Hunermendên ku dê derkevin ser dikê: Çar Newa, Grup Munzur, Beser Şahîn, Cemîl Koçgirî, Zarokên Tenburxane, Zaza Woman, Diyar 23, Hazaran (Koma Muzîkê ya Ermenî), Delîl Hıdır û DAKME.

Her wiha endam parlementoyê, hevşaredar û nûnerên Dersimê yên li Ewropayê beşdarî mihrîcanê bûn.