Polîsan girt ser rojnameya Polîtîka

Polîsên sîvîl girtin ser buroya hilbijartinê ya rojnameya Polîtîka. Polîsan di serdegirtinê de çek li yek ji nivîskarên rojnameyê Boran kişandin.

Polîsên sîvîl girtin ser buroya hilbijartinê ya rojnameya Polîtîka. Polîsan di serdegirtinê de çek li yek ji nivîskarên rojnameyê Boran kişandin.

Êrîşên li hember çapemeniya azad didomin. Danê sibehê du polîsên sîvîl, girtin ser rojnameya Polîtîka.

Desteya Weşanê ya Rojnameyê der barê serdegirtinê de daxuyanî da.

'ÇEK KIŞANDIN, TACÎZ Û HEQARET KIRIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin ku danê sibehê saet 11.05’an du kesên xwe wek polîsên sîvîl dane naskirin, girtine ser buroya navendî ya rojnameya wan, dema yek ji nivîskarên rojnameyê Ayla Boran xwestiye derî veke polîsan ji pişt ve çek lê kişandine, bi devkî û fîzîkî tacîz kirine û heqaret kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wan şexsan av bi ser rojnameyên ji bo belavkirinê dihatin amadekirin dakirin. Komputer, telefon û çi di hundir de dîtin şikandine û paşê bi heqaretan buro terk kirine.”

Desteya giştî serdegirtin şermezar kir û got: “Em bang li tevayî hêzên aştî û demokrasiyê dikin ku vê êrîşê şermezar û mehkûm bikin.”