Li Mêrdînê bi hezaran herikîn mîtîngê

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di mîtînga Mêrdînê de axivî û wiha got: "Çavên Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ê ku ji bo aştiya vî welatî kedekî mezin dide li me ye."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di mîtînga Mêrdînê de axivî û wiha got: "Çavên Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ê ku ji bo aştiya vî welatî kedekî mezin dide li me ye. Em soz didin em Rêberê Gelê Kurd mehcup nakin û em dê bendê hilweşînin." Namzetê HDP'ê Prof. Dr. Mîthat Sancar jî wiha got: "Bend hilweşiyaye. Dem dema hesabê hat. Tirsa wan ji vê yêkê e."

Hemû bawerî û olên li "Bajarê ol û zimanan" Mêrdînê di mîtînga HDP'ê de hatin cem hev. Bi deh hezaran kes tevlî mitînga HDP'ê ya li Qada Parqa Karayollari bûn. Li gel qada tejî bû û jî disa li her çar aliyan herikîna ber bi qadê ve berdewam kir. Li qadê gelek pankart û dowîz hatin daliqandin. Dîsa qada bi alên HDP'ê hate xemilandin. Li qadê pankartên kurt, tirkî, erebî û suryanî hatin vekirin. Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokên HDP'a Mêrdînê derketin ser dikê gel silav kirin û gotin demek kin ji hilbijartinê re maye û divê ew li Mêrdînê 6 namzedan der bêxin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn Ahmet Turk jî di mitîngê de axivî û diyar kir ku ew bi dil û can gel silav dike û wiha got: "Îro rojek dîrokiye ji bo Mêrdînê. Dê coşa gelê Mêrdînê bi tîpên zêrîn were nivîsin. Îro li warê qedîm rojekî bi rengîn ya gelan tê jiyîn. Îro amadebûn hemû navçeyên Mêrdînê û gelê Mêrdînê îspata dîroka gelane. Îro roja Kurd û Kurdistanê ye. Ez bawer dikim ku dê gelê Kurdî rexmî hemû zehmetî û zordariyan têkoşîna xwe tayîn bike. Îro li Rojhilata Navîn li Rojav, Başûr, Rojhilat û Bakur yekitî tê jiyîn. Em YNK'ê silav dikin ku hatine piştgirî didin me."

'EM BIRÊZ OCALAN MAHCUP NAKIN'

Turk anî ziman ku keç û xortên gelê Kurd bi awayî qehremanî şehîd ketin û li ber xwe didin û wiha axivî: "Îro li Rojava bi dehan cenaze tên Bakur. Ez dibêjim em dê hesaba van şehîdan bipirsin û riya wan bişopînin. Îro çavê mîmarê aştiyê Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan ser me ye û em ê wî mehcup nekin. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn xwedî hêzek girînge û bêyî Kurdan ne mimkun e ku tiştek pêk were. Ji ber ku têkoşîna me têkoşîna azadî û demokrasiye ye. Îro gelê bi wijdan bi yekitiyê têkoşînê di meşandin. Ji bo 7'ê Hezîranê çend roj mane. 7'ê Hezîranê mîlade, berxwedan têkoşîne û dê bersiva vê yekê were dayîn. Îro têkoşîna me ya nasnameyê heye. Ger ku HDP dibin bendê de bimîne dê tenê HDP winda neke dê gelê Kurd, hêzên demokrat û azadîxwaz jî winda bikin. Em soz didin ku em ê xwedî li vê mîrasê derkevin. Serketin ji bo azadiya têkoşîn û gelê me."

Piştî axaftina Turk namzetên HDP'ê yên Mêrdînê Nurallah Gorhan, Gulser Yildirim, Erol Dora, Mehmet Alî Aslan, Enîse Guneylî û Mîthat Sancar derketin ser dikê.

'HDP PARTIYA AZADIYÊ Û WEKHEVIYÊ YE'

Li ser navê namzetan Gulser Yildirim axivî. Yildirim diyar kir ku ew gelê xwe yê ku xwedî li HDP'ê derdikevin spas dikin û wiha got: "Çawa ku Kobanê ji bo mirovahiyê têdikoşe, li ber xwe dide Mêrdîn jî dê desthilatdariya Evren bi serê wan de bi helweşînin. Têkoşîna gelan ya li hemberî zilmê heqe. Em dibêjin HDP partiya azadî, wekhevî û demokrasiyê ye. Ez bang li gelê Mêrdînê dikim biçin ser sindoqan. Ez ji Mêrdîn heya Îmraliyê silav dişîme. Em silavan ji Mêrdîn dişîne Kobanê û Şengalê. Silav û hezar silav ji bo dayikên qehreman."

'EM Ê DERSEKE BAŞ BIDIN BÊŞERMAN'

Namzetê din ê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar jî xêr hatina hemû kesî kir û wiha axivî: "Hûn bi zora çekan hatin vir. Çima evqas derewan dikin. Yên ku dibêjin gel bi zora çekan dibin hasiyeta wan tuneye. Dest ji derewam berdin werin qadan rastiya bibînin ew jî rastiya gel e. Mêrdîn ne bi dîroka xwe tenê bi demokrasiya xwe jî ders dide. Heya niha êrîşî 168 buroyên me kirin. Disa em bibiryarin. Em ji bo aştî û azadiyê derketine rê û rêya me rêya aştiyê ye. Em tu awayî nayên provokasyon û hîleyan. Em dersa demokrasiyê didin bêşerm û bêxasiyetan. Em ji nava Mêrdînê silav ji hemû gelên Tirkiyeyê re dişînin. Tirsa wan ew e ku em bendê hilweşînin û em ê vê yekê jî bikin. Ew jî dizanin ku êdî nikarin bi derewan siyasetê bikin. Qanûna binpê dikin û mîtîngan pêk tînin. Niha jî dixwazin îradeya gel bi dizin. Bend ji zûde hatiye hilweşandin û tirsa wan ji vê yekê ye. Em ê dîwarê ku dinava gelan de hatiye avakirin bi hilweşînin. Ji vê yekê di tirsin. Em ê bivê yekê Serokwezîrê tirk Ahmet Davutoglu jî xilas bikin ji zilmê. Dema ku me bend hilweşandin emê Erdogan jî xilas bikin. Êdî edep jî gel Erdogan nemaye. Em ê wî jî hêrsa serokdewletiyê jî xilas bikin. Gotin Kobanê dikeve wê bikeve lê belê zarokên gelê Kurd sîleyeke xurt li wan da. Em ê jî di 7'ê Hezîranê de lê bidin. Mêrdîn warê HDP'ê yê jiyana nû ye û warê şaristaniyê ye. Em ê bi gelê xwe re serkeftinê pêk bînin."

Ji heyet YNK'ê Ferhat Sengavî, Xebat Zebanî, Kadrî Musa, Tufan Cebellî, Dîlşad Evnî, Hûner Xorsrewî ku li Mêrdînê xebatên hilbijartinê bi HDP'ê re di meşînin derketin ser dikê ku gel silav kirin. Ferhat Sengavî li ser navê heyetê axivî û wiha got: "Em dikarin bi yekitiyê ser bikevin. Em nabêjin bila HDP bi ser bikeve ji ber ku HDP bi ser keftiye. HDP xwedî dozek pîroze. Dilê hemû gelê Kurd ên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat bi hevre lê dibe û ev yek dê bibe wesîleya serketina HDP'ê."