Rêxistina HDP'ê ya Amedê bang li hilbijêr û çavdêran kir

Rêxistina HDP'ê ya Amedê banga dengdayîn û xwedîderketina li sindoqan kir û gel vexwend mîtînga 5'ê Hezîranê.

Rêxistina HDP'ê ya Amedê banga dengdayîn û xwedîderketina li sindoqan kir û gel vexwend mîtînga 5'ê Hezîranê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevgera Azadiyê ya Kurd di encama têkoşîna xwe ya li ser bingeha rast de nîşanî tevahiya cîhanê da ku serketin tê çi wateyê. Di encama vê serketinê de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û afirandina welatekî demokratîk derfet derketine holê."

'EM DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN'

Rêxistina HDP'ê ya Amedê diyar kir ku qadên mîtîngê û xebatên ew dimeşînin hêviyê dide wan û ev bang kir: "Divê em bi ti awayî bi xemsarî tevnegerin û xebatên xwe heta kêliya dawî dewam bikin. Divê em nebêjin 'dengekî bi tenê bi kêra çi tê'. Pêwîste li her cihî em dengê xwe bikar bînin. Em ji bîr nekin ku her dengek dilopeke ji bo derbasbûna ji bendê."

BANGA XWEDÎDERKETINA LI SINDOQAN

Di daxuyaniyê de, ji ber dizîtiya AKP'ê ya dengan hişyarî hat kirin û hat gotin, "Em pisûlayên dengan ên di demên bihurî de li ser sergo hatin dîtin, pisîkên ketin hundirê trafoyan ji bîr nekin."

HDP'ê bal kişand ser dek û dolabên li ser sindoqan bên gerandin û got, "Dibe ku hewl bidin bi derxistina rageşî û kaosê re sindoqan bêxwedî bihêlin. Lê divê gelê me û hemû çavdêrên me di vê mijarê de hişyar bin û ji derdora sindoqan neçin ti cihî. Her wiha heta jê bê kesek xwe nêzî pevçûn, rageşî û aloziyan neke.

Divê endamên partiya me yên desteya sindoqê û çavdêr di dema xwe de biçin ser sindoqan û rê nedin sextekariyê. Her wiha di êvara hilbijartinê de em dixwazin gelê me heta saet 21'an neyê avahiya partiyê û bi xurtî xwedî li dengê xwe derkeve."

Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Amedê banga beşdariya li mîtînga 5'ê Hezîranê saet di 16:00 de li gel kir.