Nav Mehmet Salîm Ensarîoglu. Muteahhît, çotkar e. Bavê 11 zaroken e. Di salên 90’î de ku her roj li kolanan mirov dihatin qetilkirin, karsazên Kurd dihatin revandin û qetilkirin de hem parlamenterî û hem jî wezîrtî kiriye. Li cem Tansu Çîlerê cih girtiye û ew parastiye. Di navbera 1991-2002’an de wek parlamenterê dema 19.20 û 21’ê li meclîsê Amed temsîl kiriye. Ensarîoglu ku tenê di hilbijartinan de Amedê tîne bîra xwe rojên xwe yên maye li Yalovayê derbas dike. Niha jî HDP’ê bi JÎTEM’ê sûcdar dike.
Selîm Ensarîgolu namzetê AKP’ê yê Amedê ye, di rojên bihurî de ji Haber7 re axivî û îdîa kir ku HDP li ser gel zextên psîkolojîk dike û HDP mal bi mal digere, numarayên nasnameyên TC digire û got: “Li herêmê zextan li gel dikin. Bi hewldana serokkomarê me JÎTEM li herêmê qedya, OHAL qediya. Lê niha HDP’ê JÎTEM derbas kiriye. Gundî tên tehdîdkirin. Ez vê zelal dibêjim. PKK bûye du parçe. Rêxistin naxwaze çeka destê xwe deyne. HDP neçare aliyê xwe tercîh bike. An wê ligel rêxistinê cih bigire an jî wê li cem gel cihê xwe bigire.
Ensarîoglu, eşîrên ku derbasî HDP’ê bûne jî wiha nirxand: “Ev normal e. Li vir HDP wek muxalefet tê dîtin. Ger kesê ku wan destek didayê namzet nehatibe nîşandan, wek eşîr derbasî muxalefetê didin. Dema zext hebin jî derbas dibin.”
SELÎM ENSARÎOGLU KÎ YE
Ji lîseyê mezune. Cotkarî û muteahitiyê dike. Di demên 19.20 û 21’ê de parlamenterî û wezîrtiya dewletê kiriye. Di dema hikûmeta Tansu Çîlerê de sê deman wezaretî kiriye. Piştî Partiya Dogruyolu tevlî dîrokê bû, cAlîkariya Serokatiya Partiya Demokratîk kir.
Di 2010’an de civîna çapemeniyê pêk anî û ji partiya xwe îstîfa kir û derbasî AKP’ê bû. Di 2011’an de biraziyê wî Galîp Ensarîoglu bû namzet û wî jî namzetiya xwe ya serbixwe danî û 19 hezar deng girt. Ensarîoglu di 2004’an de bû namzetê Şaredariya Amedê û lê bi ser neket.
EW SALÊN TARÎ BÛN
Salên ku Ensarîoglu bi sifata wezîrtiyê pewir dikir, salên tarî yên Kurdistan û Tirkiyeyê tê îfadekirin. Di salên ku Dogan Gureş Fermandarê Giştî bû, Tansu Çîler serokwezîr bû û Mehmet Agar wezîrê karê hundir bû, li Kudistanê xwîn diherikî. Selîn Ensarîoglu jî hem wezîrê dewletê û hem jî parlamenter bû.
JÎTEM JI DEMÎREL PIRSÎ
Li Amedê M. Şerîf Avşar di 22’ê Nîsana 1994’and e ji aliyê JÎTEM’ê ve hat revandin û birin navenda JÎTEM’ê ya Saraykapi. Malbata Avşar heta ber deriyê JÎTEM’ê ew şopandinbûn û bi rojan li ber derî sekinîbûn.
Malbatê serî li M. Selî Ensarîoglu yê bi nêzîkatiya xwe ya Suleyman Demîrel dihat zanîn, dan û alîkarî xwestibûn. Derket holê ku Ensarîoglu ji bo Avşar çûye cem Demîrel lê pêşî li mirina Avşar negirtiye. Cesedê Avşar di 7’ê Gulana 1994’an de li nêzî Licê hat dîtin.
Piştî salan şûnde derket holê ku yên Avşar qetil kirine JÎTEM e. Beşek kujeran hatin darizandin, ceza girtin. Ensarîoglu piştî ceset hat dîtin ti tiştek negot.
CÎNAYETA M.ŞERÎF AVŞAR
‘Lî gorî îfadeyên wan yên 27’ê Adara 2002’an; 5 cerdevan di 21’ê Nîsana 1994’an de ji aliyê Tegmen Altinoluk yê li Fermandariya Cendermeyan a Hozro peywirdar bûye, ji bo 4 kesan binçav bikin hatine peywirdarkirin, wesayîteke bi plakaya 21 AF 989 dane wan. 5 cerdevan diçin Fermandariya Cendermeyan Saraykapi a Amedê û di 22’ê Nîsanê de dikeve dukana malbata Avşar. Dixwazin Mehmet Şerîf Avşar binçav bikin. Avşar ber xwe dide, du cerdevan derdikevin derve. Piştî demekê îtîrafkar Mesut Mehmetoglu û kesekî din ligel xwe tînin. Li wir Mehmet Şerîf Avşar binçav dikin û bi wesayîta plakaya wê 21 AF 989 û torosa 21 TI 127 ji wir diçin. Ji malbatê du kesan wesayît şopandin. Dîtin ku wesayît diçin Fermandariya Cendermeyan a Navenda Saraykapi. Navê du cerdevanan hîn kiribûn. Topal Omer û Alî bûn. Malbatê daxwazname da dozgerî û Dadgeha Ewlehiya Dewletê. Rayedaran binçavkirina Avşar red kir. Wesayîta di revandina Avşar de hatibû bikaranîn di 25’ê Nîsana 1994’an de li Hezro hat dîtin û anîn Amedê û teslîmê xwediyê wê kirin. Malbatê di 5’ê Gulana 1994’an de 4 cerdevan teşhîs kir. Îtîrafkar Mesut Mehmetoglu jî hat binçavkirin. Cerdevanên bi navê Omer Gongur, Fevzî Gokçen, Zeyyat Akçil, Yaşar Gunbati û Azîz Ebey û Mesut Mehmetoglu îtîraf kirin ku wan revandiye. Cesedê Mehmet Şerîf Avşar li avahiyekî ku 19 kîlometre ji Amedê dure hat dîtin.
Dozê di 5’ê Tîrmeha 1994’an de li 3. Dadgeha Cezaya Giran destpê kir. Her 7 kesên dihatin darizandin diyar kirin ku wan emir ji Mesut Mehmetoglu û çawîşekî pispor yê cendermeyan girtiye. Malbata Avşar di seranserê dozê de rastî tehdîdan hatin. Mala xwe birin Stenbolê. Parêzerê malbatê hat tehdîdkirin. Cerdevan Omer Gungur got wan çawîşê pispor Gultekîn Sutçu emir girtine û li Tabura Piyade ya Fermandariya Kolordu ya 7. peywirê dike. Dadgehê di biryara xwe ya 21’ê Adara 2000’î de ji bilî Gungor kes berpirs nedît û hemû berdan. Li Gungor 20 sal hat birîn. Têkildarî Gultekîn Sutçu de jî di 25’ê Çileyê 2007’an de doz hat vekirin û 30c ezar girt û piştre hat tahliyekirin.
Di wan salan de M. Selîm Ensarîoglu parlamenter û wezîr bû.
ENSARÎOGLU Û KUŞTINÊN KIRYAR NEDIYAR
Li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan li bakurê Kurdistanê d navbera 1990-2011’an de hejmara kuştinên kiryar nediyar 1901 e. Di navbera van salan de Ensarîoglu wezîr û parlamenter bû.
Di sala ku Ensarîoglu di hikûmetê de cih girt di 1992’an de li Amedê rojnameger Halîn Gungen, Cengîz Altun, Hafiz Akdemîr, Musa Anter û Namik Taranci jî hatin qetilkirin. Komkujiya Newroza 1992’an ya li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê hat jiyîn û ji 100’î zêdetir kes mirin.
Di 1994’an de dema Çîlerê lîsteya karsazên Kurd aşkera kir, Ensarîoglu wezîr bû.
DU GUND HATIN BOMBEBARANKIRIN, 38 KES MIRIN
Dîsa di salên ku Ensarîoglu wezîr bû de bombebarana wek komkujiya Şirnexê derbasî qeydan bû di 16’ê Adara 1994’an de pêk hat. Di encama bombebaranê de li Kuşkona 25 li Koçagali 13 gundiyan jiyana xwe ji dest da.
Wê demê Ensarîoglu wezîr bû û kesên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan wiha ne:
Honaf Yildirim, Zahide Kiraç, Ayşe Bengî, Şîrîn Kaçar, Huhi Kaçar, Şemsîhan Kaçar, Fatim Bengî, Ahmet Kaçar, Şehrîban Kaçar Hurî Bengî, Lulîz Bengî, Fatma Bedîr, Hazal Kiraç, Asiye Erdîn, Omer Kalkan, Manmut Benzer, Alî Benzer Nurettîn Benzer, Omer Benzer, Abdullah Benzer, Çîçek Benzer, Ayşe Benzer, Îbrahîm Borak, Şerîfe Yildirim, Melîke Yildirim, Şaban Yildirim, Îrfan Yildirim, Elmas Yildirim, Ferciye Altan, Haci Altan, Kerem Altan, Mahmut Oygur, Ayşe Oygur, Adil Oygur Asiye Yildirim Kerem Yildirim, Mîrza Yildirim, Şevket Yildirim.