Balûken: Erdogan gefên xwe bicih tîne
Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken der barê êrîşa duh a li Kanîreşê de got, "Gefên Erdogan li qada mîtîngê nemane. Ji bo bicihanîna van gefan, ferman hatiye dayîn."
Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken der barê êrîşa duh a li Kanîreşê de got, "Gefên Erdogan li qada mîtîngê nemane. Ji bo bicihanîna van gefan, ferman hatiye dayîn."
Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken der barê êrîşa duh a li Kanîreşê de got, "Gefên Erdogan li qada mîtîngê nemane. Ji bo bicihanîna van gefan, ferman hatiye dayîn."
Balûken anî ziman ku du aliyên êrîşê hene û got, "Ya yekemîn; AKP bi gef û provokasyonên xwe yên di pêvajoya hilbijartinê de rê li ber mirinan vedike. Ya duyemîn; li cihekî weke Çewlikê, rêxistinbûyîna gladyoyeke kûr a bi sûîqesta li hemberî Midûrê Emniyetê û înfazkirina 4 hevalên me re derket holê, îro careke din mirov kuştiye. Her du alî jî gelekî tirsnak in. Ji bo pêşeroja demokratîk a welêt divê werin nirxandin."
'PROVOKASYONA LI GIYADÎNÊ DESTPÊ KIR DEWAM DIKE'
Balûken diyar kir ku provokasyona li navçeya Agirî Giyadînê destpê kir ji aliyê AKP'ê ve bi şêweyên cuda, di pêvajoya hilbijartinê de tê dewamkirin û got, "Ev yek pêleke êrîşan e. Di êrîşên bombeyî yên li avahiyên me yên li Edene û Mersînê de, bi şensê mirovan jiyana xwe ji dest nedane. Lê belê gotinên bê perwa yên Serokkomar û AKP'ê yên HDP'ê hedef nîşan didin, nêzîkatiyên wan ên gefxwarinê, rê li ber mirinê vekirine. Ev windahiya can a li Çewlikê, di nava 2 mehên bihurî de dikarîbû li gelek bajarên Tirkiyeyê rû bida. Lê belê hem nêzîkatiya bi berpirsyarî ya gelên me hem jî ji ber plansaziyên AKP'ê yên heta niha neçûn serî, mirovan jiyana xwe ji dest nedane."
'AKP HEWL DIDE BI RÊYA KAOSÊ XWE JI TÊKÇÛNÊ RIZGAR BIKE'
Namzetê parlamenteriyê yê Amedê Balûken ev bang li gel kir: "Tayyîp Erdogan û Hikûmeta AKP dixwazin zemîneke nû ya kaos û şer biafirînin. Di vê pêvajoya hilbijartinê de, bi derxistina şer û kaosê re dixwazin di vê rewşa têkçûna mezin de pêngaveke siyasî bi dest bixin. Ji bo dema piştî hilbijartinê jî dixwazin vê rewşa şer û kaosê bikin sedema têkbirina maseya muzakereyê. Dixwazin biryara stratejîk a şer bixin stuyê HDP'ê yan jî tevgera Kurd. Di vê mijarê de pêwîste gelê Kurd û hemû gel, gelekî bi baldar û hestyar bin. Gef, provokasyon, xefik û planên B û C ên Erdogan û hikûmeta AKP'ê, ji bo kişandina gelên me li nava şer û pevçûnan e."
'AKP'Ê LI ÇEWLIKÊ KONTRGERÎLAYÊN XWE DIDE RÛNIŞTANDIN'
Balûken got, "AKP li Çewlikê hewl dide dewleta xwe ya kûr, kontrgerîlayên xwe bide rûniştandin" û bal kişand ser vê xalê: "Bi taybetî piştî bûyerên 6-7'ê Cotmehê, em dibînin ku sûîqesta li hemberî Midûriyeta Emniyetê û piştre pêvajoya qetilkirina 4 hevalan, îro li Kanîreşê dewam dike."
Balûken da zanîn ku hewl tê dayîn gelê Çewlikê li hev bê rakirin û got, "Dixwazin li vê derî şer sor bikin û vî şerî li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê belav bikin."
Balûken mîtînga Serokkomar Erdogan a duh li Çewlikê pêk anî bibîr xist û got, "Erdogan di temamiya axaftina xwe ya li mîtîngê de gef li HDP'ê xwar û HDP hedef nîşan da. Bi qasî ku me fêm kirin ev gef û gotin li qada mîtîngê neman. Di heman demê de ji bo bicihanîna wan, ferman jî hatiye dayîn."
'EM BANG LI GEL DIKIN KU BI BERPIRSYARÎ Û XWÎNSARÎ TEVBIGERE'
Balûken herî dawî ev bang kir: "Em gelekî xemgîn in. Em bang li gelê Çewlikê, gelên Kurd û Tirkiyeyê dikin ku li hemberî van provokasyonan hişyar û hestyar bin. Ji bo pûçkirina armancên AKP'ê yên derxistina kaosê û afirandina zemîneke şer, gelên me bi xwînsarî û berpirsyarî tevbigerin."