Xwestin wesayîta namzetê HDP'ê bişewitînin

Komeke faşîst xwest, wesayîta namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Mêrdînê Alî Aslan bişewitîne.

Namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan, li taxa Seyîtler a navçeya Mêrdîn Mîdyatê, wesayîta xwe li ber mala xwe park kir. Lê belê komeke nîjadperest xwest, nîvê şevê wesayîtê bişewitîne. Ji ber ku cîranên Aslan bi bûyerê hesiyan, koma faşîst ji cihê bûyerê reviya.

Namzetê HDP'ê Alî Aslan da xuyakirin ku ew nizane êrîş bi kîjan armancê hatiye kirin, lê belê ev yek provokasyonek li hemberî projeya gelan a HDP'ê ye. Aslan destnîşan kir ku êrîş di şexsê wî de li hemberî biratiya gelan hatiye kirin.