ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li dijî buroya hilbijartinê ya HDP'ê êrîş
Li navçeya Edene Ceyhanê, faşîstan bi çekan êrîşî buroya hilbijartinê ya HDP'ê kirin. -
Li Êlihê kontra li dû provokasyonan e!
Li Êlihê, kontra belavokên pornogratîf ên li dijî HDP'ê belav dike. -
Hîleya destpêkê Rêyên Hewayî yên Tirk kir
Balafirên Rêyên Hewayî yên Tirk ên diviyabû danê vê sibehê ji balafirgehên Ataturk û Sabîha Gokçen ên Stenbolê rabûna, ji ber sedemeke ne diyar zûtir rabûn û bi sedan hilbijêrên ji bo dengdayînê biçûna Kurdistanê neçarî biçin. -
Partiya Çep a Swêdê êrîşa li Amedê ya li dijî HDP'ê şermezar kir
Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê û Berdevkê Polîtîka Derve Hans Lînde da xuyakirin ku ew êrîşên bombeyî yên li Amedê ku rê li ber mirina 3 kesan û birîndarbûyîna bi sedan kesan vekir şermezar dikin û hêvîdar in ku HDP ji bendê derbas bibe. -
Hîleyên gengaz ên hilbijartinê û tedbîrên dikarin werin girtin
HDP'ê, beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê li ser hîleyên gengaz ên li ser sindoqan û tedbîrên dikarin werin girtin, xebatek amade kir. Li gorî vê yekê, hîleyên hilbijartinê ji sê pêvajoyên bingehîn pêk tê. -
Li Wuppertal êrîşa li Amedê hat şermezarkirin
Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê bi meşekê hat şermezarkirin. -
Êrîşa li Amedê bi xwepêşandanekê li Bruksel hat şermezarkirin
Êrîşên bombayî yên li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê li paytexta Belçîka Bruksel bi xwepêşandaneke girseyî hat şermezarkirin. -
Li Lînz êrîşa li hember HDP'ê hat şermezarkirin
Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê êrîşên li hember HDP’ê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyên li ber Thalîanin hatin gel êrîşa bombeyî ya li Amedê şermezar kirin. -
Êrîşa li Amedê li Bordeaux bi girseyî hat şermezarkirin
Êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê, li bajarê Bordeaux ê Elmanyayê bi girseyî hat şermezarkirin. -
Demîrtaş têkildarî provokasyonan hişyar kir
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş li hemberî rewşa rageşî ya li Amedê berdewam dike banga baldariyê kir û got, bila hemû kes vegerin malen xwe û neyên provokasyonan. -
Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê li Rotterdam hat şermezarkirin
Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê ji aliyê dilxwazên HDP’ê yên Hollanda li ber Konsolosxaneya Tirk bi girseyî hat şermezarkirin. -
Li Londrayê hezaran êrîşên li hember HDP’ê şermezar kirin
Êrîşên bombeyî yên li hember mîtînga HDP'ê ya Amedê li paytexta Îngîltere Londra bi tevlîbûna hezaran kesan bi meşekê hat şermezarkirin. -
Demîrtaş: Sibe ne roja rûniştina li malê ye, biçin ser sindoqan
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Sancaktepeyê ji gel re axivî û ji bo welatiyên naxwazin biçin ser sindoqan û yên bêbiryar got, "Sibe ne roja rûniştina li malê ye. Sibe biçin ser sindoqan." -
‘Heyeta Cenevre’ ya Çavdêriyê li Êlihê ye
‘Heyeta Çavdêriyê ya Cenevre’ ya sibe li Êlihê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wek çavdêr wezîfedar be HDP ziyaret kir. -
DBP: Divê kes guh nede bangên pîrozbahî-şahiyan
DBP’ê ragihand ku wê sibe tekildarî encamên hilbijartinan ti pîrozbahî neyên kirin. -
Demîrtaş: Neyên lîstikan sebr bikin
Demîrtaş di mîtînga Stenbolê ya partiya xwe de got: “Destûrê nedin rageşiyên li ser sindoqan. Armanca me deng dayîn e. Dibe ku bixwazin hilbijartinan bidin betalkirin. Neyên van lîstîkan. Sebir bikin." -
Ji Brasseûr der barê mîtînga HDP'ê de daxuyanî
Seroka MPKE Anne Brasseûr, der barê êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê de daxuyaniyek da. -
Malên HDP'yiyan gulebaran kirin
Malên HDP’yiyên li Taxa Ova ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê duh êvarî hatin gulebarankirin. -
Demîrtaş bersiv da Erdogan
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bersîv da Serokkomar Tayyip Erdogan û wiha got: "Bila li min negere. Bila ji gelê Tirkiyeyê lêborîn bixwaze." -
Lîstika HUDA-PAR'ê ya pisûlaya dengan!
Li Êlihê HUDA-PAR, pisûlayên dengan ên mînak, bi derxistina amblema partiyên siyasî li gel belav dike. Tevî vê binpêkirina hilbijartinê jî Desteya Hilbijartinê ya Bilind dest li rewşê wernade. -
Karneya komkujiyê ya 12 salan a AKP'ê
Êrîşên li diljî HDP'ê careke din raxist pêş çavan ku AKP ji bo parastina desthilatdariya xwe, xwe ji mirina gelan xwedî dike. -
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê êrîşa Amedê şermezar kirin
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê xebatan dimeşînin, têkildarî êrîşa provokatîf ên dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê daxuyanî dan û êrîş şermezar kir. -
Li Wanê bi deh hezaran diherikin Qada Beşyolê
Li Wanê ji bo mîtînga HDP’ê bi hezaran kes diherikin qada Beşyolê. HDP bi mîtînga xwe ya fînalê bi dirûşm û dowîzan ji gelê Amedê re silav dişine. -
Organîzasyona Viyan êrîşa li Amedê şermezar kir
Organîzasyona Jinan a Kurd a Viyan a Moskowa êrîşa li dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê şermezar kir. -
CDK-F’ê banga çalakiyê kir
CDK-F’ê, têkildarî êrîşa li dijî mîtînga HDP’ê ya li Amedê de daxuyaniyek nivîskî da û bang li hemû Kurd û demokratan kir ku beşdarî çalakiya li Fransayê bibin.