‘Ji bo dabînkirina edaletê hewceyî bi sekinînê nîne’

Dr. Nîsan Alici diyar kir ku li pêşiya dabînkirina edaleta serdema derbasbûnê ti astengî tine ne û bêyî lihevkirineke aşitiyê jî dikare ev mekanîzma werin avakirin.

NÎSAN ALICI

Akademîsyena Zanîngeha Derbyê Dr. Nîsan Alici bi bîr xist ku li Tirkiyeyê bi taybetî jî piştî salên 2000’î  gelek mekanîzmayên weke komîsyonên heqîqetê  bi rêya civaka sivîl hatine nîqaşkirin û diyar kir ku di serdema nû de dikare ev ji nû ve bikevin meriyetê û ji bo vê yekê jî ji lihevkirinê zêdetir hewceyî bi îradeyeke siyasî heye. 

Minêkara Kollektîfa Lêkolînên DEMOS’ê ya li ser edaleta serdema derbasbûnê ya piştî pêvajoyên şerî û akademîsyena Zanîngeha Derbyê Dr. Nîsan Alici pirsên ANF’ê bersivandin.

Ji bo ku were fêmkirin têgeha “Edaleta Serdema Derbasbûnê” tê wateya çi?

Em dikarin vê têgehê weke temamiya hin mekanîzmayên ku ji şerî derbasî aşitiyê dibin,  civakên ku ji rejîmeke otorîter derbasî rejîmeke demokratîk dibin, hem ji bo rûbirûbûna paşerojê û hem jî ji bo darizandina sûçdarên serdema şer û pevçûnan û hesabpirsînê pênase bikin. Em dikarin bibêjin temamiya mekanîzmayên legal yên ji darizandinên edlî pêk tê lê belê weke komîsyonên heqîqetê ku zêdetir têkildarî lihevkirinê ne û dibe ku di nava xwe de efûkirinê jî dihewînin. Hemû welat vê li gorî şert û mercên xwe yên pevçûnan lê tînin û carna jî tevahiya wê carnan jî di nav de bes hin mekanîzma û amûran bi kar tînin.

Li Tirkiyeyê a niha peymanake aşitiyê ya hatiye îmzekirin tine ye. Derveyê vê yek bes pêngavên PKK’ê hene. Dewletê hê ti pêngavên mayînde neavêtine. Gelo ji bo edaleta serdema derbasbûnê ma hewce nake ku peymaneke aşitiyê were îmzekirin?

Pirsa ku min di teza xwe ya doktorayê de û di pirtûka xwe ya ku wê were çapkirin de berê xwe dayê  ev e.  Heya niha edaleta serdema derbasbûnê piranî piştî ku peymanên aşitiyê hatine îmzekirin, hatiye sepandin. Ji bo serdema nêz em dikarin Kolombiyayê weke mînak nîşan bidin. Di nava peymana aşitiyê de mekanîzmayên edaleta serdema derbasbûnê bi berfirehî hatibûn sêwirandin. A rastî her ku diçe em vê yekê zêdetir dibînin; di demên ku hê peymanên aşitiyê tine ne, her wiha şer û pevçûn berdewam dikin de jî her çend beş bi beş jî be dikare têkildarî aşitiyê hin pêngav werin avêtin. Bi awayekî di rewşên bi vî rengî de jî hin mekanîzmayên edaleta serdema derbasbûnê hatine bikaranîn. Ev bi piranî darizandin in lê belê hin mekanîzmayên ku ji aliyê civaka sivîl ve hatine destpêkirin jî hene.

Bo nimûne ev mekanîzmayên cuda çi ne?

Ger em bes li Tirkiyeyê binêrin “Yasaya Tezmînatê” ya ku di sala 2004’an de ketî meriyetê jî mînakeke vê ye serneketî û biçûk e. Civaka sivîl xwedî Komîsyona Edaletê û Lêkolîna Rastiya Girtîgeha Amedê ye, bi taybetî jî tecrûbeyeke wisa ya ku bi pêşengtiya Înîsiyatîfa 78’an.  Mînaka komîsyoneke ku di sala 2007’an de dest pêkiriye û 4-5 salan bi awayekî serkeftî weke komîsyoneke heqîqetê xebitiye û ji 500 girtî û hikumxwarên berê delîl berhev kirine. Tevî ku ev xebat bêyî zemîneke yasayî yan jî di serdemeke aşitiyê de hate kirin.

A niha zemîna vê yekê gelekî zêdetir heye. Ger ez vegerim pirsê; erê,bi min bêyî peymana aşitiyê jî bi teqez dikare mekanîzmayên edaleta serdema derbasbûnê werin bikaranîn. Bo nimûne mijara windayan heye. Gelek kesên ku failê windakirina bi darê zorê ne hatibin darizandin jî  di encamê de xwe jê rizgar kirin û bêcazatiyê berdewam kir. Di van demên dawîn de em dibînin ku dawazên têkildarîvê yekê her ku diçe dubare zêde jî dibin.  Dikare failên windayan werin darizandin, ew dosya ji nû ve werin vekirin û dosyayên hatine girtin jî ji nû ve werin vekirin. Ji bo van yekan hewcehiya me bi peymana aşitiyê nîne. Dadgeh wê pêvajoyê bide destpêkirin û ev yek jî tê wateya bicihanîna daxwaza edaleteke mezin. Her wiha ev yek wê  ji bo malbatên mexdûr jî bibe hêvî û pêngaveke girîng.  Wê bibe yek ji pêngaveke şênber û sereke.

Mînakekek din ew e ku dikare komîsyoneke heqîqetê were avakirin. Ger daxwazeke mexdûr, kesên sax yan jî xizmên wan ya bi vî rengî hebe  bi rêya Meclîsê  yan jî bi awayekî din jî dikare werin avakirin. Hewcehiya me bi peymaneke aşitiyê ya teqez tine ye  lê belê ji bo van yekan hewcehî bi îradeyeke siyasî heye. Belkî divê civaka sivîl jî bi dengekî bilindtir û bi awayekî xurttir bîne ziman ku pêdivî bi edaleta serdema derbasbûnê heye  û hinekî rê nîşan bide. Em vê yekê li DEMOS’ê jî nîqaş dikin. Ew demeke dirêj e em nîqaş dikin ku weke civaka sivîl em dikarin çawa destwerdana vê pêvajoyê bikin. Dibe ku ev rêbazek bin.

 Jixwe li Tirkiyeyê ev demeke dirêj e têkoşîneke edaletê heye, gelek rêxistinên civakî û sazî vê yekê bi rê ve dibin.  Di rastiyê de ev  ew sazî ne ku bi malbatan re, bo nimûne bi xizmên windayan re,bi kesên li rastî êşkenceyê hatine re û bi kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin re ji nêz ve xebitîne. Ji ber wê yekê divê civaka sivîl li daxwazên edaletê binêrin ku zelal bikin ku li vir kîjan mekanîzma wê baş be û were sepandin û nexşerêyekê pêşkêş bikin.  Ger komîsyoneke heqîqetê were avakirin wê demê dikare pêşniyarên weke wê berê xwe bide kîjan mijaran, kîjan serdemê  û divê kî di wêkomîsyonê de cih bigire, werin kirin.

Tirkiyeyê pêvajoyeke weke vê di serdema 2013-2015’yan de jî derbas kir. Şert û mercên vê serdemê helbet cuda ne. Di warê navneteweyî de gelek hevsengî guherîn. Di encamê de em qala pêvajoya aşitiyê dikin. Di wê serdemê de jî hin pêvajoyên edaletê ketin meriyetê. Gelo divê ew serdem û serdema niha were berawirdkirin, yan jî ferq û cudahiyên her du serdeman çi ne?

Komîsyona Heqîqetê ya min weke mînak nîşan dayî, di sala 2007’an de bû.  Gelekî beriya pêvajoya aşitiyê jî hatibû kirin lê belê ger em bes di çarçoveya 2013-2015’an de nefikirin rewşeke ku belav bûbû 5-10 salên beriya wê hebû. Serdemeke wisa bû ku mijarên rûbirûbûnê û hesabpirsîna li gel paşerojê  zêdetir dihatin nîqaşkirin û axaftin. Em qala serdemeke wisa dikin ku Komkujiya Ermeniyan jî pirsgirêka Kurd jî di wê serdemê de zêdetir dihatin nîqaşkirin. Wê demê hem civaka sivîl  li ser van yekan zêdetir dixebitî  hem jî qada siyasî û civakî têkildarî bir û bibîrxistinê zêdetir dixebitî. Serdemeke wisa bû ku ev têgeh zêdetir dihatin bikaranîn. Helbet di serdema pêvajoya aşitiyê de jî êdî ev mesele ji aliyê civakê ve dihatin zanîn,  di serdema ku pêvajoyeke fermîdihat birêvebirin de ev daxwaz zêdetir bûbûn.,

Ji ber wê yekê bi min du ferq û cudahiên sereke yên bi vî rengî hene; wê demê dema ku qala pêvajoya aşitiyê dihat kirin mesele hesabpirsîna li gel paşerojê û edaleta serdema derbasbûnê bi hev re dihatin nîqaşkirin û axaftin.  Tê bîra min ku di civînên wê serdemê hatine lidarxistin de nîqaşên berfireh ên weke ger komîsyoneke heqîqetê were avakirin wê “li ser çi bisekine” bo nimûne “wê bes bi pirsgirêka Kurd re sînordar bimîne, divê bi Ermeniyan re jî aşitî bê kirin, wê demê divê ew jî lê werin zêdekirin” dihatin kirin û gelek sazî bi awayekî eşkere xwedî li van daxwazan derdiket. Di pêvajoya derbasbûyî de rejîma otorîter ew qasî zext li civaka sivîl û jiyana civakîya polîtîk kir ku bi demê re êdî ev daxwaz nehatin bihîstin.

Çavdêriya min ev e; jixwe heta niha jî ne hewl dida em fêm bikin bê ka pêvajoya şaitiyê heye yan na.  Di wê pêvajoya bêbaweriyê de daxwazên edalet, hesappirsina li gel paşerojê û edaleta serdema derbasbûnê zêde nayên bihîstin.  Ez vê yekê weke keseke di nava civaka sivîl de dibêjim. A niha tê nîqaşkirinku li Meclîsê komîsyonek were avakirin, em dibînin ku pêvajo veduguhere rewşeke şênbertir. Ez dibînim ku ev daxwaz zêdetir bûne. Ev çend hefte ne ez li Amedê me,  ez dibînim ku li vir zêdetir tê axaftin. Bi min di pêşerojê de em ê mijara ku divê edalet û rûbirûn bibin beşên perçeyên pêvajoya aşitiyê yên sereke, zêdetir bibîhîzin. 

Her wiha serdemeke wisa ye ku wê bi salan berdewam bike. Ger bi rastî jî pêvajoya aşitiyê berdewam bike û şer û pevçûnên fizîkî bi temamî bi dawî bibin  li pêşiya me ji bo nîqaşkirina van mijaran demeke dirêj heye û helbet gelek karên ku divê werin kirin jî hene.  Li rex edaletê gelek mijarên weke windayan, trawmayên wê, anîna cenazeyan, mijara goran û şîna civakî hene. Ev hemû dikevin qada edaleta serdema derbasbûnê.

Hûn li Amedê têkildarî vê mijarê dixebitin, gelo hûn dikarin çavdêriyên xwe parve bikin?

Xebata min a niha tam ne têkildarî vê mijarê ye. Zêdetir li ser ekolojiyê û tehrîbatan e.  Li gel hevaleke xwe ya lêkolîner vê xebatê dikim. Yanî bi awayekî tesadûfî li rastî vê serdemê hat.  Bi awayekî asayî ev mijar jî vedibe. Li vir tişteke din a gelekî girîng derdikeve pêşiya me. Tehrîbata ekolojîk; yek ji encamên girîng ên şer û pevçûnan e. Bandoreke wisa ye ku bi dawîbûna şer û pevçûnan re ew jî ji holê ranabe. Divê em bi awayekî cidî li nêzî vê mijarê bibin. Bi taybetî jî bûyerên di demên dawîn de li Şirnexê rû didin . Her wiha ev yek ji bo Amed û derdora wê jî derbasdar in. Xweza gelekî hatiye talankirin.

Bi awayekî giştî dema em li hin mînakên li seranserê cîhanê dinêrin talûkeya ku tê dîtin, ji bo însanên li van deran jî weke fikarekê ye. Destpêkirina pêvajoyeke aşitiyê tê wateya çi?  Tê wateya bidawîbûna şer ûpevçûnên li wan qadan.  Ji ber wê yekê jî ji bo sermayeya navneteweyî jî veguhere qadên ku bi awayekî hêsantir lê razemeniyê bikin. Ev jî tê wê wateyê ku wê sermaye zêdetir berê xwe bibe xwezaya li vir û rîska tehrîbatê zêdetir dibe. Divê teqez ev yek jî weke perçeyeke pêvajoya li pêşiya me we nirxandin û ji bo pêşîlêgirtinê jî  têkoşîn were meşandin.