Şaredarê Bûkardî û gundê Daban tevlî HDP’ê bûn
Li bajaroka Bûkardî ya navçeya Aricak a Elezîzê hezar û 200 kes û li gundê Daban ê girêdayî Kayapinar a Amedê 300 hilbijêr tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê bûn.
Li bajaroka Bûkardî ya navçeya Aricak a Elezîzê hezar û 200 kes û li gundê Daban ê girêdayî Kayapinar a Amedê 300 hilbijêr tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê bûn.
Li bajaroka Bûkardî ya navçeya Aricak a Elezîzê hezar û 200 kes û li gundê Daban ê girêdayî Kayapinar a Amedê 300 hilbijêr tevlî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê bûn. Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr rozet bi welatiyan vekirin.
Tevlîbûna ji HDP’ê re her roj zêde dibe. Hezar û 200 hilbijêrên ji bajaroka Bûkardî ya navçeya Aricak a Elezîz û 300 hilbijêrên ji gundê Daban ê girêdayî navçeya Kayapinar a Amedê bi wesîlaya tevlî HDP’ê bibin li ber avahiya HDP’ê ya bajêr kom bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, Hevserok û rêveberên Rêxistina HDP û DBP’ê yên Bajêr welatî pêşwazîkirin.
Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajêr Alî Şîmşek ê piştî rozet bi welatiyan vekir axivî got, di vê pêvajoyê de têkildarî mijara pêwîstiya yekîtiyê mînakên berbiçav hene. Şîmşek diyar kir ku niha şaredarê bajaroka Bûkardî ya girêdayî navçeya Aricak a Elezîzê bi tevlîbûna xwe piştgirî daye pêvajoyê û got, “Yekîtî wê gelek tiştan diyar bike. Tevlîbûnan ji HDP’ê re di vê xalê de didomin. Ji ber şaredarê Bûkardî biryar daye ku bibe rêwiyê vê meşa azadiyê ez wî spas dikim.”
Şaredarê Bûkardî Huseyin Açmaz jî, anî ziman ku li ser hesta di dilê wî de û daxwaza hezar û 200 hilbijêrî tevlî HDP’ê bûne û got: "Hem wek gund jî me hesta xwe guhdar bkir. Dostên me yên herî nêz di vê partiyê de ne. Me ji sala bihurî ve biryar dabû. Qismet îro bû. Ez bi daxwaza dilê xwe tevlî dibim. Hêvîdarim li bajarok ji sedî 90 deng derkevin.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli jî got bi tevlîbûneke bihêz hem ji partiyê re hem jî ji têkoşînê re bûne destekeke mezin. Welatiyên tevlî HDP’ê bûn paşê bi wesayîtên xwe li bajêr tûr avêtin.