Girtiya nexweş Tokmak hat emeliyatkirin

Girtiya nexweş Fatma Tokmak, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Dr. Sadî Konuk ji dilê xwe emeliyat bû.

Girtiya nexweş Fatma Tokmak, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Dr. Sadî Konuk ji dilê xwe emeliyat bû.

Girtiya nexweş Fatma Tokmak a 4 qapaxên dilê wê îflas kirine li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Dr. Sadî Konuk hat emeliyatkirin. Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku der barê rewşa Tokmak de wê di saetên pêş de agahiyan bidin.

Tokmak a meha Gulanê rewşa wê ya tenduristiyê giran bû û sewqî Serwîsa Kardiyolojî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Ersoy hat kirin, piştî tetkîkan hatibû diyarkirin ku 4 qapaxên dilê wê îflas kirine. Ji ber hat diyarkirin ku di dilê Tokmak de 2,5 santîm kîrêç çêbûye hat emeliyatkirin.