Pêşengê demê: Fermandar Rûstem Hemdem

Gerîlayê wêrek Rûstem Hemdem bi cesaret û fedekariyekî mezin li hemberî hemû êrîşên dijmin di zindanê de li ber xwe dide û dibe dengê azadiyê. Êdî xeta Mazlûm û Kemalan di şexsê xwe de pêkan dike.

FERMANDAR RÛSTEM HEMDEM

Gerîla Rûstem Hemdem, bi navê xwe yê rast Sedat Ozen di nava malbateke welatparêz li gundê Xarsê yê navçeya Tîlê ya Mûşê ji dayik dibe. Wekî her zarokekî Kurd, rastiya dijmin û pergala faşîst a desthilatdar di zarokatiya xwe de nas dike. Her ku bi rastiyên civakî re rast tê, nakokiyan dijî û lêgerîna wî ji bo jiyaneke azad bi pêş dikeve. Ew di pêvajoya zanîngehê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi rêya hin hevalên xwe nas dike. Êdî ji bo wî destpêkeke nû di jiyana wî de bi pêş dikeve. Rastiya Rêber Apo û tevgera azadiyê bandorek zêde li ser kesayeta wî ava dike. Di vê pêvajoyê de, wekî ciwanekî Kurd aktîf beşdarî xebatên rêxistinî dibe.

Gerîla Rûstem Hemdem, di çarçoveya “Pêngava Êdî Bes e De” de Kanûna 2007’an tê binçavkirin û dikeve zindanê. Di sala 2010’an de, li zîndanê biryara xwe ya beşdariyê dide û bi vê armancê xwe tevlî dibe. Êdî ji bo wî dîtina çiya û beşdariya di nava gerîla de, wekî xeyalekî li pêşiya wî tê armanckirin. Dilsoziya wî bi welat û daxwaza wî ya azadiyê, roj bi roj wî xurtir dike. Her çiqas şertên dijwar û zehmetiyên di zindanê de, li ser derûniya mirov xwedî bi bandor be jî, lê kesayetên egîd ên ku rastiya dijmin nas kiriye, bê ku serî li ber dijmin bitewîne û bibe koleyê wê, berxwedanê ji xwe re esas digre. Gerîlayê wêrek Rûstem Hemdem jî bi cesaret û fedekariyekî mezin li hemberî hemû êrîşên dijmin di zindanê de li ber xwe dide û dibe dengê azadiyê. Êdî xeta Mazlûm û Kemalan di şexsê xwe de pêkan dike. Bê ku serî li ber dijmin bitewîne, 9 salên xwe di zindanê de temam dike. Di sala 2018’an de dema ku gerîla Rûstem ji zindanê derdikeve, berê xwe dide jiyana gerîla û tê çiyayên Kurdistanê. Ew şervantî û gerîlatiya xwe li qada Garê dest pê dike û tecrûbeyan bi dest dixe. Piştî pêvajoyekî piratîkê ew perwerdeyekî çekên navîn dibîne û pratîk dimeşîne. Careke din li ser daxwaza partiyê, ew diçe Akademiya Şehîd Haki Karer û derbasî qada Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Li wir wekî fermandarekî di jiyan û çalakiyan de pêşengtî dike û rol dilîze. Gerîla Rûstem di 20’ê Gulana 2024’an de, li qada Metîna tevî hevrêyên xwe Yekbûn Şoreş bi dijmin re dikevin pêvçûnê û di encamê de ew herdu leheng digihîjin şehadetê.

Gerîla Rûstem, di nava salên xwe yên gerîla de gelek nirxên hêjayî vegotinê bi ked û têkoşîna xwe daye avakirin. Yek ji nirxên pîroz ê ku li pey xwe hiştiye, bîranîn û kêliyên wî yên gerîlatiyê ne. Wî di nava rûpelên rojnivîsa xwe de, mîratekî ku wê ti carî neyê jibîrkirin û wê her were bibîranîn, bi van vegotinên xwe wê her bijî û were jiyîn.

ÎNTÎŞARA SERGIRTÎ

Demsala havînê ber bi dawî ve diçû. Rojên Cejna Vejînê bû. Di nava salên derbas bûyî de, pêngava ku 15’ê Tebaxa 1984’an de destpêkiribû veguherîbû Şoreşa Gelan. Pêşerojên salvegerek nû ya vê cejna pîroz bû. Dijmin dexwest di rojên wiha de koka me biqelîne, ruhê 15’ê Tebaxê binax bike. Lê ruhê berxwedana pêngavê û Cejna Vejînê, xwedî bandoriyeke zêde li ser gelê me da avakirin. Careke din, ruhê egîdiyê, ruhê berxwedanê li Kurdistanê vejiya. Di roja îro de jî, ev ruhê serketinê di lûtyekeyê de tê jiyîn. Bi sedan, hazaran Edûlê û Derwêş dilsoziya xwe bi xetê re bi cih tînin. Ev jî destnîşan dike ku heta ev ruh li Kurdistanê hebe, ne gengaze ku were tinekirin. Ew dem divê were zanîn ku aramancên dijmin ên tinekirinê, tenê dikare weke xeyal bimînin. Em duh jî hebûn, îro jî em hene û em ê her hebin. Weke gerîla her sal li ser bîranîna vê cejnê çalakiyên bi ruhê Egîdiyê têne lidarxistin. Ev jî coş û kelecana me ya serketinê xurtir dike.

Weke yekîneyên bitevger, ji bo bersivdayîna êrîşên dijmin û pêşîgirtina wan a li qadê daxwaza me ya çûyîna araziyê çêbû. Li gor vê em weke yekîne, di aliyê pêşxistina taktîk û şêwazê çalakî lidarxistinê de, me xwe her amade dikir. Piştî wê li ser erêkirina daxwazên me ya çûyîna araziyê, serê sibê tevgereke awarte li kampê dest pê kir. Em tîm bi tîm belavî araziyê bûn.

Li gor hevalên dinê ez zêde bi ezmûn nebûm. Tevahî hevalên ku di tîma me de cih digirtin, hemû hevalên kevin û xwedî tecrûbe bûn. Bi taybetî li hemberî êrîş û teknîka pêşketî ya dijmin, tevgerîna me divê çawa bi pêş bikeve dizanîn û tevdîr digirtin. Min jî hewldida şêwazê tevgerîna gerîla de xwe bi pêş bixim û fêr bibim. Ev derketina araziyê jî ji bo min derfetekî herî bi nirx bû.

Êdî germahiya araziyê şikestîbû, hênikahiya êvarê destpê kiribû. Cihê ku em biçûna zêde dûr nebû. Lê ji nav me tenê hevala Dîren rê dizanî. Di herdu aliyên rê de dol û rêzeçiya rêz dibûn. Araziyekî bêhempa bû ku xwe li dora me dipêça û em hembêz dikirin.

Rêzana me hevrê Dîren jî pir bi lez dimeşe û em pêre nedigihîştinê. Her carê bi gazî kirina wê re em digihîştin hevdu. Her çend deqeyê carekê ez an jî hevrê Dersim diketin erdê. Ez demeke dirêj li zindanê de mabûm, zêde tecrûbeyên min a çiya nebû. Ev jî bi xwe re zehmetî bi pêş dixist. Hevrêyên jin gelek caran xwestin çeka min rabikin, lê bandoriya feodalî ya min girtibû û min digot divê ez rabikim.

Em êvarê dereng gihîştin cihê xwe. Ew westandina rê gelekî li ser min bandor kiribû. Cara yekemin ez bi meşekî wisa re rûbirû dihatim. Her çiqas ew meş zehmetî bi min da kişandin jî, ez nesekinîm û min dom kir. Bêguman ev tecrûbe bi mirov gelek tiştan dide qezenc kirin. Li gel vê coş û kelecana hevalan pêşî li hemû zehmetiyan digirt. Ev jî kêliyekî ji bîranînên min ê destpêka piratîkê bû. Ez bawerim wê ji pêşerojeke azad re ev vegotinên min were veguhestin. Îro ez çawa bûm, wê ez ê pêşerojê çawa bibim.

ÇALAKIYÊN BERIYA ÇALAKIYÊ

Her tim pêşî çalaki tên lidarxistin piştre li ser wan tên nîvsandin an jî encamên wê têne parvekirin. Lê ez ê vê rêgezê bi vê nivîsê binpê bikim û kêliyên beriya çalakiyê binivisînim. Di rojên dawî ya meha Tebaxê de, em tîmek heval ketin tevgerê. Du saet piştî meşê em gihîştin cihê çalakiyê. Me çend dol û gir li pey xwe hiştin. Bê ku westandina rê li ser me bi bandor bike, em bi coş, kêfxweşî ber bi cihê dijmin ve meşiyan. Hêdî hêdî roj diçû ava û tarî diket erdê. Em di cihekî bi ewleh de sekinîn. Lê ew cih ji bo razanê zêde guncav nebû. Ji tirsa ku em gindirê dolê bibin, em heta saetên ber bi siharê ve nîv hişyar man. Ew meş bi qasî meşekê zêdetir em westandin. Lê ruxmê vê êşa di pişt û lingên me de, zêde ne di xema me de bû. Hemû lêhûrbûnên me li ser lidarxistina çalakî û keşifkirina qadê de bû.

Roja dinê çawa ku roj tîrêjên xwe berda û ronahiya xwe hêdî hêdî belav dikir, em rabûm û yekser me berê xwe da cihê keşfê. Bi taybetî wê şêwazê lidarxistina keşfê çawa bi pêş bikeve, me nêrîn û pêşniyarên xwe ji hevdu re vedigot. Wisa qey te digot dûrbîn ne, dûrbîn bû, mîkrofon bû. Ya din dirêjî ya din dikir. Kî ji me digirt fikir, nêrîn û pêşniyarên cihê reng dianîn ziman û nîqaş geş û dewlemend dikirin. Em çar hevalbûn, du xort, du hevalên jin bûn.

Piştî keşifkirinê em vegerîn cihekî hîn bi ewletir. Bi taybet ji bo razanê li gorî cihê dinê baştir û guncavtir bû. Li gor vê me cihê xwe çêkir û em li ser encamên keşfê û tevgerîna dijmin rawestiyan. Di wir de jî, her heval li ser şêwazê tevgerîna dijmin û şêwazê lêdana bi bandor dikare çawa bi pêş bikeve, nêrîn û pêşniyar bi pêş ketin. Ew dem min dikarîbû bi hêza li gel xwe, hîn baştir beşdariya wê bi pêş bixim. Di wan kêliyan de, ew hêza te ya fikrandinê zêdetir dikeve dewrê. Di hemû hurgiliyên jiyanê de, bê ku tiştek ji te derbas bike, tu ferq dikî, hîs dikî. Ez bi xwe jî wisa bûm. Di aliyekî de, lêhûrbûnên min li ser li keşf kirina dijmin bû, di aliyê dinê de, ger çalakiyek pêk were wê ez ê çawa beşdar bibim difikirîm. A rast bi dehan pirsên bi vî awayî di serê min de derbas dibû. Ya herî baş bê ku teredûdek bikeve dilê min, ez ji xwe û hevalên li gel xwe bawer bûm. Min dizanî wê min temam bikin.

Dema ev rastiyên rêhevaltî û jiyanê di wan kêliyan de li mirov xwe dipêçe, hîn baştir mirov dikare wate li hebûna xwe ya li wir bar bike. Ji ber tenê tu li wir nînî, li gel te rêheval û egîdên pêşerojê hene. Ji bo pêşengtîkirina ji wan re bi awayekî baş bi pêş bikeve, divê tu fikarên mirov çênebe. Ji xwe, heval ji seketinê bawer be. Dema ev hêza aqil li ser min bi bandor bû, ew dem min got, em ê vê erka xwe ya keşfê serketî pêk bînin.

Her çiqas armanca me li wir keşifkirina dijmin bû jî, min wisa hîs kir ku qey ez di çalakiyekê de me û şer dikim. Bi wê cidiyetê ez nêz bûm. Ji xwe di gerîla de wisa tê destgirtin, çalakî beriya çalakiyê tê ser xistin. Dema ku çalakiya mirov serketî be, ew dem tu dikarî bi awayekî hîn xurtir li dijmin bidî. Bêguman ne tenê çûyîna keşfekê bi vî şeklî ye, tevahî tevgerînên gerîla jî bi armanc bi pêş dikeve. Naxwe mirov nikare jê re bêje gerîla. Dema gerîla tê gotin, veşartîbûn, wêrekî û gelek teybetmendiyên bi vî awayî tê hişê mirov. Loma di her şert û mercî de, tu xwe li gorî wê bi rêxistin û çalak dikî.

Weke encam gelek tecrûbe û bîranînên min di wan kêliyan de bi pêş ket. Bêguman her keşfekî serketî, çalakiyekî serketî pêkan dike. Li vir dikarim bêjim keşfa me kirî jî bi awayekî serketî bi encam bû.