Heyeta YNK'ê ya ji bo hilbijartinê hat Kişanak ziyaret kir

Heyeta Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) a ji bo xebatên hilbijartinê ji Başûrê Kurdistanê hat, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ziyaret kir.

Berdevkên Heyeta Yekîtî Niştmanî Kurdistan (YNK) Perêz Omer û Newzat Salih Mûhammed ên ji bo destekkirina HDP'ê di hilbijartinên giştî de ji Başûrê Kurdistanê hatin, li Amed, Êlih, Sêrt, Riha, Wan û Bedlîsê lêkolîn kirin û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ziyaret kirin.

Perêz Omer di serdanê de axivî û anî ziman ku ew weke heyetek ji 41 kesan ev 13 roj in li herêmê ne û kom bi kom li herêman tevlî xebatên hilbijartinê yên HDP'ê dibin. Omer da zanîn ku YNK'ê cara yekemîn bi awayekî fermî heyetek ji bo meşandina xebatên hilbijartinê şandiye herêmê û destnîşan kir ku mîna tevahiya gelê Kurd, bendewariya YNK'ê jî derbasbûn HDP'ê ji bendê ye.

Gultan Kişanak jî ji ber desteka wan spasiyên xwe pêşkêşî heyeta YNK'ê û gelê Başûrê Kurdistanê kir. Kişanak got, "Beriya her tiştî em kêfxweş bûn ku rewşa tenduristiyê ya Mam Celal baş e. Bi rêya we em silav û hurmetên xwe pêşkêşî Mam Celal dikin. Di jiyana siyasî ya Kurd de Mam Celal xwedî cihekî girîng e. Em hêvîdarin wê bibe xwedî temenekî dirêj û xwedî tenduristiyeke baş. Ez bawerim ku di 7'ê Hezîranê de serketina HDP'ê wê li Hewlêr û Silêmanî bi fîşekên hewayî were pîrozkirin."