ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Mêrdînê bi hezaran herikîn mîtîngê
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di mîtînga Mêrdînê de axivî û wiha got: "Çavên Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ê ku ji bo aştiya vî welatî kedekî mezin dide li me ye." -
Polîsan girt ser rojnameya Polîtîka
Polîsên sîvîl girtin ser buroya hilbijartinê ya rojnameya Polîtîka. Polîsan di serdegirtinê de çek li yek ji nivîskarên rojnameyê Boran kişandin. -
Polîsan li Stenbolê bi ser gelek navnîşanan de girtin
Li 8 navçeyên Stenbolê, di serdegirtina polîsan de zêdeyî 10 kes hatin binçavkirin. -
Li Kurdistanê karê kontra zêde bû
Tevî ku ji hilbijartinan re 5 roj maye jî li Kurdistanên xebatên kontra her diçin zêde dibin -
Piştî hilbijartinan yekem rojeva HDP’ê TIR’ên MÎT’ê ne
Parlamenterên HDP’ê Pervîn Buldan, Altan Tan û namzetê HDP’ê Celal Dogan diyar kirin ku bi aşkerabûna cebilxaneyên di TIR'ên MÎT'ê de, sûcê hikûmeta AKP'ê îspat bûye. -
Li PE wê yekemcar konferansa Îran û Rojhilat bê lidarxistin
Li PE wê di 4'ê Hezîranê de konferansek bi serenavê "Krîza Rojhilata Navîn, Îran û Kurd" were lidarxistin. Konferans ji aliyê Koma PE ya Dostaniya Kurdan ve tê lidarxistin û Komîteya Rojhilatê Kurdistanê ya KNK'ê jî destekê dide. -
Li hember peykerê Berkîn êrîş
Peykerê bi navê “Nanvan li Berkîn digere” yê li Parka Mehmet Ayvalitaş ji bo Berkîn Elvan hat danîn, ji cihê xwe hat rakirin û parçekirin. -
Du kes hatin girtin
Welatiyên bi navê Bulent Sariçakmak û Hayat Akyildiz ên ku ji Dêrsîmê ber bi Gumuşhaneyê ve derketin rê bi îdîaya "alîkariya rêxistinê kirin" hatin girtin. -
HDP: Berxwedana Gezî hêviya pêşerojê da me
HDP'ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya salvegera Berxwedana Gezî de nerazîbûn nîşanî pêkanînên hikûmetê yên li dijî gel da û got, "Berxwedana Parka Gezî, wê rêya avakirina pêşerojeke demokratîk a hemû beşên civakê, her ronî bike." -
Tevî rewşa awarte jî şehîdên Gezî tên bîranîn
Di salvegera berxwedana Gezî de, tevî ku AKP'ê li Taksîmê rewşa awarte îlan kiriye jî, bi sedan kes ber bi Parka Gezî ve dimeşin. -
Ji KNK’ê ji bo Mele Abdullah Aydar peyama sersaxiyê
KNK’ê ji bo wefata bavê endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Mele Abdullah Aydar peyama sersaxiyê weşand. KNK’ê ji bo gelê Kurd û malbata Aydar sersaxî xwest. -
9 FDG’î hatin girtin
Di operasyona ku li dijî endamên Federasyona Gelan a Demokratîk (FGD) hatiye meşandin ji 26 kesên hatibûn binçavkirin 9 kes hatin girtin. -
Ji heyeta Îmralyê ji bo FARC û gelê Kolombiyayê peyama sersaxiyê
Heyeta Îmraliyê ji bo 26 gerîlayên di encama êrîşa bombeyî jiyana xwe ji dest dane û muzakerevan Jaîro Martînez, peyama sersaxiyê weşand. -
Tîmên taybet avêtin ser gund
Bi nêzîkbûna roja dengdayînê re artêşa Tirk zext û gefên xwe yên li hemberî gelê li Kurdistanê zêde kir. -
Patrîkê Suryanî: Qirkirina 1915'an di roja îro de jî dewam dike
Patrîkê Tevahiya Rojhilat û Lîderê Giştî yê Runahî yê Dêra Suryanî Ortodoks Moran Mor Ignatîûs II. Efrem Kerîm da xuyakirin ku qirkirina li Suryaniyan hat kirin, di roja îro de li Iraq û Sûriyeyê jî dewam dike. -
Mele Abdullah Aydar jiyana xwe ji dest da
Bavê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Mele Abdullah Aydar (87), li nexweşxaneya ku dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. -
Erdogan gotibû ‘xurekin’, lê çek derketin
Rojnameya Cumhuriyetê dîmenên çekan ên ji aliyê MÎT’ê ji Tirkiyeyê dibirin Sûriyeyê weşand. Têkildarî rojnameyê bi sûcdariya ‘terorê’ lêpirsîn hat vekirin. -
ÎHD'ê banga ‘Hefteya zarokan’ li namzetan kir
ÎHD’ê bang li namzetên parlamenteriyê kir ku “Manîfestoya Mafên Zarokan” îmze bikin. Namzetên HDP’yî yên tevlî civînê bûn soz dan ku wê şopdarê mafên zarokan bin. -
Li Tarsûsê 2 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Tarsûsê yek jê rêvebera HDP'ê ya navçeyê 2 kes hatin binçavkirin. -
Polîs bi hinceta 'hewl da bireve' gule berda Serkan Unal
Polîs, bi hinceta 'hewl da bireve' gule berda Serkan Unal ê biribû nexweşxaneyê û ew bi giranî birîndar kir. -
Li Îzmîrê lêpirsîna 1'ê Gulanê
Li Îzmîrê, ji ber lêpirsîna li ser pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bang li 22 kesan hat kirin ku îfadeyê bidin. -
DTCF heta hilbijartinan navber da perwerdeyê
Rêveberiya Fakulteya Ziman Dîrok û Cografya ya Zanîngeha Enqereyê heta 8’ê Hezîranê navber da perwerdeyê. -
FGD: Dewlet dixwaze hêzên me parçe bike
Federasyona Gelan a Demokratîk (FGD) têkildarî êrîşa binçavkirinê ya li dijî FGD û rojanmeya Halkin Gunluğu ya navenda wan li Stenbolê ye, pêk hat de daxuyaniyek nivîskî da. -
Polîsan girt ser SDP û Rojnameya Gelecek
Polîsan girt ser avahiya ku Rêxistina SDP’ê ya Kadikoy û Rojnameya Gelecek têde ye. Polîsên di avahiyê de lêgerîn kirin 7 endamên partiyê û rojnamevanan di bin çavan de digirin. -
Ji xizmên windahiyan çalakiya bi findan
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê û xizmên windahiyan, di çarçoveya Hefteya Windahiyan a 17-31'ê Gulanê de bi findan çalakiya rûniştinê lidar xistin. Di çalakiyê de hat xwestin ku windahî bên dîtin, kiryar bên darizandin û cezakirin.