Dildarên Samsûnê heta niha 50 hezar mal ziyaret kirine

Ji dildarên HDP'ê yên Samsûnê Şalci Işik, Vûral û Beyazit diyar kirin ku li Samsûnê wan bi qasî 50 hezar mal ziyaret kirine û heta niha li nêzîkatiyeke nebaş rast nehatine.

Ji dildarên HDP'ê yên Samsûnê Şalci Işik, Vûral û Beyazit diyar kirin ku li Samsûnê wan bi qasî 50 hezar mal ziyaret kirine û heta niha li nêzîkatiyeke nebaş rast nehatine. Dildaran gotin, "Herî kêm em ê wekîlekî bişînin Meclîsê."

Dildarên hilbijartinê yên li Samsûnê ku jin û ciwan pêşengiya wan dikin, bi 7 ekîban re her roj kolan bi kolan digerin û HDP'ê ji gel re vedibêjin.

Dildarên HDP'ê ji ANF'ê re axivîn...

'LI DERYA REŞ BÛ ALTERNATÎF'

Aydan Ezgî Şalci 19 salî ye û ji Samsûnê ye. Yek ji dildarên ji bo HDP'ê li Samsûnê dixebite ye. Şalci anî ziman ku HDP yekane partiya ew dikare xwe li nav îfade bike ye û got, "Heta niha rewşeke bê alternatîfî hebû li Derya Reş. Îro HDP'ê ev bê alternatîfî ji holê rakir. Lewma ez ji bo HDP'ê dixebitim."

'HESTÊN ŞOVEN TÊN ŞIKANDIN'

Şalci da xuyakirin ku li Derya Reş êdî hestên şoven tên şikandin û got, "Bi xebatên HDP'ê re em dibînin ku ev hest îsal ji holê radibin. Em êdî dikarin li Derya Reş bi hêsanî bixebitin. Li taxan em dikarin bi hêsanî HDP'ê bidin naskirin û em dibînin ku pêşhikum dişikên."

'HERÎ ZÊDE JINÊN SAMSÛNÎ LI ME GUHDARÎ DIKIN'

Şalci diyar kir ku ji bo xebatên hilbijartinê wan 7 ekîbên cuda ava kirine û got, "Ev ekîb hemû ji dildaran pêk tên. Em li tevahiya taxên Samsûnê digerin. Heta niha em li nêzîkatiyeke neyînî rast nehatine. Em li mirovên deng didin her partiyê rast tên û ji wan dixwazin ku pênc deqeyan li me guhdarî bikin. Yên li me guhdarî kirine jî heta niha ti nêzîkatiyeke neyînî nîşanî me nedane. Em xwe nêzî cewhera wan dikin. HDP di nava gel de hêviyan diafirîne. Di nava AKP'yiyan bi xwe de jî hin kes dixwazin em ji bendê derbas bibin. Bi taybetî jî jin destekê didin me. Dema em balê dikişînin ser pirsgirêkên jinan, hîn bêhtir destekê didin me."

Bûrcû Işik jî da xuyakirin ku partiya karker, jin, ciwan û hemû bindest xwe lê îfade bike HDP ye û got, "Siyaseta niha li ser desthilatdariyê ye bi zimanê mêr tê kirin. Ez bawerim ku HDP wê di destpêkê de vî zimanî biguherîne."

'PÊŞHIKUM TÊN ŞIKANDIN'

Işik anî ziman ku xebatên wan ên hilbijartinê yên li Samsûnê gelekî erênî derbas dibin û got, "Em diçin serdana malbatan û heta niha em li nêzîkbûneke neyînî rast nehatine. Haya mirovan ji HDP'ê, ji gotinên HDP'ê heye. Gelek mirov, ji ber ku ya ji desthilatdariyê hêvî dikir nedîtin, bê biryar in. Pêşhikmên wan hene, lê dixwazin deng bidin HDP'ê. Dema bi wan re sohbetê dikin em dibînin ku berê xwe didin HDP'ê. Eger em karibin pêşhikman bişikînin, em dikarin bibin desthilatdariya gel."

'JIN PIRSGIRÊKÊN XWE JI ME RE VEDIBÊJIN'

Işik da xuyakirin ku li Samsûnê gelek jin tên qetilkirin û got, "Hem li nava malê hem jî li zêviyan keda jinê tê xwarin, li destavêtin, destdirêjî û qetilkirinê ras tên. Dema em li nava malan digerin, herî zêde ji me re behsa van pirsgirêkan dikin û em fêm dikin ku jin çiqasî qîmetê dide rêbazên me yên çareseriyê. Em jî ji jinan re behsa çareseriyên xwe dikin. Ew dibêjin ku me fêm dikin û ew ê destekê bidin me. Em vediguherin hêviya jinan."

'EM HEWL DIDIN ÎQNA BIKIN'

Alîcan Vûral jî anî ziman ku xebatên li nava malan gelekî erênî ye û pêşhikmên neyînî yên li hemberî HDP'ê hatine şikandin. Vûral got, "Niha HDP'ê weke partiyeke Tirkiyeyê dibînin. Yên dengê xwe dane partiyên din jî dibêjin ku ew ê deng bidin me. Xebatên îqnayê gelekî girîn gin. Em hewl didin hilbijêrên bê biryar îqna bikin. HDP'ê li Samsûnê hêvî da gel."

'HEMÛ GEL BI HDP'Ê RE LI SER BINGEHEKE HEVPAR CIVIYAN'

Yildirim Beyazit jî anî ziman ku ew li Samsûnê çûne hemû tax û kolanan û destnîşan kir ku ew li nêzîkbûnên erênî rast tên. Beyazit got, "Me digot cihê herî zêde guherîn lê çêdibe ev der in. Ev nêrîna me piştrast bû. Li her mala em ziyaret dikin, daxwazên xwe tînin ser ziman. Bawer dikin ku daxwazên wan wê ji aliyê HDP'ê ve bicih werin anîn. HDP bû zemînek ku gel hemû li ser civiyane. Em vê yekê li Samsûnê dibînin."

'EM Ê XEBATÊN XWE XURTTIR BIKIN'

Beyazit ragihand ku wan heta niha xwe gihandine bi qasî 50 hezar hilbijêrî û got, "Heta roja îro gotineke bi tenê ya nexweş ji me re nehatiye gotin. Em jî gelekî matmayî dimînin. Sedema vê rewşa erênî ew e ku HDP êdî veguheriye hêviyekê. Bi taybetî gotinên Hevserokan û nêzîkatiya ku jinê li navendê bicih dike, reaksiyonên erênî bi xwe re tînin. Em ê heta hilbijartinê ti malê nehêlin ku neçûne serdana wê. Em ê êdî li taxan jî civînên berfireh lidar bixin. Li navçeyan buroyên hilbijartinê hatin vekirin, em esnafan ziyaret dikin û em ê vî karê xwe xurttir bikin."

...