Serketina HDP'ê serketina projeya Rêber Apo ye-Cemîl Bayik

"AKP’î di rojên dawî de bêhtir ketine nava panîkê. Tevî ku bi hevkariyên hundir û derve yên kirêt xwe kirin desthilatdar û desthilatdariya xwe domandin; anîna gel hev a hemû xizan û bindestan a HDP’ê mîna hevkarî û têkiliyeke kirêt nîşan dide."

AKP’î di rojên dawî de bêhtir ketine nava panîkê. Tevî ku bi hevkariyên hundir û derve yên kirêt xwe kirin desthilatdar û desthilatdariya xwe domandin; anîna gel hev a hemû xizan û bindestan a HDP’ê mîna hevkarî û têkiliyeke kirêt nîşan didin û bêbextiyan dikin. Gelê kurd li ser vê xakê zêde rastî zext û neheqiyê hat. Elewî hîn bêhtir rastî zextê hatin û li derveyî jiyanê hatin hiştin. Dîsa sosyalîstên ku bi HDP’ê re di nava hevkariyê de ne di tevahiya dîroka komarê de herî zêde rastî zextê hatine.

Zindanên komara Tirkiyeyê herî zêde sosyalîst naskirî, her tim sosyalîst û şoreşger avêtin zindanan. Yên hatin îdamkirin, yên li kolanan hatin qetilkirin sosyalîst û şoreşger bûn. Yên ku herî zêde bandorên zilma 12’ê Îlonê jiyan, hatin îdamkirin, îşkence dîtin di serî de Tevgera Azadiya Kurd hemû rêxistin û tevgerên sosyalîst bûn. Taybetmendiya bingehîn a HDP’ê ew e ku xwedî projeya; bêyî ku cudakariyê bixe navbera wan, jiyana bi hev re ya hemû etnîk û komên baweriyê ye. Dîsa dîtina wê ya azadiya jinan mîna bingeha azadiyê ye. Nîşandana partiya xwedî têkiliyên kirêt a partiyeke xwedî hebûnên bi vî rengî ji hewldana veşartina wan a rûyê xwe yê kirêt pêve ne tiştekî din e. Tifaqa bi van koman re pêk hat demokratîkbûna Tirkiyeyê ji xwe re dike armanc. Komên civakê yên ku AKP’ê û partiyên din ji hev cuda kirine tînê gel hev; karê herî bi xêr ê dîroka komara Tirkiyeyê dike. Pariyê heram di gewriya yên HDP’ê ava kirine re derbas nabe, beşa civakê ya herî pak e. Ji ber vê yekê mafê kesî tine ye ku bêje hebûnên HDP ava kirine. Gotina bi tenê ku dikare were gotin jî ew e ku bêjin heta niha çima em neanîn gel hev. Ji ber ku tifaqeke bi vî rengî nehat avakirin meydan ji demokratên sexte û yên tenê di gotinê de demokrasî bi kar anîn re mabû. Di pêvajoya ku civakê daxwaza demokratîkbûnê dianî ziman, ji ber ku hêzên demokrasiyê nebûn yek û tifaq ava nekirin, AKP bi gotinên sexte yên demokratîkbûnê hat desthilatdariyê.

Ji ber ku niha hêzên demokrasiyê li hev civiyane hêrs dibin. Ji ber ku hatina gel hev a demokratên rastî wê yên ji xwe re dibêjin em demokrat in, em misilman in di siyasetê de bêbandor bike. Di hatina gel hev a hemû hêzên demokrasiyê ya de di bin sîwana HDP’ê de mirovê herî zêde xwedî ked e Rêber Apo ye. Yê ku digot bi projeyeke bi vî rengî Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe Rêber Apo ye. Destnîşan dikir ku rêjeya dengê projeyeke bi vî rengî li Tirkiyeyê herî kêm ji sedî 20 e. HDP bi aliyekî xwe jî projeya; li ser bingehê tifaqê mîna partî ketina hilbijartinê ye. Rêber Apo bawer dike ku bi afirandina hêzeke bi vî rengî wê pirsgirêka kurd çareser bibe. Ji ber vê yekê jî tevî berxwedan û dijberiya ji hundir jî israr kir ku HDP bi navê xwe beşdarî hilbijartinê bibe. Eger projeya HDP’ê bi ser bikeve û bendê derbas bike wê pozîsyona Rêber Apo ya li Îmraliyê ji her demê bi hêztir bibe; wê demê wê pêvajoya çareseriyê di wateya xwe ya rast de pratîze bibe. Yên ku naxwazin pozîsyona Rêber Apo bi hêz bibe û ne xwedî polîtîkaya çareseriyê ne naxwazin HDP bendê derbas bike. Ji xwe ji ber vê yekê tecrîd li ser Rêber Apo tê meşandin. Bi vê tecrîdê dixwazin hêz û piştgiriya ku Rêber Apo bide HDP’ê û hêzên demokarsiyê asteng bikin. Ji ber vê yekê serketina HDP’ê tê wateya serketina projeya Rêber Apo ya çareseriya li ser bingehê wekheviya gelan.

Eger ev proje bi ser bikeve hem neteweperestiya tirk, hem jî neteweperestiya kurd wê lawaz bibin. Dema ev proje bi ser ket wê polîtîkaya klasîk a neteweperest têk biçe. Di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de wê piştgiriya civaka Tirkiyeyê zêdetir bibe. Serketina HDP’ê wê bibe sedema afirandina îradeya siyasî û muxatabûna gelê kurd li ser vê yekê pêşketina çareseriyeke rast. Tayyîp Erdogan ê dibêje pirsgirêka kurd tine ye, muxatab tine ye, mase tine ye, heyeta çavdêran tine ye wê were redkirin. Ji ber vê yekê jî ev hilbijartin beriya her tiştî di çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêbazên siyasî û demokratîk de xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Aşkera bû ku di têgihîştin û feraseta AKP’ê de çareseriya pirsgirêka kurd tine ye. Ji ber ku ne xwedî karekterekî demokratîk e. Eger di pirsgirêka kurd de çareserî pêk were, divê polîtîkayên AKP’ê yên xapandin û bendewariyê vala werin derxistin û pirsgirêka kurd bi rastî were ber siyaseta Tirkiyeyê. Ji ber ku AKP bi xapandin, mijûlkirin û derewên xwe derfetên çareseriyê têk dibe û wê Tirkiyeyê bi xetereyên cidî ve rû bi rû bihêle. AKP wisa tengav bûye ku zêdetir serî li demagojî, derew û gefan dide.

Ji bo HDP a ku aktorê bingehîn ê çareseriyê ye dibêjin eger HDP bendê derbas bike wê pêvajoya çareseriyê têk biçe û di rastiyê de nîşan dide ku têgihîştin û polîtîkaya wan a çareseriyê tine ye. Berevajî eger HDP bendê derbas neke wê bêjin daxwazên vê partiyê ji aliyê Kurdan ve nehatin destekirin. Wê gotinên Erdogan ên mîna pirsgirêka kurd tine ye, yek milet, yek welat û bernameya wî ya siyasî ku xwe dispêre vê ferasetê were erêkirin. Eger AKP bigihîje hedefa xwe li dewsa çareseriyê wê dijwarî û şer bê rojevê. Ji ber ku têgihîştin û polîtîkayên Tayyîp Erdogan encameke din bi xwe re nayne.

Çavkanî: Azadiya Welat