Li Çewlikê li hember wesayîta HDP’ê êrîş, kesekî jiyana xwe ji dest da

Di navbera gundên Aşagiçir û Serpmekaya yên girêdayî navçeya Kanîreşê yên Çewlikê li hember wesayîta hilbijartinê ya HDP’ê êrîş pêk hat. Ajokarê wesayîtê Hamdullah Oge 50 metre dûrî wesayîtê bi awayekî mirî hat dîtin.

Wesayîta HDP’ê ya hilbijartinê dema ji gundê Serpmekaya ya navçeya Kanîreşê ya Çewlikê dihat rastî êrîşa çekdarî hat.

Wesayîta HDP’ê hilbijartinê ya di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji gundê Serpmekaya yê girêdayî Kanîreşa Çewlikê dihat rastî êrîşa çekdarî hat. Gundiyên dengên guleyan bihîstin, agahî dan HDP’yî ‘û leşkeran. Leşkerên hatin cihê bûyerê wesayît dorpêçkirin û lêkolîn kirin. Di encama lêkolînê de ajokarê wesayîtê Hamdullah Oge 50 metre dûrî wesayîtê di nav keviran de bi awayekî mirî hat dîtin. Namzetên HDP’ê yên Çewlikê jî di nav de HDP’yî gihiştin cihê bûyerê. Hatina HDP’yiyan didome.

Lêkolîna leşkeran a li cihê bûyerê didome.