Dêrsimî ji mîtîngê re amade ne
Dêrsimî bi coşeke mezin li benda mîtînga îro ya HDP'ê ne.
Dêrsimî bi coşeke mezin li benda mîtînga îro ya HDP'ê ne.
Ji bo mîtînga HDP’ê ya ku wê îro saet di 17.00 de li Dêrsİmê destpê bike, amadekarî temam bûn. Bajar bi coşeke mezin li bendA Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş e.
Li gel Demîrtaş, namzetên HDP’ê yên Stenbolê Erdal Ataş û Hasan Gulum, namzetên HDP’ê yên Îzmîrê Pinar Aydinlar, Hevseroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, namzetên HDP’ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Hevşaredarên Dêrsim Nûrhaya Altûn û Mehmet Alî Bûl, Hevşaredarên Akpazarê Fadîme Çetînkaya û Huseyîn Çetînkaya û nûnerên rêxistina saziyên civaka sivîl wê beşdarî mîtîngê bibin.