HDP'ê xwest Komîsyona Lêkolînkirina Komkujiya Pirsûsê bê avakirin
HDP'ê da xuyakirin ku berpirsyarê sereke yê komkujiya li Pirsûsê AKP ye û xwest, Komîsyona Lêkolînê bê avakirin. Her wiha bi pêşniyar pirsekê re, komkujî ji Davûtoglû pirsî.
HDP'ê da xuyakirin ku berpirsyarê sereke yê komkujiya li Pirsûsê AKP ye û xwest, Komîsyona Lêkolînê bê avakirin. Her wiha bi pêşniyar pirsekê re, komkujî ji Davûtoglû pirsî.
HDP'ê da xuyakirin ku berpirsyarê sereke yê komkujiya li Pirsûsê AKP ye û xwest, Komîsyona Lêkolînê bê avakirin. Her wiha bi pêşniyar pirsekê re, komkujî ji Davûtoglû pirsî.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken, der barê komkujiya li Pirsûsê de pêşniyarnameya lêkolînê pêşkêş kir.
Balûken, polîtîkaya AKP'ê ya derve ya li ser dijminatiya li Kobanê û tevahiya Şoreşa Rojava bibîr xist û bal kişand ser komkujiya li Pirsûsê.
Balûken got, "Bi dehan ciwanên şoreşger ên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku hema hema hemû xwendekarên zanîngehê bûn, ji çar aliyên Tirkiyeyê, bi pêlîstok û kelûmelên alîkariya însanî xwestin biçin Kobanê, ku parka zarokan, pirtûkxaneyê çêbikin. Lê belê rayedarên dewletê destûr nedane ciwanan ji bo derbasî Kobanê bibin. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de, li navçeya Riha Pirsûsê yek ji êrîşên herî namerdî yên dîroka Tirkiyeyê pêk hatiye. Li hemberî ewladên giranbuha û bi rûmet ên vê xakê, ku dixwestin alîkariya însanî bibin Kobanê, di dema dayîna daxuyaniya çapemeniyê de êrîşeke bombeyî hat kirin, 31 ciwanên me di vê êrîşa xayîn de hatine qetilkirin. Zêdeyî 100 ciwanên me birîndar bûne."
Balûken anî ziman ku hikûmet di asta yekemîn de berpirsyarê komkujiyê ye û ji bo êrîş ji her alî ve bê ronîkirin, têkilî û hêzên tarî yên li pişt êrîşê bên kifşkirin, polîtîkayên hikûmetê yên zemîn dane vê êrîşê werin nirxandin xwest, Komîsyona Lêkolînê were avakirin.
BÛLDAN JI DAVÛTOGLÛ PIRSÎ
Li alyê de Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan jî di pêşniyar pirsa xwe de ji Serokwezîr Ahmet Davûtoglû xwest bersiva van pirsan bide:
"Beriya êrîşê agahî gihaştibû ber destê we ku li Pirsûsê êrîşkarên bombeyî hene? Eger gihaştibe we, we kengî ev agahî wergirt?
Agahî ji we re hatibû dayî ku wê li Pirsûsê komkujî bê kirin?
Kengî agahî hat peydakirin ku şexê bombe li ser xwe teqand endamê DAIŞ'ê ye? Ev kes ji kengî ve dihat şopandin?
Tê gotin ku her çend agahiyên li ser vî êrîşkarî li ber destê wezîfedarên cemaweriyê hebûn jî, pêşî li komkujiyê nehatiye girtin. Der barê vê mijarê de lêpirsînek der heqê van wezîfedaran de hatiye destpêkirin, yan jî hûn difikirin ku lêpirsînekê bidin destpêkirin?
Kiryarê komkujiyê kengî û ji kîjan rêyan ji nava sînorên Tirkiyeyê derketiye û hatiye?
Qeyda li deriyên sînor ê vî êrîşkarî heye, ku malbatra wî gotibû li derveyî welate?"