Komkujiya li Pirsûsê li London û Munchenê hat şermezarkirin

Li Ewropayê çalakiyên protestokirina komkujiya li Pirsûsê didomin. Di çalakiyan de hêrsa li dijî AKP û DAIŞ’ê bal kişand û hat destnîşankirin ku wê têkoşîna gelan û piştevanî mezin bibe.

Li bajarên cuda yên Ewropayê çalakiyên protestokirina komkujiya li Pirsûsê ku zêdeyî 30 ciwanan jiyana xwe ji dest dan, didomin. Di çalakiyan de hêrsa li dijî AKP û DAIŞ’ê bal kişand û peyama bilindkirina têkoşîna gelan hat dayîn. 

LONDON

Li paytexta Îngilîstan Londonê bi hezaran kesî komkujiya Pirsûsê protesto kirin. Piştî komkujiyê li Londonê gel daketin qadan. Roja komkujî pêk hat li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Londonê çalakî pêk hat û duh jî çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.

Çalakî li ser banga Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk  a Brîtanyayê pêk hat û Sendîkaya Veguhestina Îngîlîz RMT, TUSC (Koalîasyona Sosyalîst û Sendîkavanan), Dij Faşîstên Londonê, Parêzvanên Mafê Mirovan, Koalîasyona ji Şer re Na, destek dan çalakiyê. Meşê ji îstasyona Manor House Underground destpê kir.  Di meşê de dirûşmeyên ‘Kujer AKP’, ‘AKP wekhev ISIS’, ‘bijî sosyalîzm’, ‘Dewleta Kujer wê hesab bide’ hatin berzkirin.

Di axaftinên li vir de diyar kirin ku ev êrîş li dijî piştevaniya gelan pêk hatiye. Di çalakiyê de alên AKP û DAIŞ’ê hatin şewitandin.

MUNCHEN

Li bajarê Elmanya Munchenê jî bi armanca protestokirina komkujiyê ji aliyê NAV-DEM’ê ve çalakiyek pêk hat. Nêzî 600 kes beşdarî çalakiyê bûn û li Sendlinger-tor Platz hatin cem hev. Alên KCK, YPG, YPJ, PYD, PJAK û TJK-E’yê hatin hildan.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û peyamên ev êrîş nekarin gelan biçewisînin hatin dayîn. Her wiha hat gotin ku Dewleta Tirk çeteyê DAIŞ’ê diparêze.

Endamê Meclîsa Şaredariya Munchenê yê ji Dîe Lînke (Partiya Çep) Çetîn Oraner got li Kobanê têkoşîna mirovahiyê tê dayîn û  li Pirsûsê jî kesên xwe li serketina HDP’ê ranegirtine, komkujî pêk anîne. 

Komeke ciwan ji bo bala raya giştî bikişîne ser rewşê, avahiya SPD’ê dagir kirin. Piştî hevdîtinê bi parlamenter Claudîa Tausend û Florîan Postre çalakî bi dawî bû.