Leşkeran avêtin ser gundê Xizrokî yê Tetwanê

Leşkerên Tirk avêtin ser malên li gundê Xizrokî yê navçeya Bedlîs Tetwanê.

Leşkerên Tirk avêtin ser malên li gundê Xizrokî yê navçeya Bedlîs Tetwanê.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku leşkerên Tirk di 22'ê Tîrmehê saet di 04:00 de bi 20 maşînên zirxî avêtin ser malên li gundê Xizrokî yê navçeya Bedlîs Tetwanê.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku leşkeran saet di navbera 18:00-19:00 de xwe ji gund vekişandin, lê belê çend maşînên zirxî êvarê li gund geriyan.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk ev du roj in rêyên ber bi navenda Îdirê ve girtiye.