Erdal Bozkurt ê di komkujiya Pirsûs'ê de jiyana xwe ji dest dabû li Agiriyê spartin axê. Hatê hînbûn ku Bozkurê bavê 3 zarokan li Stenbolê hostayê înşaetê bû û ji bo li Kobanê ji zarokan re parka lîstikan ava bike çûye Pirsûsê.
Erdal Bozkurtê ku li navçeya Pirsûs a Riha'ye di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da, li gundê Kanîdirêj a navçeya Dutax a Agiriyê spartin axê. Li gel parlementerên HDP'ê yên Agiriyê û rêvebirên HDP û DBP'ê, bi hezaran kes tevlî merasîmê bû. Di merasîmê de bi dirûşmeyên wek "Kujer DAIŞ hevkar AKP" û "PKK tolhildan" gel bertek nîşanî AKP'ê da.
'EGER DEWLET NEKARE ME BIPARÊZE EMÊ XWE BIPARÊZIN'
Piştî darbesta Bozkurt spartin axê, Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr axivî û bal kişand ser armanca komkujiyê. Taşdemîr destnîşan kir ku hevgirtina şoreşgerên Tirkiyeyê ya bi gelê Kurd re hedef hatiye girtin û wiha pêde çû: "Ji dema ku van ciwanan daxuyakir ku wê biçin Kobanê û pê ve dewletê ew dişopandin. Ciwan heya ku gihiştine Pirsûsê li gelek cihan rastî lêgerînê hatine. Lê çeteya DAIŞ'ê dikare biçe û bombe biteqîne. Çawa dibe haya wan jê çênabe. Eger dewlet nekare gelê me biparêze, emê xwe biparêzin."
Her wiha hatê hînbûn ku Bozkurtê bavê 3 zarokan li Stenbolê hostayê înşaetê bû û ji bo li Kobanê ji zarokan re parka lîstikan ava bike çûye Pirsûsê.