Komkujiya li Pirsûsê li Sydneyê hat protestokirin
Li Sydneyê, Kurd, Tirk û Awûstralyayiyan Komkujiya li Pirsûsê protest kirin.
Li Sydneyê, Kurd, Tirk û Awûstralyayiyan Komkujiya li Pirsûsê protest kirin.
Li bajarê Awûstralya Sydneyê, ji ber komkujiya li Pirsûsê dijminê mirovahiyê DAIŞ, hikûmeta AKP û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hatin protestokirin.
Kurdistanî, Tirkiyeyî û rêxistinên sosyalîst ên Awûstralyayî li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Sydneyê civiyan û ciwanên jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.
Di çalakiyê de bi zimanên Îngilîzî, Tirkî û Kurdî dirûşme hatin qîrîn, Erdogan û hovîtiya DAIŞ'ê hatin protestokirin.
Di çalakiyê de ji pêşhatên civaka Aborjîna Awûstralyayê û lîderên rêxistina sosyalîst a Awûstralyayê daxuyanî dan.