Nasnameya 6 şervanan hate aşkerakirin

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 6 şervanên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 6 şervanên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanan aşkera kir. Daxuyaniya YPG’ê ku li ser malpera fermî hate weşandin wiha ye: “Di têkoşîne bi rûmet a şervanên azadiyê roj bi roj dinivsînin destan û qehremantiyên mezin diafirînin, bê ku têkoşîne xwe lewaz bikin li her qadê bi xete azadiyê û serfiraziyê de têdikoşin, ev roja îro gelê me û şoreşe rojavayê Kurdistanê bi aramî dijîn bê goman bi saya berxwedana efsaneyî ya şervanên YPG û YPJ dinivîsînin.

Di vê têkoşîne şoreşê de roj bi roj YPG û YPJ leheng û qehremanên mezin diyarî dozê dike, da ku tenê ji bo soza dabû gelê xwe û şehîdên xwe dilsoz bimîne  îro pênc hevalên me fedayene di doza welatê xwe de bi rûmetî şehîd dikevin ,her pênc hevalên me di baregeha leşkerî ya bajarê Rimêlan şehîd ketin dema ku elektrîk temas dike agir digre cihê alavên leşkerî, di wê demê de her pênc hevalên me bi aweyekî fedayane xwestin wî agirî bitefînin lewma bi wî ruhê serfiraz digihêjin şehadetê, tevî wan pênc hevalan em hevalekî din nasnemeyê wî radighînin ew hevala dema li gundê Aliya ji zêrwaniya gelê xwe parastin dikir birîndar dibe tevî hemû hewldanên doktoran hevalê me şehîd dikeve.

Me sozek da gelê xwe , me sozek da şehîdên xwe em xwedî biryarin ku heya dawî bê serketin em ti jiyanê ji bo xwe qebûl nakin, em heya dawî ji bo parastina nirxên şoreşê xwe feda bikin, ji bo gelê me û hemû malbatên şehîdan sersaxiyê dixwazin.

Nasnemeyên şehîdan wiha ne :

Nasnav : Cahîd Qamişlo

Nav: Cahîd Murad

Navê dayikê: Xaliya

Navê bav: Mihemed Selîm

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û dîroka şehadetê: 21-7-2015 Rimêlan

 

Nasnav: Nûcan Girkê legê

Nav: Nûcan Seyfedîn

Navê dayikê: Celîle

Navê bav: Nemet

Cihê jidayikbûnê: Girkê legê – Mûsa Gewra

Cih û dîroka şehadetê: 21-7-2015 Rimêlan

 

Nasnav: Qehreman Çilaxa

Nav: Qehreman Murad

Navê dayikê: Şaha

Navê bav: Mihemed Xelîl

Cihê jidayikbûnê: Çilaxa

Cih û dîroka şehadetê: 21-7-2015 Rimêlan

 

Nasnav: Raman Girkê legê

Nav: Raman Hadî

Navê dayikê: Fexriye

Navê bav: Mihemed luqman

Cihê jidayikbûnê: Girkê legê

Cih û dîroka şehadetê: 21-7-2015 Rimêlan

 

Nasnav: Soro Girkê legê

Nav: Ehmed Remedan

Navê dayikê: Fatima

Navê bav: Mustefa

Cihê jidayikbûnê: Girkê legê

Cih û dîroka şehadetê: 21-7-2015 Rimêlan

 

Nasnav: Rojhat Egîd

Nav: Serhat Kuyunco

Navê dayikê: Nazê

Navê bav: Eyub

Cihê jidayikbûnê: Riha

Cih û dîroka şehadetê: 19-7- 2015 Serê kaniyê – Aliya