Ji Bloka Aştiyê banga beşdariya li Meşa Mezin a Aştiyê ya 26'ê Tîrmehê

Bloka Aştiyê, ji bo Meşa Mezin a Aştiyê ay 26'ê Tîrmehê li Stenbolê li dijî terora DAIŞ'ê û polîtîkayên şer ên AKP'ê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Bloka Aştiyê, ji bo Meşa Mezin a Aştiyê ay 26'ê Tîrmehê li Stenbolê li dijî terora DAIŞ'ê û polîtîkayên şer ên AKP'ê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû, ji bo avêtina gavên cidî yên di mijara muzakere û pêvajoya çareseriyê de banga destekê kir û got, "Em ji bo aştiyê bi israr in."

Bloka Aştiyê ya ji gelek wekîlên HDP, CHP, saziyên civakî yên sivîl, tevgera jinê, partiyên siyasî, rêxistinên ked û pîşeyî, bi armanca şermezarkirina terora DAIŞ'ê û polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê, di 26'ê Tîrmehê de li Stenbolê bi dirûşma "AKP şer dixwaze, lê em ê aştiyê ava bikin' ji Tepebaşi heta Meydana Aksarayê wê meşeke mezin a dirêj lidar bixe. Der barê meşê de Bloka Aştiyê li Odeya Endezyarên Makîneyê Şaxê Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Di civînê de nûnerên saziyên pêkhateyên Bloka Aştiyê, wekîlên HDP'ê yên Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû, Garo Paylan, Sezaî Temellî, Alîkara Serokê Giştî yê ÎHD'ê Meral Çildir, Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Samet Menguç û gelek kes amade bûn.

Di civîna ku li salonê pankarta bi nivîsa "AKP şer dixwaze, em ê aştiyê ava bikin" hatibû daliqandin de, destpêkê Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Samet Menguç peyivî. Menguç anî ziman ku Bloka Aştiyê li dijî polîtîkayên şer ên bê perwa yên desthilatdariyê li hev kom bûye û diyar kir ku piştî komkujiya li Pirsûsê wan biryar dane hem li hemberî terora DAIŞ'ê hem jî li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê Meşa Mezin a Aştiyê lidar bixin. Menguç bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku tevlî meşê bibin.

Meral Çildir jî di axaftina xwe ya li civînê de got, "Şer tê wateya rondikên çavan, destavêtin û xizaniyê. Ez bang li her kesên li dijî xwîn, rondikên çavan derdikevin dikim, ku tevlî meşa me ya mezin bibe."

Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû jî bal kişand ser komkujiya li Pirsûsê û diyar kir ku raya giştî ya Tirkiyeyê giraniya cenazeyên ciwanên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hilgirtiye û got, "Ji ber vê yekê em bawerin ku aştî di destê me de ye." 

Kerestecîoglû got, "Roj roja sekinandina DAIŞ'ê ye" û ji bo gel helwesteke zelal li hemberî DAIŞ'ê nîşan bidin û berpirsyariyê bînin bîra berpirsyaran, divê destekê bidin Bloka Aştiyê. Kerestecîoglû, ji bo avêtina gavên cidî yên di mijara muzakere û pêvajoya çareseriyê de banga destekê kir.

Kerestecîoglû anî ziman ku meşa wan wê di 26'ê Tîrmehê li ber avahiya TRT ya Tepebaşi saet di 16:00 de destpê bike û heta Meydana Aksarayê dewam bike. Kerestecîgolû bi van gotinan banga tevlîbûnê kir: "Em ê rê nedin şerekî ne li nava me ne jî polîtîkayên şer ên li hemberî Sûriyeyê. Em di aştiyê de bi israr in. Werin em bi hev re Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi aştiyê bixemilînin."