DAIŞ û Erdogan li Polonyayê hat lanetkirin
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên, êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan protesto kirin, 31 ciwanên SGDF'yî bibîr anîn.
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên, êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan protesto kirin, 31 ciwanên SGDF'yî bibîr anîn.
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên, êrîşa bombeyî ya li Pirsûsê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan protesto kirin, 31 ciwanên SGDF'yî bibîr anîn.
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên DAIŞ'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, gelek Tirkiyeyî li ber Zanîngeha Varşovayê civiyan. Di protestoya danê êvarê de anarşîst û femînîstên Polonyayî jî bi pankartên xwe amade bûn.
Komê bi pankarta bi nivîsa "Kujer DAIŞ, hevkar Erdogan", bi zimanên Kurdî, Tirkî, Lehî û Îngilîzî dirûşmên "Şehîd Namirin", "Ji Kurdistanê re azadî", "Bijî YPG", "Bijî berxwedana MLKP", "Bijî Rojava" qîriya û ber bi Plac Zamkowy meşiya.
Kome bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û YPG'ê meşiya û li ber Nûnertiya Tûrîzm û Çandê ya T.C a li ser rêya meşê bû, demekê sekinî, dirûşme qîriya û helwesta Tirkiyeyê ya destekê dide DAIŞ'ê, şermezar kir.
Çalakvanan dûre meşa xwe dewam kirin, li dora wêneyên mirovên hatin qetilkirin find pê xistin û deqeyek rêz girtin.
Bi zimanê Lehî li vir daxuyanî hat dayîn, der barê bûyerê de agahî ji Polonyayiyan re hat dayîn û bal hat kişandin ser helwesta neyînî ya hikûmeta Tirkiyeyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku endamên DAIŞ'ê lit axên li Tirkiyeyê bi hêsanî xwe bi rêxistin dikin, pere kom dikin, propagandayê dikin û hat gotin ku hêzên ewlekariyê yên Tirk jî çavên xwe li vê digirin, destekê didin wan.
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku daxwaza Serokkomarê Tirk Erdogan ew bû ku DAIŞ li hemberî YPG'ê bi ser bikeve, lê belê bi berxwedana gelê Rojava re ev xeyala Erdogan têk çûye.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî hat kirin ku piştgiriyê bide Şoreşa Rojava û xeyalên Erdogan hîn bêhtir bişikînin.