Komîteya Navendî ya MLKP: Wê hesabê komkujiyê bê pirsîn

Komîteya Navendî ya MLKP’ê got, “Hesabpirsîna komkujiyê û mezinkirina şerê şoreşgerî deynê stûyê MLKP’ê ye. Li Tirkiyeyê û Li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û Şengalê jî ev deyn wê bê dayîn.”

Komîteya Navendî ya MLKP’ê der barê êrîşa bombeyî ya li hember endamên SGDF’ê ya li Pirsûsê axivî û got, “Hesabpirsîna komkujiyê û mezinkirina şerê şoreşgerî deynê stûyê MLKP’ê ye. Li Tirkiyeyê û Li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û Şengalê jî ev deyn wê bê dayîn.”

Komîteya Navendî ya MLKP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku makîneya îşkenceyê, komkujî û tecawizê, faşîst-îslamîst ê polîtîk DAIŞ’ê vê care jî rûyê xwe yê binketî li Pirsûsê nîşan da. Komîteya Navendî ya MLKP’ê destnîşankir ku DAIŞ’ê komkujiyek din a girseyî li sûcê mirovahiyê zêde kiriye, ciwanên şoreşger ên bêçek û bêparastin ji xwe re kiriye armanc û got, “Xwînên hatine rijandin bi qasî ku di destên DAIŞ’ê, ew qasî jî di destên saziyên faşîst mîlîtarist, înkarker û mêtinger ê AKP’ê ve ye jî. Daxuyaniyên durû yên nemerdan ên ketine nav çirava derew û demagojiyê nikarin ti kesî bixapînin. Hevkariya sûcê wan bi dehan delîlan li hole ye. 

Êşa me mezin e, lê dive bê zanîn hêrsa me hê mezintir e. Wê bîranîn û navên keç û xortên ciwanên komunîst ên di komkujiyê de gihiştine bêmiriniyê, dilên ciwan ên komunîst ên bi wan re ketine nav axê û wê navên jî bi Ferdane Kiliç, Cemîl Yildiz û Koray Çapoglu yê Trabzonsporî yê ioreşgeran tim bêne jiyandin, wê bendewariyên wan weke sedema jiyan û têkoşîna me û tim li jor bên girtin.

Hesabpirsîna komkujiyê û mezinkirina şerê şoreşgerî deynê stûyê MLKP’ê ye. Li Tirkiyeyê û Li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û Şengalê jî ev deyn wê bê dayîn.”