Komkujiya Pirsûsê wê li Îtalya bê şermezarkirin
Tevna piştevaniya bi Kurdan re Rete Kurdistan, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê derdiveke kolanan.
Tevna piştevaniya bi Kurdan re Rete Kurdistan, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê derdiveke kolanan.
Çalakiyên duh li Napolî destpê kirin îro saet 17.00’an li Torîno, saet 18.00'an li Modena, saet 19.00'an li Roma, Lîvorno, Palermo û saet 21.00'ê li Parma wê bidomin.
Sibe jî saet 10.00'an li Caglîarî, 12.00'an li Rîmînî û 16.00'an li Mîlano wê çalakî bên lidarxistin.
BILA LI HEMBER TIRKIYEYÊ PÊKANÎN BÊN KIRIN
Di daxuyaniya hevpar a ji aliyê Rete Kurdistan û Buroya Enformasyonê ya Kurdistan ve hat dayîn, bang hat kirin ku sazî û dezgehên li Ewropayê li hember piştgiriya Tirkiyeyê ya ji çeteyên DAIŞ’ê re helwest bigirin û pêkanîn bên kirin.